Li Kongreya Amerîkayê civîna li ser Belûcîstanê

 

 

 

 

Li Kongreya Amerîkayê di bin rêberiya endamê kongreyê û Serokê Jêr-Komîteya Têkiliyên Derve Chris Smith ê ji New Jerseyê civîneke li ser rewşa eyaleta Belûcîstanê ya li Pakîstanê hat lidarxistin.

Wekîlê kanadayî û serokê Jurayê Russ Hiebert, endamê îtalî yê Parlamentoya Ewropayê Elisabetta Gardini, rêvebirê Meclîsa Belûcîstanê Tarek Fatah û lîderê belûc Mehran Belûç beşdarê civînê bûn.

Russ Hiebert di axaftina xwe ya dirêj de li ser metodên artêşa Pakîstanê ya li dijî aktîvîst û civakên kêmar sekinî û di derbarê zilma li Belûcîstanê de agahî dan.

Wekîla îtalî Gardini qala kuştinên faîlên wan ne diyar û kuştinên ji aliyê Pakîstanê ve hatine kirin axivî û balê kişand mezinbûna rêxistinên terorîst ên li Pakîstanê. Wê got ku terorîstên navneteweyî yên wekî Mele Omer, Hafiz Saîd, Zakî-ur-Rehman Lakvi li ser erda Pakîstanê û di bin kontrola dewletê de xebatên xwe didomînin.

Rêvebirê Meclîsa Belûcîstanê Fatah jî balê kişand ser xetereya ku Pakîstan li dijî DYA û neteweyên Rojava ya bi riya mazûvaniya rêxistinên terorîst pêk tîne. Fatah diyar kir ku yek ji xetereyekê jî eve ku Pakîstan kontrola Bendera Gwadar a nezîkî Kendava Fars ji Çînê re hiştiye.

Lîderê belûç Mehran Belûç qala komên ku Pakîstanê li dijî wan birêxistin dike kir û û destnîşan kir ku li seranserê Belûcîstanê Laşkar-î-Hangvî û Cemaat-ul-Dawa medresayan dadimezrînin, êrîşî perwerdeya jinê dikin û kêmarên olî yên wekî şîa, zîkrî, ahmadî û hazarayan dikujin.

Di dawiya civînê de Chris Smith beşdaran agahdar kir ku wê kurtedemek şûn de civîna Jêr-Komîteya Têkiliyên Derve bicive û di derbarê “Kêmarên Etnîk û Olî yên Pakîstanê” de li pisporan guhdarî bike.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …