Katalonya “herêmeke serhildêr” e

 

Rojnameya xwedî prestîja bilind a alman Frankfurter Allgemeine ku ji xeynî Almanya li qada navneteweyî jî zêde tê şopandin, dosyeyeke berfireh li ser tevgerên serxwebûnxwaz ên Ewropayê weşand. Rojname di dosyeya bi sernivîsa “Herêmên serhildêr ên Ewropayê ku di 29 Hezîranê de weşand, li ser herêmên Ewropayê yên wekî Katalonya (Spanya), Bavyera (Almanya), Skoçya (Brîtanya) û Tîrola Başûr (Îtalya) sekinî û gelek agahiyên di derbarê pêşketinên li van herêman dan.

Di dosyaya ji aliyê rojnameger Hendrick Ankerbrand ve hatibû amadekirin de li ser  xebatên tevgera ku serxwebûna Katalonyayê dixwaze agahiyên balkêş hatin dayîn. Li ser vê mijarê, di nûçeyê de hate diyarkirin ku di sala 2009’an de bi armanca balkişandina daxwazên Katalonyayê li Brukselê meşeke ku bi hezaran katalan beşdar bûn hate li dar xistin, di destpêka sala 2012’an de ji aliyê Parlamentoya Katalonyayê serdestiya Katalonyayê hatiye îlankirin û li gelek bajarên herêmê, referandûmên ne fermî yên ji bo serdestiyê hatiye lidarxistin.

Rojnamegerê alman bi gelek nûner û aktorên polîtîk ên katalanan re jî hevpeyvîn kiriye û di encama van heypeyvînan de gihiştiyê wê encamê ku di “Di nava Spanyayê de ji bo Katalonyayê ti çare tune ne.” Di hevpeyvîna bi rojnamegerê Holandî Geert Mak re ku li herêmê çavdêriyan kiriye hatiye kirin de, hin agahiyên balkêş hatine dayin. Geert daye zanîn ku Barselona “jineke şerpeze ye ku xwedî çavên muhteşem in” û gotiye ku ji ber ku hemû nivîsên li ser tabelayên li vî bajarî bi zimanê katalanî hatiye nivîsandin vê yekê ew şaşwaz kiriye.  Geert vê rewşê li Katalonyayê wekî  “tunebûna Spanyayê” bi nav kiriye.

cat_rebelde

Agahiyên makroekonomîk

Rojname di heman demê de di çarçoveya îhtimala serxwebûna Katalonyayê de hin agahiyên makroekonomîk jî dane. Di grafîka ji bo hatina neteweyî ya sere mirov hatiye amadekirin de, hatina serê mirov li Katalonyayê 26.600 euro, li Spanyayê 22.800 euro û li Extremadûrayê ku herêma herî xizan ê Spanyayê ye 15.900 euro ye. Di heman grafîkê de ji aliyê hatina tevahî ve Katalonya û Fînlandiya hatiye miqayesekirin. Li gorî vê, hatina tevahî ya Katalonyayê 199.000 milyon euro ye û dewleteke serbixwe yê wekî Fînlandiya 195.000 milyon euro ye.

Anketa li ser serxwebûnê

Di rojnameyê de anketek li ser rewşa alîgir û dijberên serxebûnê yên her çar herêmên Ewropayê jî hatine dayin. Li gorî anketa di derbarê Katalonyayê de ji % 56’ê katalanan serxwebûnê xwestine û tenê ji % 23’ê beşdarên anketê li hember serxwebûnê helwest nîşan dane.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …