Sagrada Familia bi vidyoyeki hat bidawîkirin

Yek ji sembolên herî li pêş a Barselonayê Sagrada Familia (Malbata Pîroz) ye ku her sal ji aliyê bi milyonan kesî ve tê ziyaretkirin. Hefteya çûyin destûr hat dayîn ku welatî bê pere bê pere têkevin hundirê avahiya dîrokî. Di navbera du rojan de 36,600 kes ji vê firsendê sûd wergirtin û avahiya dîrokî ziyaret kirin.  

Vîdyoyekî ku di derbarê bidawîkirina Sagrada Familiayê de hat weşandin, destûrê dide ku dema ku vê abîdeya mezin bê temamkirin wê çawa xuya bike. Di vidyoya deqe û nîvekê de tê nîşandayin ku bi avakirina qubeyên biçûk û bircên navendî ku yek jı wan bi navê Îsa’ye û 172 mêtro ye, çawa bilind dibin û çawa ji aliyê çar bircên bi navê Ewangelîst tên dorpêçkirin.

Di dawiyê de şeklê sereke ya derveyê avahiyê ya bi navê Gloria ku di nava her sê şeklên derveyê avahiyê de ya herî mezin û abîdeyî ye, derdikeve holê.

Di vîdyoyê de xaniyên li Kolana Mallorcayê ku dihat payîn ku bên hilweşandin û xwediyên wan li ciyeki din bên bi cî kirin, hîn li ciyê xwe mane.

Sagrada Familia dêreke roman katolîk a li paytexta Katalonya Barselonayê ye ku ji aliyê mîmarê navdar ê katalan Antoni Gaudî (1852-1926) ve hatiye dîzaynkirin. Digel ku dêr heta niha nehatiye bidawîkirin, ketiye lîsteya UNESCO’yê ya Qada Mîrateya Cîhanê. Avakirina Sagrada Familiayê di 1882’an de dest pê kir lê temenê Gaudî dest neda ku ew bidawîkirina berhema xwe bibîne. Hikumeta Katalan plan dike ku di 2026’an de vê berhema dîrokî bi dawî bike.

Çavkanî:

www.elpais.es

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …