Li Diyarbekirê kar ji sedî 50 kêm bû

Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê (DTSO) ragihang ku, ji ber şer  pevçûnan, li bajêr 10 Hezar kes bêkar man, kar ji sedî 50 kêm bû û bi hezaran şîrket neçarî piçûkbûnê man.

Odeya Bazirganiyê, li gel nûnerên saziyên sivîl, ji bo pêşniyariyên çareseriya siyasî, aborî û civakî komxebatek da destpêkirin.

Serokê DTSO’yê Ehmed Sayar ragihand ku, ji ber pevçûnan, bi hezaran dikandar nikarin dikanên xwe vekin, bazirgan êdî îflas dikin.

Sayar behsa pêvajoya çareseriyê jî kir û got, di wan 2 sal û nîvan de her tişt baş bû, lê belê ji ber aloziyan, jiyana aborî, saxlemî, perwerdehî û civakî niha têk çûye.

Sayar, banga ‘aqlê-selîm’ kir û ragihand ko ji bo çareseriyê ji bilî diyalog û muzakereyan tî rêyên din nîn in.

Piştî ko komxebat bidawî hat, dê encamname bi raya giştî re were parvekirin.

Jêder: Kurdistan24.net

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Şerê gerîla 41 sal berê dest pê kir

Pengava 15ê Tebaxa 1984an 41 sal dûv xwe hişt. Gerîlayên kurd di vê rojê de …