Dîroka Şanoya Kurdî derket

 

 

 

Berhema bi navê Dîroka Şanoya Kurdî ji weşanên Peywendê derket. Pirtûka ku ji destpêkê heta salên nodî hemû dîroka şanoya kurdî dihundirîne, ji hêla şanoger/nivîskar Çetoyê Zêdo û Yavuz Akkuzu ve hatiye amadekirin.

Dîroka Şanoya Kurdî temsîla nasnameya kurdî ya ku di hunera şanoyê de pêk hatiye dişopîne û vê dîroka ku di qonax û kelepora kurdî ya sedsala 20an de dirûv girtiye, weke mijar hildigire. Ev pirtûk ji çavkaniyên şanoya kurdî heta serdemên dîrokî, pêkhatina şanoya kurdî tevî hemû lîteratura wê, ango ji destpêkê heta salên 1990î serboriya şanoya kurdî radixîne ber çavan.

Di vê berhemê de, lêkolînên sereke yên li ser dîroka şanoya kurdî, gelek fotograf û belge cih digirin. Pirtûk ji bo şanoger û xemxurên hunera kurdî, bangî keşifkirina dîroka şanoyê dike û wêneyekî giştî nîşanî xwendevanan dike.

Jêder: PUKmedia

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …