Goran ji hikumetê hat dûrxistin

 

 

 

Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dîzayî daxuyaniyekê da Reutersê û got ku Tevgera Goranê bi fermî ji hikumetê hatiye avêtin.

Dîzayî diyar kir ku biryara dûrxistina ji hikumetê ji aliyê Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatiye girtin. Li gorî Dîzayî, Barzanî duh ligel çar wezîrên Goranê civiya ye û ji wan xwestiye ku dest ji kar berdin. Sefîn Dizeyî diyar kir ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê “ji bo parastina rewşê” wezîr ji kar dûrxistiye.

Berdevkê hikûmetê da zanîn ku di dewsa wezîrên Goranê de wê wezîrên din ên hikûmetê bi awayekî demkî bên wezîfedarkirin.

PDK bi daxuyaniyeke di 9’ê Cotmehê de Goranê bi birêxistinkirina bûyerên li dijî nûnergehên wê yên li herêma Soranê  tohbetbar kiribû.

Di nava hikumeta herêmî de van wezaretan di destê Goranê de bûn: Wezareta Pêşmerge, Wezareta Darayî, Wezareta Pîşesazî û Bazirganî û Wezareta Ewqafê.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Equality Now banga wekhevîya jin û mêran kir

Saziya Equality Now û Kampanyaya Mafên Hemwelatîbûnê yên Wekhev a Gerdunî ji bo dawî li …