Schwyz kantoneke li navenda Swîsreyê ye û ev taybetî ne tenê di alîyê cografîk de ye lê belê di dîroka avakirina welêt de jî roleke navendî lîstîye. Rola kantonê ya di avakirina Swîsreyê de sereke ye û Swîsreya ku bi almanî wekî “Schweiz” tê binavkirin, navê xwe ji Schwyzê girtîye.
PROFÎL
Nifûs: 16,446
Rûzemîn: 907.88 km²
Paytext: Schwyz
Zimanê fermî: Almanî
Tevlîbûna Swîsreyê: 1291
Schwyz kantoneke li navenda Swîsreyê ye û ev taybetî ne tenê di alîyê cografîk de ye lê belê di dîroka avakirina welêt de jî roleke navendî lîstîye. Rola kantonê ya di avakirina Swîsreyê de sereke ye û Swîsreya ku bi almanî wekî “Schweiz” tê binavkirin, navê xwe ji Schwyzê girtîye. Her wiha, sembola kantonê ku xaçeke spî ya li ser zemîna sor e, bûye ala Swîsreyê.
Kantona Schwyzê li bakur û rojava xwe digihîjîne golên Luzern, Zurich û Zugê. Her sê gol di heman demê de piranîya sînorên Schwyzê yên bi van kantonan re pêk tîne. Erdên kantonê ber bi başûr û rojhilat ve bilind dibe û erdên nizm ciyê xwe ji Çiyayên Alpan re dihêlin. Di vê herêma Alpan de, çîyayên wekî Rigi û Mythen (Grosser û Kleiner Mythen)bi heybet bilind dibin û sembolên xwezayî yên kantonê tên naskirin. Lûtkeya Bös Fulenê ku li ser sînorên bi Glarûsê re ye 2,801 mêtro bilind e.
Ji bilî her sê golên navborî ku Schwyz bi kantonên din re parve dike, sê golên din bi tevahî di nava sînorên kantonê de ne. Ev gol Sihlsee (Gola Sihlê), Lauerzersee (Gola Lauerzê) û Wägitalesee (Gola Wägitalê) ye.
Sihlsee wekî bendav hatine çêkirin û ji bo hilberîna elektrîkê tê bikaranîn. Hebûna geliyên asê, daristanên mezin û golên di nava çîyayan de Schwyzê dike yek ji navendên herî girîng ên xwezayî yên li herêma Alpan.
Kurtedîrok
Dîroka Kantona Schwyzê li ser bingeha dîroka bajarê Schwyzê pêk hatîye. Navê bajêr cara ewil di 972an de di belgeyên dîrokî de wekî “Suitez” û “Suiz” derbas dibe. Berîya sazîyên polîtîk ên xwerêvebirinê, yekitîyên civakî yên ji bi bikaranîna erdên komunal derketine holê. Di demên destpêka dîroka polîtîk de rêxistina ji gundîyên maldar pêk dihatin xwe wekî “universitas vallis de switz” (civaka newala schwyzê) pênase kirine. Sazîyên ewil ên rêveberinê Landsgemeinde û Landsrat di sedsala 13. de hatine damezrandin. Landsgemeinde wekî parlamentoyê kar kirîye û ji 100 endaman pêk hatîye. Herçî Landrat bûye, mîsyona konseya kantonê girtîye ser xwe û ji 60 endaman pêk hatîye.

Dîroka sedsalên ewil ên Kantona Schwyzê ji polîtîkaya berfirehkirina erdên kantonê pêk hatîye û loma jî Schwyz gelek caran bi cîranên xwe re şer kirîye. Alozîya ewil a herî mezin bi Manastira Einsiedelnê re pêk hatîye û piştî têkoşîneke dûvedirêj, Schwyz Einsiedelnê xist bin kontrola xwe. Piştî vê, rêveberîya Schwyzê berê xwe daye cîranên xwe û bi darê zorê gelek wargeh û erdên din dagir kirîye. Lêbelê Zurich û Luzernê nehiştine Schwyz zêdetir ber bi bakur ve rojava ve berfireh bibe û di sala 1450an de sînorên kantonê hema hema stabîl bûne.
Habsburgan di sedsala 13an tevlî Schwyzê herêma li navenda Swîsreyê xistin bin kontrola xwe. Kontola polîtîk a vê dewleta biyanî di gav bi gav di nava civaka heta niha serbixwe dijîya nerazîbûnê zêde kir. Schwyzê vê mixalefetê kir bingeha doza serwerîya xwe û di 1291an de bi Uri û Unterwaldenê re peymaneke hevkarî û parastina li hemberî Habsburgan mor kirin. Ev peyman wekî gava ewil a pêkhatina Swîsreyê tê qebûlkirin. Ji ber Schwyz ji alîyê leşkerî û polîtîk ve ji herdu kantonên din xurtir bû, di nava demê de navê xwe li hemû welêtê nû kir ku wekî “Schweiz” hat binavkirin. Schwyz ji vê demê û bi şûn ve bi lîstikvanê sereke yê polîtîk a di nava welêt de ev yek heta ku kanton û bajarên mezin tevlî yekitîyê bû, berdewam kir.
Kantona Schwyzê di dema Reformasyonê de wekî kantonên katolîk ên di navenda welêt de li hemberê belavbûna protestantîyê helwestê girt. Schwywz di sedsala 16an de di şerê bi bajar û kantonên prostestan re ên wekî Zurich û Bernê re pêşengîyê kir.
Kantonê heman polîtîkayê di sedsala 19an de jî domand û vê carê jî ligel tifaqa katolîk li dijî kantonên protestan şer kir. Nasnameya xurt a katolîkîyê di sala 1798an de vê carê Schwyzê bi Fransaya ku Swîsreyê dagir kir re rû bi rû anî. Hêzên Schwyzê tevlî kantonên cîran li dijî fransîyan şer kirin lêbelê bi ser neketin. Fransîyan wekî ceza, Schwyzê tevlî çend kantonên cîran kirin parçeyeke Kantona Waldstatenê ya di nava Komara Helwetîk de. Lêbelê ji ber nerazîbûnên berfireh ên Swîsreyê lîderê Fransayê Napolyon di dewsa vê komara navendîparêz de di 1803de Konfederasyona Swîsreyê ava kir û Schwyz wekî kanton di nava vê dewletê de cî girt.
Alozîya di navbera herêman û navenda Schwyzê de bi sedan salan parçeyeke dîroka polîtîk a kantonê bûye. Bajar û deverên ji alîyê Schwyzê ve tevlî kantonê hatine kirin herdem daxwaza parastina otonomîya xwe kirine lêbelê navend vê qebûl nekirîye. Alozî di 1832an de veguherîye serhildanekê 1832an de bi navê Kantona Ausserschwyz serwerîya xwe ragihandin e. Dewleta federal midaxaleyê vê meseleyê kirîye û bi şertê temsîlîyeta polîtîk a deverên serhildêr, yekitîya Kantona Schwyzê pêk hatîye.

Demografî û ziman
Schwyz ji dîroka û vir ve kantoneke almanîaxêv e û loma jî almanî zimanê wê yê fermî ye. Ji % 90î zêdetir ê civakê dîyar dikin ku ew bi almanî diaxivin. Schwyzerdütsch devoka serdest ê kantonê ye ku di piranîya jîyana rojane de tê axaftin. Ji bilî almanî herî zêde zimanên koçberan tên axaftin ku di nava wan de zimanên sirbî û albanî bi rêjeya ji % 2.7 li pêş in. Portûgalî û îspanyolî zimanên din ên giring ên bîyanîyan ku ji alîyê % 1.5ê civakê vê tên axaftin.
Rêjeya nifûsa koçberên ji derveyî welêt bi qasî ji % 23.8ê nifûsê ye û ji rêjeya navîn a Swîsreyê kêmtir e. Almanya bi rêjeya ji % 4.2an welatî herî li pêş e ku welatîyên wê li Schwyzê bi cî bûne. Bi rêjeya % 2.2 Sirbistan welatê duyemîn e û Îtalya jî bi % 2.1 welatê sêyemîn e.
Schwyz ji alîyê dîn ve her dem wekî keleyeke katolîkîyî bûye û dêrê heta sedsala 20î jî wekî sazîyeke sereke ya xwedî hêzeke mezin bûye. Tevlî guherînên civakî û aborî yên di sedsalên dawî de jî ji % 51ê civakê hîn jî endamê Dêra Katolîk a Roman in. Protestan nêzîkî ji % 12yê civakê pêk tînin û endamên Dêra Evanjelîk a Reformkirî ne. Hejmara protestanan li deverên dûrî navenda Schwyzê ku nêzîkî Zurichê ne, zêdetir in lHejmara misilmanan a li kantonê di salên dawî de zêde dibe û niha ji % 4.4ê civakê misilman in. Koma çaremîn a dîn bi % 2.5 xrîstîyanên ortodoks in ku ji welatên Balkanan an ji rojhilatê Ewrûpayê hatine.
Aborî
Bingeha aborîya Kantona Schwyzê bi sedan salan lli ser bingeha bazirganîya berhemên şîr û dewaran a bi Îtalyayê pêk dihat. Îzolasyona ji ber cografyayê û çanda mihefezekar a katolîk bû sebeba modernbûna dereng a Schwyzê. Kanton di ber bi dawîya sedsala 19an de tevlî tora rêyên hesinî yên Swîsreyê hat kirin û bi vî awayî derîyên wê zêdetir ji derve re vebûn. Ji ber mezinbûna nifûsê û tunebûna kar, di vê demê de koça ji kantonê ber bi derve ve, bi taybetî jî ber bi Amerîkayê dest pê kir.
Tevlî van guherînan jî, moderbûnbûna berbiçav a civak û aborîya kantonê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kir û di salên 1960î de pêş ket. Aborîya ku li ser xwedîkirina dewaran û berhemên şîr bilind dibû, ciyê xwe ji endustrî û sektora xizmetê re hişt. Îro çandinî tevlî berhemên daristanan encax ji 4 heta 6 ji % aborîyê pêk tîne. Endustrî niha gihîştîye ji ji 26 heta 28 ji % yê aborîya kantonê û sektora xizmetê jî di navbera 68 û 70 ji % hemû aborîta kantonê ye. Alîyekî din ê balkêş ê sektora xizmetê, ciyê xurt ê fînansê ya di nava wê de ye. Kêmbûna baca şîrketan a li kantonê (11.7 ji %) û tunebûna baca mîrasê kantonê ji bo şîrketan kirîye cîyekî balkêş. Navenda Tora Koma Teknolojîya Tenduristîyê ya Swîsreyê (HTCS) ku 250 şîrket, înstîtuyên lêkolînê û karsazên karê di qada tenduristîyê de dixebitin endamê wê ne, li Schwyzê ye.
Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN) ya Kantona Schwyzê 11.6 milyar CHF ye û di vî warî de Schwyz di nava 26 kantonan de di rêza 18. de ye. Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya serê her kesî 70.799 CHF ye. Rêjeya bêkarîyê li kantonê bi 1.3 ji % gelek kêm e û di bin rêjeva navînî ya Swîsreyê ( 3.2 ji %). Ev nîşaneke giring e ya ji bo xurtbûna aborîya kantonê.

Sîstema polîtîk
Sîstema polîtîk a Kantona Schwyzê li ser hîmên federalîzmê, demokrasiya rasterast û muhafezekariya xurt a çandî ava bûye. Schwyz bi parlamento, hikûmet û dadgehên xwe xwedî erkên berfireh e. Parlamento (Kantonsrat) sazîya herî bilind a kantonê ye ku ji 100 kursîyan pêk tê. Hikumeta kantonê (Regierungsrat) ya ji 7 kesan pêk tê, ji alîyê partîyên di parlamentoyê de ne (bi giranî partiyên muhafezekar û rastgir mîna SVP û Die Mitte) tê damezrandin. Kantona Schwyzê di Parlamentoya Federal de ji alîyê 4 kursîyan ve tê temsîlkirin. Herwiha, kanton 2 nûnerên xwe dişîne senatoya Swîsreyê ya ku bi navê Konseya Kantonan.
Destûra Bingehîn a nû ya kantonê di sala 2010an de ji aliyê gel ve hatiye qebûlkirin û di sala 2011an de ketiye merîyetê. Ev destûra nû, cihê Destûra Bingehîn a kevn a ji sala 1974an girtiye û wekî bingeha nûjen a mafên parastina gel û saziyan tê qebûlkirin. Destûr di warê fînans, bac, perwerde, çand, tenduristî û ewlekarîyê de erkên berfireh dide kantonê.
Daraz qadeke din a giring a mijara otonomîya kantonê ye. Dadgeha Kantonê (Kantonsgericht) sazîya herî bilind a darazê ya Kantona Schwyzê ye û navenda wê li bajarê Schwyzê ye. Di bin sîbata darazê de, dadgehên navçeyan (Bezirksgerichte) jî roleke giring dilîzin. Schwyz xwedî hêza polîs a kantonê ye ku wekî Kantonspolizei Schwyz tê binavkirin. Ewlekarîya navxweyî ji alîyê vê departmanê ve tê pêkanîn.
Asta duyemîn û sêyemîn a otonomîyê navçeyên kantonê (Bezirke) û beledîyeyên li kantonê (Gemeinden) ne. Schwyz xwedî taybetmendiyeke bêhempa ye ku li Swîsreyê yekane kanton e di dabeşkirina desthilatdariya herêmî ye. Ji ber ku kanton erkên fermî di navbera navçe û beledîyeyan de parve dike. Li kantonê 6 navçe û 30 beledîyeyên otonom hene. Meclîsên beledîyeyan dikarin di çarçoveya otonomîya xwe ya berfireh de—bi taybetî di warê diyarkirina rêjeya baca xwecîyî de—qanûnên derbarê meseleyên xwecîyê de derxin. Kanton bi rêya sîstema federal, desthilatdariyeke mezin dide şaredariyên (Gemeinden) xwe da ku ew bixwe rêjeya baca xwe ya herêmî diyar bikin. Ev azadiya darayî hiştiye ku şaredariyên mîna Freienbach û Wollerau di asta navneteweyî de bibin navendên herî naskirî yên xwedî baca kêm.
Amadekar: Necat Ayaz – Fatoş Demirtaş
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat