Quebec: Nîv-dewleta li Amerîkaya Bakur û keleha fransî ya Kanadayê

Quebec ku piştî “Şoreşa Bêdeng” ji bo parastina nasnameya xwe ya çandî berê xwe da reformên kûr ên modern, îro bi rêya sîstemeke asîmetrîk di nava Kanadayê de xwedî statûyeke nîv-dewletî ye. Herêm bi sepandina hişk a Qanûna 101 û 96an zimanê fransî wekî tekane zimanê fermî diparêze û bi kontrolkirina polîtîkayên koçberiyê û berhevkirina bacên xwe, hêza xwe ya aborî û civakî zêde dike. Tecrûbeya referandûmên 1980 û 1995an û stratejiya nû ya pragmatîk a Parti Quebecois nîşan didin ku modela Quebecê ji bo xwerêveberiya zimanî û statuya polîtîk mînakeke kêmpeyde û dînamîk e.

PROFIL: NASNAMEYA HERÊMÊ

Nifûs: 8.8 mîlyon (2026)

Rûber: 1.542.056 km²

Paytext: Bajarê Quebecê

Zimanê fermî: Fransî

Statû: Eyaleta Otonom a Taybet (2006)

Di dîroka siyasî û zagonî ya cîhanê de, sîstemên federal bi giştî ji bo lihevanîna civakên pir-etnîkî, cihêrengiyên zimanî û dabeşkirina dadperwerane ya desthilatdariyê tên avakirin. Di vê çarçoveyê de, modela Kanadayê û bi taybetî statûya xwerêveberiyê ya eyaleta Quebecê di lîteratûra siyasî de wekî yek ji mînakên herî serkeftî yên “federalîzma asîmetrîk” tê naskirin.

Quebec ku piştî Şerê Heft Salan di sedsala 18emîn de ket bin kontrola Brîtanyayê, tu carî dev ji nasnameya xwe ya çandî, zimanî û sîstema xwe ya hiqûqa sivîl berneda. Ev berxwedana dîrokî di sala 1867an de gihîşt asteke nû û Quebec bi Qanûna Amerîkaya Bakur a Brîtanî (BNA Act) wekî yek ji çar eyaletên damezrîner ên Kanadayê hat venasîn. Siyasetmedarên fransîaxêv tenê bi şertê parastina xweseriya herêmî, mafên dînî û sîstema hiqûqî ya naskirî tevlî vê konfederasyonê bûn. Vê rola aktîf a di avakirina dewletê de kir ku Quebec ji destpêkê ve ne tenê wekî eyaleteke asayî, lê wekî hevparê sereke yê peymana federal bibe xwedî bandor.

Modela federal a Kanadayê li ser sê stûnên sereke ava bûye: Kanadayîyên resen ku hejmara wan ji ber kiryarên kolnyalîzmê hatîye kêmkirin, Kanadaya fransîaxêf û Kanadaya îngilîzîaxêv. Bingeha vê sîstemê dihêle ku eyalet di nav sînorên xwe de serweriya qanûnî û îdarî bimeşînin. Berevajî sîstemên navendîparêz ên ku otonomiyê wekî xetereyê dibînin, federalîzma asîmetrîk a Kanadayê maf daye Quebecê ku di gelek qadên bingehîn de bernameyên giştî yên federal cîbicî neke, bacên xwe yên herêmî berhev bike, sîstema xwe ya sîgorta û teqawidiyê ava bike û di mijara koçberîyê  de xwedî biryara dawî be.

