Serêşa Kanadayê: Çima Alberta dixwaze veqete?

Nakokiyên di navbera hikumeta federal a Kanadayê û Albertayê de bi polîtîkaya Partiya Yekbûyî ya Mihefezekar (UCP) re ket qonaxeke gelekî krîtîk. Pêvajoya ku bi pejirandina Qanûna Serweriya Albertayê dest pê kir, rê li ber wê yekê vekir ku rêveberiya herêmî midaxaleyên federal ên di karûbarên navxweyî de asteng bike. Ev gav destpêka nakokiyeke kûr a destûrî afirand.

Serokwezîra eyaletê Danielle Smith biryar da ku di 19yê çirîya paşîn de gava herî radîkal bavêje. Serokwezîr biryar da kureferandûmeke ji 10 pirsan pêk tê, bê lidarxistin. Di dengdanê de, ji dêvla ku rasterast pirsa veqetînê bê kirin, ji welatiyan tê pirsîn ka ew dixwazin di nav pergalê de bimînin an dixwazin ji bo serxwebûnê gaveke din a fermî bê avêtin. Ev stratejiya siyasetmedaran ji aliyê gelek derdoran ve wekî “referandûma di nava referandûmê de” tê binavkirin.

Stratejiya zextê an lîstika bi agir re?

Stratejiya Danielle Smith pir dişibe hamleya dîrokî ya serokwezîrê berê yê Brîtanyayê David Cameron. Cameron ji bo çareserkirina nakokîyên nava partiya xwe nîqaşa Brexitê vekir. Lê belê prose ji bin kontrola wî derket û Brîtanya ji Yekitiya Ewrûpayê veqetîya. Li alîyekî din, mînaka Skotland û Quebecê jî nîşan dide ku biryardariya ji bo serxwebûnê hertim nayê wateya biserketina rasterast.

Li gorî encamên anketan, 18% heta 25%ê nifûsê daxwaza serxwebûnê dikin. Piranîya mezin a civakê (72%) dixwaze di nav Kanadayê de bimîne. Ev rewş nîşan dide ku dengdan zêdetir amûreke zextê ye li ser Ottawayê da ku destkeftîyên aborî û otonomîyê bên parastin. Herweha helwesta bajaran û herêma gundewar jî ji hev cuda ye:

Bajar
Piştgiriya ji bo veqetînê
Calgary 12% – 14%
Edmonton 16% – 18%
Herêmên gundewar 27%

Bingeha qanûnî û astengiyên navneteweyî

Pisporên hiqûq û self-determînasyonê balê dikişînin ser cûdahiya navbera Quebec û Albertayê. Quebec li ser bingeheke kûr a ziman û nasnameya çandî ya fransî hatîye avakirin, lê li Albertayê nasnameya neteweyî tune ye ku daxwazên serxwebûnê xwe bispêrin wê. Loma destpêkirina proseyeke qanûnî ya serxwebûnê di asta navneteweyî de pir dijwar e. Bingeha sereke ya vê xwestekê tenê nerazîbûna aborîyê ye.

Lêbelê xwesteka rêveberiyê ya ji bo wergirtina kontrola li ser saziyên tenduristiyê, perwerdeyê, bacê û xizmetên ewlehîyê dikare pergaleke kûr a federalîyê biafırîne. Di encamê de, encamên 19yê çirîya pêşîn her çi be jî, tê payîn ku pergala federalîzma Kanadayê ji nû ve bê nûjenkirin.

Cografyaya mezin û aborîya xurt

Alberta ku li rojavayê Kanadayê dimîne û xwedî rûzemîneke mezin a 661.848 km2 ye.  Bi xwezaya xwe ya berfireh a Çiyayên Rockies heta zozan û herêma xwe ya ku deştên mezin pêk tê,  tê nasîn. Nifûsa eyaletê ku nêzîkî 5 milyon kesî ye, zêdetir li du bajarên sereke bi cî bûye: Paytext Edmonton û navenda aborîyê Calgary. Civaka Albertayê ku piraniya wan îngilîzîaxêv in, xwedî çandeke xurt a gundewar û pîşesaziyê ne. Ev paşxaneya erdnîgarî û civakî bûye sedem ku li herêmê nasnameyeke siyasî ya xwedî hişmendîya xwerêvebirinê û dûrî navenda siyasî ya rojhilatê welat (Ottawa) geş bibe.

Ji aliyê performansa aboriyê ve, Alberta motora p”îşesazî û enerjiyê” ya Kanadayê ye. Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya (GDP)  eyaletê  nêzîkî 361,5 milyar dolarên Kanadayê (CAD) ye û Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya serê kesî (GDP per capita)  71.708 CAD e. Bi vê encamê, Alberta li seranserê hemû eyaletên Kanadayê di rêza yekemîn de ye. Petrolê û gaza xwezayî beşeke mezin a dahata Albertayê pêk tîne . Bingeha vê dewlemendiyê di heman demê de bi çandinî û sewalvaniyê tê xurtkirin. Ev aborîya xurt sedema asta bilind a halxweşîya civaka li eyaletê ye. Lê di heman demê de dabeşkirina bac û dahata enerjîyê ya bi hikumeta navendî ya Kanadayê redibe sedema aloziyên siyasî û aborî yên domdar.

Foto: Çemê Bowê ya li Albertayê. /David Josephson/Pexels

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Zugê

Kantona Zugê li bakur û rojhilat xwe digihîjîne sînorên Kantona Zurichê û li başûr û …