Ji bo zimanê ûdmûrtî xwe kuşt

“Eger zimanê min wê sibe bimire, wê demê ji bo mirinê îro ez amade me. Gelo welatekî min heye?”

Li Federasyona Rûsyayê, mirovekî ji bo protestokirina polîtîkayên li hember zimanê xwe, dawî li jiyana xwe anî. Bûyer di 10’ê îlonê de, li paytext Îzhevsk a Komara Ûdmûrt ku li rojavayê Rûsyayê bû, pêk hat.

Albert Razînê 79 salî beriya xwe bişewitîne, li ber Parlamentoya Ûdmûrtiyayê bi pankartên di destên xwe de armanca  çalakiya xwe diyar kir. Li ser du pankartan wiha hatibû nivîsandin:

“Eger zimanê min wê sibe bimire, wê demê ji bo mirinê îro ez amade me. Gelo welatekî min heye?”

Paşê, Razîn agir berda bedena xwe û bi giranî birîndar bû. Digel dermankirina wî ya li nexweşxaneyê, Razîn di heman rojê de mir.

Albert Razîn yek ji lêkolîner û parazvanê zimanê ûdmûrtî bû û di heman demê de doktorê felsefeyê bû.

Razîn tevlî çend parazvanên ziman, ji Parlamentoya Komara Ûdmûrt re nameyek nivîsî bû û ji siyasetmedarên ûdmûrt daxwaz kiribû ku qanûna perwerdeyê ya nû qebûl nekin.

Ûdmûrtiya yek ji 22 komarên bi ser Federasyona Rûsyayê ve ye. Berfirehbûna komarê di ser 42 hezar kîlomêtro çargoşe re ye û nifûsa wê li derdora 1.5 milyone.

Hejmara kesên ku bi zimanê ûdmûrtî dipeyivin, di sala 2002’an de 463 hezar bû lê ev hejmar di 2010’an de daket 324 hezarî.

Ji ber sebeba ku kesên vî zimanî dipeyivin bi lez kêm dibe, UNESCO zimanê ûdmûrtî xistiye lîsteya zimanên di xetereyê de.

Qanûna nû ya ziman

Parlamentoya Federasyona Rûsyayê ku wekî Dûma tê binavkirin, di 19’ê Hezîrana 2018’an de qanûneke nû ya ziman qebûl kiribû. Bi vê qanûnê, perwerdeya mecbûrî ya zimanê li komar û herêmên bi ser Rûsyayê ve bûn hatibû betalkirin.

Beriya vê qanûnê, 8 eyaletên Rûsyayê ku ligel zimanê rûsî xwedî zimanê duyemîn û sêyemîn ê fermî bûn, dikaribûn di hefteyekê de çend saetan van zimanan fêr bikirana. Dewleta rûs gav bi gav dixwaze perwerdeya zimanên kêmaran bike mijara dersa hilbijarî.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …