Dibistanên eyaleta Kurdistanê wê kurdî fêr bikin

 

 

 

Berpirsê Ofîsa Perwerdeyê ya Eyaleta Kurdistanê ya Îranê ragihand ku sala bê wê di dibistanên li eyaletê dersan kurdî bê fêrkirin.

Berpirs Raşîd Gorbanî roja Sêşemê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de diyar kir ku çend saetên ji bo zimanê farisî hatine diyarkirin wê ji bo dersa Zimanê Kurdî vê veqetandin.

gorbani

Gorbanî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Me planekê bi Wezareta Perwerdeyê re nîqaş kir. Vê planê wê îsal amade nebe lê saleke şûn de em ê vê planê bimeşînin.”

Kurtedemek berê Serokomarê Îranê Rûhanî jî çûbû serdana Kurdistanê û li wir gotibû ku wan Ziman û Wêjeya Kurdî xistine nava mifredata zanîngehê. Herwiha Zanîngeha Kurdistanê ya li paytexta Kurdistanê Sanandajê jî diyar kiribû ku ew ê 40 xwendekaran ji bo Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bigirin.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …