Rojnemaya lazî dest bi weşanê kir

Li Tirkiyeyê rojnameya yekemîn a bi zimanê lazî Ağani muru3xi (Stêrka Nû) di 11’ê Îlonê de dest bi weşanê kir. Piştî rojnameya Mçita Murutsxi (Stêrka Sor) ku di 1929’an de li Abhazya’yê hatibû weşandin, Ağani muru3xi bû rojnameya duyemîn ku li cîhanê bi lazî hat weşandin.

Xwediyê rojnameyê Îrfan Çagatay li ser mijarê daxuyaniyek da û wiha axivî: “Rojnameya ku beriya me hatibû weşandin, piştî du hejmaran dawî li weşana xwe anî. Herkes dizane ku ev rojnemaya ku Îskender Chitaşî berpiryariya wê dikir, di dîroka wêjeya laz de xwediyê ciyekî taybet bû. Berhemên wekî pirtûk û kovar roj bi roj zêde dibin, mixabin li ser navê rojnamegeriya laz ji 1929’an heta niha ji xeynî Mçita Murutsxi berhemeke din nikaribûye derxe holê. Em ji vê kêmasiyê bi rê ketin û hejmara ewilî ya rojnameya laz a ku navenda wê li Stenbolê ye, îro weşand.”

Rojnemeya laz a ku bi spota “jur tuteri plitikuri Lazuri kazeta” (rojnemaya du mehî ya lazî) derdikeve, di hejmara xwe ya yekemîn de cî da nûçeyên siyasî, çandî, spor û hevpeyvîna serokê Enstituya Lazî Mehmet Bekaroglu. Tê plankirin ku di hejmarên pêşerojê yên rojnameyê de rûpelên tirkî, megrelî, hemşînî, gurcî û yewnaniya pontûsî cî bigirin.

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …