Ji Baskê daxuyaniya enternasyonalîst

 

 

 

Komîteya Enternasyonalîst a li Welatê Baskê bi daxuyaniyekê destekê da têkoşîna gelê kurd a li bakurê welat.

Serfiraziya hilbijartinê ya HDP’ê û têkçûna planên Erdogan ên ji bo sîstema serokatiyê di daxuyaniyê de cî girt û hat diyarkirin ku Erdogan niha ji ber têkçûna planên xwe dest bi zexteke bi xwîn a li ser gel kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tirkiye ku endamê NATO’yê ye û di nava coxrafyaya Rojhilata Navîn de cî digire, di van salên dawî de alîkariya rêxistina Dewleta Îslamî ku amûrê emperyalîzmê yê li herêmê ye, dike.

Daxuyanî li ser îlanên xwerêvebirinê li hin bajarên Kurdistanê jî sekinî. Hat diyarkirin ku gelê kurd li hemberê êrîşên dawî li hin navçeyên Culemêrg, Amed, Wan, Agirî, Mûş û hwd. xwerêvebirina xwe ya îlan kiriye û komîteyê desteka xwe ya ji bo van gavan ragihand.

Di dawiya daxuyaniyê de hat xwestin ku hevşaredarên Sûrê û Farqînê û kesên hatine girtin serbest bên berdan û bombebarana li Çiyayê Qendîlê bê sekinandin.

Komîteya Enternasyonalîst çi ye?

Komite Internazionalistak rêxistineke ku ji bo piştgiriya siyasî ya di navbera gel, kolektîf û kesan de hatiye damezrandin. Armanca sereke ya komîteye şerê li dijî neolîberalîzmê ya bi perspektîfa antî-kapîtalîst û antî-emperyalîst e.

Komîte di dawiya salên 1970’an de li Welatê Bask hat damezrandin. Hemû xebatên destpêkê yên komîteyê bi mebesta destekdayina Şoreşa Sandînîst a li Nîkaraguayê dihatin lidarxistin. Paşê ji bo pêşketinên li El Salvador, Guatemala, Fîlîstîn, Kuba, Meksîka û hwd. de jî xebat hatin meşandin.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …