Dîroka Kantona Ticinoyê bi sedsalan di navbera serdestîya Mîlanoyê û Konfederasyona Swîsreyê de pêk hatîye. Piştî pêvajoya serdema Napolyon, gelê herêmê bi slogana “azad û swîsrî” rêya xwe sîyasî diyar kirîye û tevlî Swîsreyê bûye. Îro kanton bi sîstema xwe ya parlamenterîyê û mekanîzmayên xurt ên demokrasiya rasterast tê birêvebirin.
Nifûs: 359.390
Rûzemîn: 2812 km²
Paytext: Bellinzona
Zimanê fermî: Îtalî
Kengî tevlî Swîsreyê bû: 1803
Ticino tekane kantona Swîsreyê ye ku zimanê wê yê fermî tenê îtalî ye, loma jî herî zêde bi nasnameya xwe ya çandî û zimanî tê naskirin. Ev kanton li başûrê Swîsreyê ye û ji aliyê rojava, başûr û başûrê rojava ve bi Îtalyayê hatiye dorpêçkirin. Li bakur Uri, li rojhilat kantona Grison (Graubünden) cîranên Ticinoyê ne. Kantona Valaisê jî li bakur bi sînorekî kurt xwe digihîne Ticinoyê.
Bakurê kantonê piranî ji çiyayan pêk tê, loma jî her sê bajarên mezin ên kantonê (Lugano, Locarno û Bellinzona) li başûrê kantonê, li ber kevîyên gol û çeman hatine damezrandin. Rêyên hesinî û bejayî yên sereke ku Swîsre û Îtalyayê bi hev ve girê didin, di van bajaran re derbas dibin. Tevî ku paytexta kantonê Bellinzona ye jî, Lugano û Locarno ji ber têkiliyên wan ên xurt ên navneteweyî li cîhanê zêdetir hatine naskirin.
Dabeşbûna li ser xeta bakur-başûr taybetîyeke dîrokî ya Ticinoyê ye ku hîn jî hem di warê cografî hem jî di warê çandî de didome. Monte Ceneri wê dike du beş û navê Sopraceneri (Bellinzona û Locarno tê de ne), li bakurê çîyê hatîye kirin. Herçî başûrê çîyê ye, bi navê Sottoceneri (Lugano tê de ye) tê pênasekiri.
Kurtedîrok
Dîroka nêzîk a Kantona Ticinoyê bi giranî di navbera têkoşîna ji bo kontrolê ya Mîlanoyê û Konfederasyona Swîsreyê de pêk hatiye. Ticino ji Serdema Navîn heta dawiya sedsala 15an (û destpêka sedsala 16an) bi ser Mîrektiya Mîlanoyê ve bû. Konfederasyona Swîsreyê ji destpêka sedsala 15an û pê ve bi Seferên Transalp gav bi gav daketiye başûrê Çiyayên Alpê û kontrola xwe li ser geliyên stratejîk ên li ser rêya Îtalyayê saz kirîye. Di destpêka sedsala 16an de, herêma di navbera Derbasoka Gotthard û Chiasoyê de bi tevahî ji aliyê swîsrîyan ve hatibû dagirkirin.
Di her du sedsalên serdestiya swîsrîyan a li herêmê de, erdên ku wê paşê Ticino jê bihatana avakirin, ji aliyê kantonên Uri, Schwyz û Nidwalden ve dihatin birêvebirin. “Niştecihên li van herêmên bindest bacên xwe didan parêzgarên (vogt) swîsreyî; lê belê ji ber ku kantonên Swîsreyê pergala bacê ya kevn a Mîlanoyê diparastin, bac li vir hinekî siviktir bûn. Her weha, berevajiya hemwelatiyên kantonên serdest, xelkê Ticinoyê di artêşa navendî ya Konfederasyonê de cîh nedigirt, tenê di rewşên awarte de ji bo parastina herêmî ya leşkerî dihatin peywirdarbelkirin.
Dagirkirina Konfederasyona Swîsreyê ji aliyê hêzên Napolyon ve di sala 1798an de, dawî li kontrola swîsriyan a li ser Ticinoyê anî û rê li ber pêkhatina kantoneke xweser vekir. Di qonaxa yekemîn de kantonên Bellinzona û Locarno hatin avakirin. Paşê, bi Peymana Navbeynkariyê (Acte de Mediation) ya sala 1803an ku di bin kontrola Fransayê de hat îmzekirin, her du kanton ketin bin banê Kantona Ticinoyê û Ticino wekî kantoneke wekhev tevlî Konfederasyonê bû. Di vê dema guherîna radîkal de ku Ticino bi tevahî ji Îtalyayê veqetiya, di nav civaka kantonê de dirûşmeya “liberi e svizzeri” (azad û Swîsrî) di 15ê Sibata 1798an de li Luganoyê hat afirandin. Di vê demê de, derdoreke civakê ya li herêma Sottoceneriyê ku navê “welatparêz” li xwe kiribûn, dixwestin Ticino tevlî Komara Cisalpina ya Îtalyayê bibe, lê ev hewldan bi ser neket.
Tevî ku bi damezrandina kantonê re pergaleke li ser demokrasiya temsîlî ya li ser bingeha hilbijartinên nerasterast hat damezrandin jî, aloziyên civakî û siyasî di seranserê sedsala 19an de berdewam kirin. Ev alozî bi giranî li ser bingeha nakokiyên navbera Lîberal-Radîkalan û Mihafazakaran (bi taybetî li ser kontrola dêrê ya li ser pergala perwerdehî û biryargirtina polîtîk) bilind dibû. Dabeşbûna cografî û hevrikiya bajaran sebeba duyemîn a aloziyê bû; ji ber vê yekê, ji bo çareserkirina rageşiyê, sê bajarên sereke (Lugano, Locarno û Bellinzona) her şeş salan carê bi dorê bûn paytext. Di sala 1878an de dawî li vê hat anîn û Bellinzona bi fermî bû paytexta Ticinoyê.

Demografî û ziman
Ticino tekane kantona Swîsreyê ye ku zimanê îtalyanî wekî zimanê fermî yê yekane bikar tîne. Ji % 80yî zêdetir ê nifûsê diyar dikin ku zimanê wan ê sereke îtalyanî ye. Li gel îtalyaniya standard, devoka lombardî jî di jiyana rojane de, bi taybetî li herêmên gundewarî, gelekî berbelav e. Ji zimanên fermî yên Swîsreyê, zimanê herî zêde ku piştî îtalyanî tê axaftin almanî ye. Dû re, ji ber pêlên koçberiyê, zimanên mîna serbî, albanî, portekîzî û spanî jî di nava beşeke girîng a civakê de tên axaftin.
Rêjeya nifûsa koçberên ji derveyî welêt bi qasî ji % 29 heta % 30yî nifûsê ye û ji ber cîrantiya fîzîkî, Îtalya bi rêjeyeke berçav welatê herî li pêş e ku welatiyên wê li Ticinoyê bi cih bûne. Rêjeya koçberên îtalî ji hemû komên din ên biyanî zêdetir e. Li dûv wan, koçberên ji Portûgal, herêmên Balkanê û welatên din ên Ewropayê tên.
Ticino ji aliyê dîn ve her dem katolîk bûye û dêrê heta sedsala 20an jî wekî saziyeke sereke ya xwedî hêzeke mezin rol lîstiye. Tevî guherînên civakî û aborî yên di sedsalên dawî de jî, piraniya mezin a civakê hîn jî endamê Dêra Katolîk a Roman in. Protestan kûmareke dînî ya biçûk pêk tînin û hejmara wan li herêmên ku swîsreyiyên almanaxêv lê bi cih bûne hinekî zêdetir e. Hejmara misilmanan û xirîstiyanên ortodoks ên ku ji welatên Balkanê an ji rojhilatê Ewrûpayê hatine jî di salên dawî de gav bi gav zêde dibe.
Ji bilî vê realîteya demografîk, zêdebûna bandora zimanê almanî di nava civakê de fikarên “germanizasyonê” (germanizzazione) anku almanîbûnê derdixe pêş. Ev rewş li Ticinoyê wekî xetereyek li ser nasnameya îtalyanî tê dîtin. Fikara ji bo almanîbûnê ne nû ye û xwedî paşxaneyeke dîrokî ye; piştî ku Rêhesina Gotthardê di sala 1882an de vebû û turîzm geş bû, gelek swîsreyîyên almanîxêv berê xwe dan başûr. Îro li hin şaredariyan (mîna Ascona û Orselinayê), ji ber ku almanaxêv xaniyan dikirin, bikaranîna zimanê almanî gelekî bilind bûye. Ev yek di qada aboriyê de jî bandora xwe nîşan dide, ji ber ku di sektora xizmetguzariyê de zanîna almanî bûye şertekî girîng. Ji bo parastina vê nasnameya çandî û zimanî, di Destûra Ticinoyê de bi eşkereyî hatiye nivîsîn ku kanton “komareke demokratîk a çand û zimanê îtalyanî ye”.
Aborî
Ticino di dîroka xwe de herêmeke çandinîyê bûye ku aboriya wê li ser bingeha hilberîna malbatan û bazirganiya sînorî ya bi Îtalyayê re ava bûbû. Çemê Monte Ceneri ku kantonê dike du beş, bandoreke mezin li ser awayê çandiniyê kiriye: herêma bakur xwedî axeke sivik û qûmî ye, lê ya başûr xwedî axeke girantir û berhemdartir e. Tevî van cûdahiyan, ji ber taybetîya axa xwe, Ticino îro ji bo çandiniya tirî yek ji herêmên herî navdar û giring ên Ewrûpayê ye. Çandinî îro êdî ne tenê debar e, lê sektoreke aborîyê ye.
Ji dawiya sedsala 19an vir ve, bi taybetî piştî vekirina Rêhesina Gotthardê û entegrebûna bi torên veguhastinê re, aboriya Ticinoyê ji herêmeke gundewar veguherîye navendeke pêşketî ya pîşesazî, xizmetguzarî û tûrîzmê. Sektora herî mezin a kantonê xizmet û tûrîzm e ku bi îstihdama ji 74.2%ê karketan û 27.000 zêdetir cihên kar parçeya herî mezin ê aboriyê pêk tîne. Nêzîkbûna sînorên Îtalyayê, navendên fînansê û sektora tûrîzmê roleke sereke di vê serfirazîyê de dilîzin. Di sala 2024an de kantonê mazûvaniya 1.7 milyon geştyaran kiriye. Sektora duyemîn a mezin pîşesazî û hilberîn e ku 24.2% yê îstihdamê pêk tîne û 5,000 cihên kar dihewîne. Sektora seretayî anku çandinî jî bi 1.6% êdî giringîya xwe ya di nava aborîya giştî de winda kirîye.
Yek ji aliyên herîtaybet ên aboriya Ticinoyê pîşesaziya parzûnkirina zêr e. Çar ji heft rafîneriyên zêr ên herî mezin ên cîhanê li Swîsreyê ne û sê ji wan li Kantona Ticinoyê, li herêma Mendrisiotto cih digirin. Ticino zêrê bermayî û xav ji kanên Afrîkaya Başûr, parzemînên din û navendên bazirganiyê yên wekî Londonê tîne; piştî parzûnkirinê, vî zêrî dişîne navenda pîşesaziya zêrfiroşiyê ya li bakurê Îtalyayê û bazarên cîhanê. Tiştekî balkêş e ku nêzîkî 70%yî zêrê cîhanê di van parzûngehên Swîsreyê de tên hilberîn an parzûnkirin.
Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN/GDP) ya Ticinoyê di sala 2011an de serê kesî 80,400 CHF bû. Di sala 2022an de HNNya giştî ya kantonê gihîşt 36 milyar CHF ku bi vê hejmarê di nava 26 kantonên Swîsreyê de di rêza 8emîn de cih girt. HNNya serê kesî di heman salê de bû 102,190 CHF û Ticino xiste rêza 6emîn a welat. Daneyên dawî yên bazara kar nîşan didin ku di destpêka 2026an de rêjeya bêkariyê li Ticinoyê 3.3% bû ku ev rêje pir nêzîkî rêjeya navîn a giştî ya Swîsreyê 3.2% ye.

Sîstema Polîtîk
Ticino di çarçoveya federalîzma Swîsreyê de di nava sînorên xwe de xwedî erkên berfireh ên qanûnçêkirin, rêveberî, aborî û darazê ye. Kanton di asta polîtîk de ji aliyê du saziyên sereke ve tê birêvebirin ku navenda wan li paytext Bellinzonayê ye: yek ji wan parlamento anku Konseya Mezin (Gran Consiglio) e û ya din jî hikumet anku Konseya Dewletê (Consiglio di Stato) ye.
Parlamentoya kantonê, Gran Consiglio, ji 90 wekîlan pêk tê ku her çar salan carekê ji aliyê gel ve bi sîstema temsîliyeta rêjeyî tên hilbijartin. Hikumeta kantonê, Consiglio di Stato, saziya rêveberiyê ya herî bilind e û ji 5 endaman pêk tê. Endamên vê konseyê jî her çar salan carekê rasterast ji aliyê gel ve bi sîstema temsîliyeta rêjeyî tên hilbijartin. Endamên Konseya Dewletê piştre serokê konseyê (Presidente del Consiglio di Stato) ji nav xwe ji bo salekê hildibijêrin.
Ticino di asta federal de xwedî temsîlîyeta polîtîk e. Wekî kantoneke xwedî statuya tam, Ticino di Konseya Kantonan ji aliyê 2 nûneran ve tê temsîlkirin. Di Parlamentoya Federal de jî, Ticino li gorî rêjeya nifûsa xwe, xwedî 8 kursiyan e.
Mekanîzmayên demokrasî û mafên sivîl di Destûra Ticinoyê (Costituzione del Cantone Ticino) de bi taybetî hatine xurtkirin. Hemû guhertinên destûrî bi referandûmên mecbûrî ve girêdayî ne û ji bo dengdana giştî ya gel têne pêşkêşkirin. Herwiha di sîstema kantonê de mekanîzmayeke kêmpeyda û xurt a kontrolê ya bi navê mafê dûrxistinê (diritto di revocazione) heye; 15,000 hilbijêr dikarin bi rêya referandûmê daxwaza dûrxistina endamekî hikumeta herêmî bikin. Bi heman awayî, Gran Consiglio bixwe jî dikare bi piraniya mutleq a dengên xwe endamekî hikumetê ji kar dûr bixe.
Kanton di warê rêveberiya herêmî de erkên xwe bi rêya beledîyean (comuni) pêk tîne. Paytext Bellinzona bajarê navendî ye ku piraniya saziyên rêveberî û darazê dihewîne û şaredariyên din jî erkên ku ji asta herêmî re hatine hiştin bi kar tînin.
Fotoyê sereke: Keleya Bellinzonayê ya li Kantona Ticinoyê/H005, CC BY-SA 3.0
📌 Ev gotar di Hejmara Taybet (50) a e-kovara Kurdistan de hatîye weşandin. Ji bo kovarê bixwînin û daxînin: https://infowelat.com/bulten
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat