Nidwalden wekî sê cîranên xwe (Obwalden, Uri, Schwyz) kantoneke biçûk a almanîaxêf e û li navenda Swîsreyê ye. Piranîya erdên Nidwaldenê ji beşeke Çîyayên Alpan (Unterwaldner Voralpen) pêk tê. Lêbelê çiyayê herî bilind a li Nidwaldenê Rotstöckli (2901 mêtro) ye ku beşeke Alpên Uriyeyê ye. Gelî û çîyayên vê kantonê ji bo geştîyaran kesên sporên xwezayê dikin derfetên mezin pêşkêş dikin.
PROFÎL
Nifûs: 45. 462
Rûzemîn: 275, 84 km²
Paytext: Stans
Zimanê fermî: Almanî
Tevlîbûna Swîsreyê: 1291
Nidwalden wekî sê cîranên xwe (Obwalden, Uri, Schwyz) kantoneke biçûk a almanîaxêf e û li navenda Swîsreyê ye. Sînorên bakur ên kantonê Gola Luzernê ye ku di heman demê de sînorên bi Kantona Luzernê pêk tîne. Her sê alîyên din ên Nidwaldenê bi rêzeçiyayan hatine dorpêçkirin. Li rojava û başûr Obwalden, li rojhilat Uri, li bakurêrojhilat Schwyz cî digirin. Herwiha, li başûr di navbera wê û Bernê de jî sînorekî kurt heye. Paytexta kantonê Stans tevlî çend bajarokên din, li erda nizm a berûberê Gola Luzernê dirêj dibe, cî digire.
Piranîya erdên Nidwaldenê ji beşeke Çîyayên Alpan (Unterwaldner Voralpen) pêk tê. Lêbelê çiyayê herî bilind a li Nidwaldenê Rotstöckli (2901) ye ku beşeke Alpên Urîyê ye. Erda herî nizm a kantonê dora Gola Luzernê ye ku ev jî nakeve bin 400 mêtroyan. Gelî û çîyayên vê kantonê ji bo geştîyaran kesên sporên xwezayê dikin derfetên mezin pêşkêş dikin. Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal di 1999an de tevlî Obwaldenê Nidwaldenê jî wekî kantoneke normal pênase kir. Heta wê demê herdu kanton wekî “nîv-kanton” dihatin nasîn Nidwalden wekî “Unterwalden nid dem Wald” (Unterwaldena li jora daristanê) dihat pênasekirin. “Unterwalden” têgeheke giştî ye ku di dîrokê de ji bo axa hevbeş a her du kantonan dihat bikaranîn. Li gel kantonên Uri û Schwyz, Unterwalden yek ji sê kantonên resen ên Swîsreyê dihat hesibandin.
Kurtedîrok
Dêrên li Engelberg û Murbach-Luzernê hatine damezrandin, ji sedsala 8an û pê ve li Nidwaldenê bûne xwedî otorîte. Dema malbata Habsburg kontrola xwe li herêmê pêk anîye, her du dêrên katolîk erkan bi serdestên nû re parve kirine. Dêr erka xwedîtîya erdan û berhevkirina bacê domandin e. Habsburg jî bi rêya payeya xwe ya “vogt” (walî/rêvebir) erka daraz û berhevkirina leşkeran di destên xwe de girtine. Têkoşîna ji bo bidestxistina erkan li hemberê serdestên bîyanî bûye bingeh ji bo yekitîya kantonan û Nidwaldena ku parçeyeke Unterwaldenê bûye, di 1291ê de bi Uri û Schwyz re kakilê Konfederasyona Swîsreyê ava kirîye.
Tevlî vê realîteya dîrokî jî, sazîya ewil a polîtîk a Nidwaldenê a bi navê Landsgemeinde(meclîsa kantonê) di sedsala 14. de derketîye holê. Ji vê sedsalê pê ve, nûnerên ji Nidwalden û Obwaldenê ji bo gotûbêjkirina meseleyên hevpar dem bi dem hatin cem hev.
Pêkhatina otorîteya polîtîk a li ser erdên Nidwaldenê bi qanûna 1456an ji alîyê hiqûqî ve hatîye rewakirin ku êdî mirov dikare qala serwerîyê bike. Unterwalden di sedsala 14an de wekî du nîv-kanton hatin dabeşkirin. Nidwalden wekî “Unterwalden nit dem Kernwald” (Unterwaldena li binîya Daristana Kernwaldê) hat pênasekirin ku ev, heta sala 1798an berdewam kir. Nidwaldenê û Obwalden wekî nîv-kanton bûn xwedîyê kursîyekê di sazîya hevpar a kantonan Tagsatzungê de. Obwaldenê di asta temsîlîyetê de li pêş bû û ji bo du salan dibû xwedîyê êv kursîyê. Li alîyekî din, nûnerê Nidwaldenê encax ji bo salekê dikaribû li ser vê kursîyê rûniştibana.

Geşedana ku di dîroka dema modern a Nidwaldenê de derketîye holê koça qismeke civakê ber bi derveyî kantonê ye. Di qonaxa ewil de sebeba vê koçê xizmeta leşkerîyê ya ji hêzên bîyanî re bûye ku gelek kesên ji kantonê wekî çavkanîyeke debarê vî karî kirine. Lêbelê ji nîvê sedsala 16. heta dawîya sedsala 18an û ji ber gelek kes ji bo aborîyê koçî Alsace, Prûsya û Rûsyayê kirine. Gelek kes ji vê koma koçberên ku koçî Alsaceê kirin li vê herêmê bi cî bûn. Piştî kontrola Fransayê ya li Swîsreyê, Nidwalden tevî Engelberg û navçeya Stans bû parçeyeke Kantona Waldstätten a Komara Helwetîk. Li piraniya deverên Swîsreyê, destûra nû ya bingehîn bêyî berxwedanê hate pejirandin. Lêbelê, li Nidwalden, pergala polîtîk û civakî ya pêşkeyî ku ji alîyê fransîyan ve hatine anîn erênî pêşwazî nekir. Ji ber ku armancên Şoreşa Fransî di nava civaka gundewar a kantonê de ne populer bûn. Loma jî Nidwalden destûr û plana tevlêbûna Kantona nû ya Waldstätten red kir û jî demeke dirêj bû sebeba krîza sîyasî ya di navbera wê û Komara Helvetîk de. Ji lew re jî artêşa fransî midaxale kir û Nidwaldenê dagir kir. Civaka Nidwaldenê di berxwe da di serhildanê de li derdora 300 kes ji alîyê fransîyan ve hatin kuştin. Piştî têkçûna Napolyon a di sala 1814an, fransî ji Swîsreyê vekişîya û Nidwalden wekî parçeyeke kantona Unterwaldenê bû parçeya Konfederasyona Swîsreyê.
Demografî û ziman
Nidwalden di navenda herêma almanîaxêv de ye û ji mêjve ye almanî zimanê kantonê ye. Modernbûna dereng û pê re asta lawaz a bajarvanîyê bûne sebeb ku herêm demeke dirêj ji derve girtî be. Loma almanî niha jî zimanê % 92 yê nifûsê. Wekî gelek kantonên cîran, zaravaya alemannîk a bilind li Nidwaldenê serdest e. Erdên nizm ên kantonê yên li dora Gola Luzernê di bin bandora devoka Luzernê de ne.
Rêveberîya Nidwaldenê ji bo parastina nasnameya kantonê di sedsala 17. de qedexeya danîye ser koçar ji derve û vê qedexeyê heta sala 1728an hatîye dirêjkirin. Piştî vê jî, kantonê mafên xwedîtîya erdan ên bîyanîyan û zewaca bi jinên ji derveyê kantonê re û bazirganîya bi bi bîyanîyan re bisînor kirîye. Loma niha jî rêjeya biyaniyan a di nava nifûsa giştî de encax digihîje ji %18an û ev jî li welêt yek ji rêjeya herî kêm e. Ji ber ku rêjeya navîn a bîyanîyan a Swîsreyê zêdetirî ji %27an e. Koma koçberan a herî mezin îtalî û alman in û portûgalî, fransî û kosowayî bi hejmara xwe koma duyemîn a herî mezin in. Ji alîyê dîn ve, Nidwalden wekî kantonên di navendî yên Swîsreyê bi piranî katolîk e. Rêjeya kesên bawermendên Dêra Katolîk in ji % 67. Dêra Katolîk heta sala 1950yî jî di her astê de li kantonê serdest bû û heta wê salê ji % 92yê nifûsa kantonê hîn jî katolîk bû. Di navbera dêr û polîtîkayê de têkilîyeke ji nêzîk ve hebû û ev yek li ser bingeha hiqûqî ya destûra bingehîn a 1848an pêk hatibû. Lêbelê lîberalbûna polîtîka û aborîyê ya di sedsala 19. de vê rewşê guherand û bandora dêrê kêm bû. Niha li kantonê Dêra Protestan jî dixwaze hebûna xwe xurt bike û rêjeya bawermendên wê niha digihîje ji % 11an. Rêjeya kesên ku ne bawermendê tu dêrî an dînên din in, di navbera ji % 17 û 20an de ye.

Aborî
Nidwalden di qonaxên ewil ên dîroka xwe de kantoneke çandiniyê bûye ku li ser bingeha aborîya malbatan pêk hatîye. Bazirganîya bi rêya rotayên başûr ên bi Îtalyayê re ku ji firotina berhemên çandinîyê û bi taybetî ji penêr pêk dihat, alîyekî giring ên aborîyê bû. Ji dawîya sedsala 19an heta vê sedsalê aborîya Nidwalden ji kantoneke îzolebûyî ya çandinîyê ve veguherîye navendeke aborîya pêşketî ku ji endustrî û sektora xizmetê pêk tê. Çêkirina rêyên bejahîyê, întegrebûna Nidwaldenê bi rêyên hesinî yên Swîsreyê û zêdekirina seferên keştîyan li Gola Luzernê Nidwaldenê bi rengekî xurt bi bazarên welêt û Ewrûpayê ve girê daye.
Sektora xizmetê bi rêyeja ji % 67an sektora herî giring a kantonê ye, Sebeba vê giringîyê ev e, Nidwalden stratejîyeke baca kêm a ji bo kesan û şîrketan dişopîne û loma gelek şîrketên xizmetê yên swîsrî û navneteweyî li kantonê xebatê dikin. Sektor piranîya îstihdama kantonê pêk tîne û dibe sebebeke esas a halxweşîyê. Tûrîzma ji bo dewlemendan a li Çiyayên Alpan û ya li dora Gola Luzernê yek ji alîyê giring ê vê sektorê ye.
Endustrî ji % 27.6ê aborîya Nidwaldenê pêk tîne û duyemîn sektora mezin a kantonê ye. Febrîqeya Balafira Pilatus a yek motor a li Stansê, hilberîna asansor û teleferîkan beşên herî giring ên vê sektorê ne. Herwiha, hilberîna medîkal, alavên optîk û yên elektronîk parçeyeke sektora endustrîyê ne. Çandinî ku bikaranîna daristanan jî tê de, bi rêjeya ji % 5an sektora sêyemîn a kantonê ye. Çandinî êdî ne meseleyeke debarê ye ji malbatan lê bûye kareke prosfesyonel ku ji marketên di destên malbatan de pêk tê û ji destekeke xurt a fînansê ji kantonê digirin.
Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN) ya Nidwaldenê 3.31 milyar CHF ye û sebeba vê kêmbûnê nifûsa wê ya biçûk e. Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya serê herkesî a kantonê 74,952 CHF ye û Niwalden di vî warî de di nava kantonan de di rêza 17. de ye. Daneyeke din a halxweşîya aborîya kantonê nîşan dide, kêmbûna rêjeya bêkarîyê ye. Rêjeya bêkarîyê ya li Nidwaldenê ji %1.1 e û ji rêjeya bêkarîyê ya navîn a Swîsreyê ( %2.8) gelek kêmtir e.

Sîstema polîtîk
Nidwalden di çarçoveya federalîya Swîsreyê de di nava sînorên xwe de xwedî erkên berfireh ên qanûnçêkirin, rêvebirî, aborî û darazê ye.Kanton di asta polîtîk de ji alîyê du sazîyan ve tê birêvebirin ku yek ji wan parlamento ye (landrat) a din hikumet e (regierungsrat)e. Landrat ji 60 wekîlan pêk tê ku ji bo çar salan tên hilbijartin. Bi armanca ku her 11 navçeyan bi rengekî misoger di parlamentoyê de bên hilbijartin, ji bo her yek ji wan re kotayeke 2 kursîyên garantî hatine veqetandin. Herçî Regierungsrat e, ji 7 endaman ku di hilbijartinê de bi ser dikevin pêk tê.
Temsîlîyeta polîtîk a Nidwaldenê di asta federal de hatîye bisînorkirin. Kanton di dewsa du nûneran de ji alîyê nûnerekî/ê ve di Konseya Kantonan de tê temsîlkirin.Sebeba vê jî ev e, Nidwalden tevlî Obwaldenê demeke dirêj wekî parçeyeke Kantona Unterwaldenê bûye û her yek ji wan wekî nîv-kanton hatine qebûlkirin.
Hêjayî gotinê ye, berî çend salan jî welatîyên Kantona Niwaldenê dikaribûn di civînên giştî yên girseyî de ku wekî Landsgemeinde dihat binavkirin, dengên xwe bi kar anîbûna. Lêbelê di vê 1996an de vê rêbaza demokrasîya rasterast hat betalkirin.
Nidwalden bi taybetî erkên xwe yên fînans û aborîyê bi rengekî kêrhatî ji bo dîyarkirina baca o dahata şîrket û şexsî vê bi kar tîne. Kantonê ji bo bibe navendeke kar a ji bo şîrketên navneteweyî herdu cure bacan kêm dike. Tendurustî û ewlehîya herêmî du erkên sereke ên kantonê ne. Kanton van erkên xwe bi rêya nexweşxane û departmana polîsan a kantonê pêk tîne.
Perwerde û polîtîya çandî du erkên din ên kantonê ne. Kanton çarçove û standardên perwerdeyê dîyar dike û dibistanên perwerdeya bilind a ya pîşeyî kontrol dike. Erkên li derveyî van, ji alîyê 11 beledîyeyên ve tên bikaranîn. Paytext Stans bi 8,000 nifûsa xwe bajarê herî mezin e ku piranîya sazîyên kantonê li dihewîne û tevlî beledîyeyên din gelek erkên ji asta xwecîhî re hatine hiştin bik ar tîne.
Amadekar: Necat Ayaz – Fatoş Demirtaş
Di hejmara 45. a e-kovara Kurdistanê de hatîye weşandin.
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat