Welatê Baskê ji bo yek ji şexsîyeteke xwe yê polîtîk ê herî giring şîn digire. Carlos Garaikoetxea ku di serokê (lehandakarî) yekemîn ê dema demokratîk bû, roja duşemê li Pamplonayê di 87salîya xwe de mir. Garaikoetxea di navbera 1980î û 1985an de wekî lehandakarî kar kir. Di dema lîderîya wî de Welatê Baskê ji daxwazên dîrokî derbasî otonomîyeke polîtîk a şênber bû.
Garaikoetxea di 1938aan de li Pamplona (bi baskî Iruñea) hat dinyê û berîya ku derbasî polîtîkayê bibe perwerdeya hiqûq û aborîyê bû. Ew di 1975an de tevlî Partîya Netewperest a Baskê (PNV) bû di navbera 1977-1980î de pratîyê bi rê ve bir. Garaikoetxea di 1979an de bû serokê Konseya Giştî ya Baskê ku sazîyeke ji bo amadekirina otonomîyê hatibû damezrandin.
Wekî serokê Welatê Baskê, Garaikoetxea wî roleke giring di warê Statuya Otonomîyê yê Welatê Baskê de pêk anî û welêt kir xwedî sîstemeke rêveberîyê ya kêrhatî. Di bin lîderîya wî de sazîyên krîtîk ên rêveberîya xweser ên wekî EITB (sazîya radyo-tv), Osakidetza (sîstema tenduristiyî) û departmana polîsên herêma otonom (Ertzainza). hatin damezrandin. Wî di heman demê de bi rêya statuya Concierto Económico otonomîya fînansî xurt kir û prosesa normalkirina zimanê baskî ya di qada perwerdeyê de meşand.
Digel serfirazîyên wî, dijberîya di nava PNVê de di 1985an de bû sebeba dubendîyê û serokatîya xwe José Antonio Ardanza hişt. Garaikoetxea do 1986an de Eusko Alkartasunayê damezrand û karîyera xwe ya polîtîk wekî parlamentereke baskê domand. Ew di heman demê de, di navbera 1987-1991an de bû endamê Parlamentoya Ewrûpayê.
Mîrateya ku Garaikoetxea li dûv xwe hişt, ji nêzîk ve girêdayî damezrandina otonomîya Baskê ye. Di dema zelalîyê de wî alîkarîya avakirina sazîyên zexm kirin ku îro hîn jî nasnameya polîtîk a Welatê Baskê bi hebûna wan tê pênasekirin.
Foto: Carlos Garaikoetxea-1998, Alberto Elosegi / ARGIA Fototeka CC BY-SA., CC BY-SA 4.0