Ciyê Quebecê ya di nava Kaandayê de

JI “ŞOREŞA BÊDENG” BER BI AVAKIRINA NASNAMEYA NÛJEN

Dîroka nûjen a Quebecê bi veguherîneke gelekî kûr a di salên 1960î de balê dikişîne ser xwe, ku wekî “Şoreşa Bêdeng” (Révolution tranquille) tê naskirin. Heta vê serdemê, civaka fransîaxêv a Quebecê di warê aborî, pîşesazî û rêveberiyê de di bin hegemonyaya kêmara îngilîzîaxêv û Dêra Katolîk de mabû. Bi Şoreşa Bêdeng re, dewleta herêmî ya Quebecê hat nûjenkirin; saziyên perwerdeyê ji kontrola dêrê hatin derxistin, xizmetên sektora tenduristiyê hatin berfirehkirin û çavkaniyên xwezayî (bi taybetî sektora hîdroelektrîkê) hatin neteweyîkirin.

Ev hişyarbûna neteweyî ya li Quebecê ne tenê di warê navxweyî de, lê di asta navneteweyî de jî bû sebeba bandoreke mezin. Di sala 1961an de “Mala Quebecê” li Parîsê hat vekirin û di 1965an de yekem peymana fermî ya perwerdehiyê di navbera Quebec û dewleteke serwer anku Fransayê de hat îmzekirin. Ev pengav bû bingeha mafê Quebecê ku rêya qada navneteweyî jê re vekir. Lutkeya vê pêvajoyê di sala 1967an de bi serdana serokkomarê Fransayê Charles de Gaulle a bajarê Montrealê pêk hat. De Gaulle di nava coşa sed hezaran mirovan de dirûşmeya dîrokî ya serxwebûnxwazan berz kir: «Vive le Québec libre!» (Bijî Quebeca azad!). Vê axaftinê alozîyeke dîplomatîk di navbera Parîs û Ottawayê de çêkir, lê pozîsyona Quebecê di qada cîhanî de zexmtir kir.

ŞERÊ ZIMANÎ: PARASTINA FRANSÎ LI DIJÎ HEGEMONYAYA ÎNGILÎZÎ

Prensîna herî krîtîk a ku niştecîyên Quebecê di her şertûmercan de diparêzin, parastina zimanê fransî ye. Quebec eyaleta fransîaxêv a Kanadaya federal e û bi nifûsa xwe ya ku li derdora 8.8 mîlyonî ye, wekî keleha ziman û çanda fransî li Amerîkaya Bakur tê qebûlkirin. Bajarê Montrealê piştî Parîsê duyemîn bajarê herî mezin ê fransîaxêv e li seranserî cîhanê. Lêbelê, ji ber ku eyalet di nava parzemîneke bi sed mîlyonan mirovên îngilîzîaxêv de hatîye dorpêçkirkirin, xetereya asîmilasyonê û paşveçûna ziman her dem di rojevê de ye.

Ji bo pêşîgirtina li vê xetereyê, di sala 1977an de bingeha hiqûqî ya ziman bi pejirandina “Qanûna Zimanê Fransî” (Qanûna 101ê) hat sazkirin, ku fransî wekî tekane zimanê fermî yê eyaletê ragihand. Tevî van tedbîran jî, daneyên îstatîstîkî nîşan dan ku rêjeya bikaranîna zimanê fransî di nav kargeh û saziyan de bi taybetî li bajarê Montrealê ber bi paşveçûnê ve diçe û hejmara îngilîzîaxêvan bi lez zêde dibe. Wezareta Federal a Zimanên Fermî ya Kanadayê jî qebûl kir ku fransî li seranserî welat di xetereyê de ye.

TECRÛBEYA REFERANDÛMAN Û MAFÊ DÎYARKIRINA QEDERÊ   

Meseleya serxwebûn û mafê diyarkirina qederê (self-determination) di dîroka Quebecê de ne tenê nîqaşeke teorîk e lêbelê tecrûbeyeke kûr a pratîkî ye. Gelê Quebecê heta niha du caran di dîrokê de ji bo avakirina dewleteke serwer çûn ser sindoqan û deng dan.

  1. Referandûma sala 1980î:Referandûm di dema René Lévesque de ku serokê Quebecê û damezrînerê Parti Québécois (PQ) bû, hat lidarxistin. Di vê dengdanê de 60%ê welatiyan ji bo Quebec di nava Kanadayê de bimîne deng dan û projeya serxwebûnê hat redkirin.
  2. Referandûma sala 1995an:Ev dengdan di dîroka têkoşîna ji bo serwerîyê ya cîhanê de bû yek ji dengdana herî krîtîk. Di dengdanê de, alîgirên serxwebûnê bi rêjeya 49.42%  li hemberî 50.58%î têk çûn. Bi gotineke din, tenê bi cudahiya nêzîkî 50 hezar dengan Quebec di nava sînorên Kanadayê de ma.

Piştî referandûma 1995an, Dadgeha Bilind a Kanadayê di biryara xwe ya dîrokî ya sala 1998an de dîyar kir ku eger gelê Quebecê bi piranîyeke zelal dengê xwe ji bo serxwebûnê bi kar bîne, dewleta federal a Kanadayê mecbûr e ku derîyên muzakereyê ji wê re veke. Li hember hewldanên hikumeta federal ên ji bo bisînorkirina vê biryarê, Piştî vê, Parlamentoya Neteweyî ya Quebecê “Qanûna 99an” qebûl kir. Ev qanûn bi mebesta parastina mafê biryardayîna qederê teqez dike ku yek deng ji 50% zêdetir be,  ji bo ragihandina serxwebûnê û pênasekirina îradeya gel bes e û ti saziyek derve nikare midaxaleyî vê îradeyê bike.

AZADÎYA FÎNANSÎ Û DÎNAMÎZMA ABORÎYÊ

Ji bilî serweriya siyasî û parastina ziman, stûna herî xurt ku pênaseya modela asîmetrîk a Quebecê dike, rola wê ya di warê aboriyê û serxwebûna wê ya darayî de ye. Xwerêveberiya siyasî gava bi çavkaniyên darayî û budçeyeke karîger neyê piştgirîkirin, rê li ber statûyeke qels vedike. Mînaka Quebecê îspat dike ku xweseriya aborîyê statûya siyasî xurt dike û erka biryardayînê zindî dike.

Li gorî statûya xwe ya federal, Quebec xwedî maf e ku bacên xwe yên herêmî (bacên li ser dahatê û saziyan) berhev bike û bi rengekî serbixwe birêve bibe. Ji bilî vê azadiya darayî, Quebecê sîstema xwe ya serbixwe ya sîgorta û teqawidiyê ava kirîye ku rasterast di bin kontrola eyaletê de ye. Ev azadîya aboriyê ligel rêveberiya çavkaniyên xwezayî (bi taybetî neteweyîkirina sektora hîdroelektrîkê di dema “Şoreşa Bêdeng” de) destûrê dide ku eyalet bêyî hewcedariya navendê li ser piyan bisekine. Bingeha aborîya Quebecê li ser pêşxistina sektora hîdroelektrîkê û birêvebirina berfireh a çavkaniyên xwezayî hatiye sazkirin. Ev sîstema taybet bi hev re azadîya siyasî û aborî ya Quebecê bihêz dike û ji bo xweseriya wê ya di nav sîstema federal de dibe bingeheke zexm.

Di rojeva îro ya stratejiya aborîyê de, çareserkirina krîzên kêmasiya xaniyan, kêmkirina burokrasiyê û parastina aramîya darayî di rêza pêşîn de cih digirin. Ji aliyê din ve, li hember guherînên jeopolîtîk û polîtîkaya bazirganiyê ya hikumeta Trump a DYAyê, Quebec bi baldarî tedbîran digire da ku aramiya bazara xwe ya navxweyî biparêze.

PRAGMATÎZMA PARTI QUEBECOIS: SERDEMEKE NÛ DI SÎYASETA QUEBECÊ DE

Di qada siyasî ya îro ya Quebecê de, piştî serdemeke ku mijarên aborî û îstikrara civakî ketibûn pêşiya rojeva serxwebûnê, careke din guherîneke mezin a siyasî pêk tê. Di salên borî de, tercîha hilbijêran nîşan dabû ku fikara geşepêdana aborî û dîtina kar ji projeyên siyasî girîngtir dihat dîtin. Ev jî bûbû bûbû sebema têkçûna partiyên serxwebûnxwaz ên wekî Parti Québécois (PQ). Lêbelê di rapirsînên dawî yên salên 2025-2026an de, PQ di bin serokatiya Paul St-Pierre Plamondon de careke din ket pêşiya hemû partiyên federalîst.

Tevî vê bilindbûna dengên serxwebûnxwazan, rêveberiya nû ya Parti Québécois di mijara pêkanîna referandûmeke nû de stratejiyeke gelekî baldar û pragmatîk dimeşîne. Serokê partiyê Plamondon ragihand ku eger ew di hilbijartinên nû de bibin hikumet jî, heta ku guherînên geopolîtîk û alozîyên siyasî yên li Amerîkayê berdewam bikin (bi taybetî dema serokatiya Donald Trump li Qesra Spî), ew ê referandûma serxwebûnê li dar nexin.

Ev stratejiya nû li ser van pîvanan ava bûye:

Aramiya aborî û dîplomatîk: Siyasetmedarên Quebecê baş dizanin ku şerê polîtîkaya bacên zêde yên rêveberiya Amerîkayê dikare rasterast zirarê bide aboriya eyaletê û di nava civakê de bêaramîyê zêde bike.

Polîtîkaya meseleyên civakî: PQ diyar dike ku ew ê berê xwe bidin krîza xanîyan, kêmkirina burokrasiyê, reformên tenduristîyê û pişt re jî mijara referandûmê bînin rojevê.

Referandûm di 2029an de: Partîya serxwebûnxwaz plan dike ku  piştî sala 2029an meseleya referandûmê têxe rojevê da ku heta wê demê baweriya welatiyan di warê aborî û siyasî de bi ji bo partîyê xurt bibe.

ENCAM Û DERSÊN JI TECRÛBEYA QUEBECÊ

Ezmûna nêzîkî sedsalekê ya Quebecê di nava federasyona Kanadayê de encamên gelekî balkêş di mijara xebatên xwerêvebirinê de pêşkêşî cîhanê dike. Quebec nîşan dide ku federalîzm gava ne wekî sîsteme zexm û navendî, lê wekî “çareseriya asîmetrîk” bê bikaranîn, dikare di heman demê de serwerî û pêkvejiyanê di nava hevsengiyê de pêk bîne.

Bi vê perspektîfê 3 dersên sereke ji modela Quebecê dikarin bên derxistin:

  1. Garantiya zimanî bingeha serweriyê ye:Bêyî sazkirina qanûnên hişk ên parastina zimanê dayikê di kargeh, dibistan û rêveberiyê de, otonomiya siyasî nikare nasnameya civakî biparêze.
  2. Xweseriya mîkro-aborî û sazîbûn:Erkên berhevkirin û birêvebirina bacên navxweyî, avakirina sîstema teqawidiyê û peywendiyên navneteweyî, dihêle ku herêm bêyî hewcedariya navendê li ser pêyan bisekine.
  3. Pragmatîzma siyasî û dema guncaw:Doza serxwebûnê tenê bi hest û dirûşmeyan bi ser nakeve; çareserkirina krîzên jiyana rojane yên welatîyan û hilbijartina zemîna aram a navneteweyî şertê bingehîn e ji bo serkeftina referandûmê.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Giravên Alandê: Yekemîn herêma xweser a cîhana modern

DOSYEYA TAYBET | AUTONOMOS Aland: “Dewlet di nava Dewletê de” Otonomiya zimanî, civakeke demîlîtarîzekirî û …