Arşîvên Tag: ziman

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. Pîvana Wikipediayê ya ji bo amadekirina lîsteya zimanên ensîklopedîyê bi kar anî, hebûna 10,000 gotaran e. Zimanê katalanî serfiraziya xwe ya di platformên online de didomîne. Vê carê Wikipediayê nûçeyeke xweş ji bo serfirazîya katalanî …

Bêtir »

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku ew bi katalanî dizanin. Bi heman qanûnê wê Desteya Kordînasyonê ya Ziman û Konseya Neteweyî jî bê damezrandin. Tê ragihand pêşniyazqanûn wê bandorê li 3,000 kesên bîyanî bike. Andorra naveroka pêşnûmaya ji bo parastina katalanî …

Bêtir »

Frîzland dixwaze zimanê xwe biparêze

Herêma Frîzland (Fryslân) a li Holandayê bi rêûrêbazên zanistî dixwaze zimanê dayikê biparêze. Lêkolînerên sazîyên ziman wê di çarçoveya projeyekê de du salan di nava malbatan û ciwanên berzewac de xebatê bikin. Di dema lêkolînê de wê pêdiviyên malbatan ku dixwazin zarokên xwe bi zimanê frîzî mezin bikin, bên tespîtkirin. …

Bêtir »

Piranîya ciwanan fêrî zimanê baskî dibin

% 70 ji ciwanên di navbera 16 û 24an de dikarin bi baskî biaxivin. Di salên 1990î de vê rêjeyê di nava heman koma ciwanan de % 25 bû. Li Welatê Baskê zanîna zimanê baskî her ku diçe zêde dibe. Niha yek ji sêyê hemû nifûsê êdî dikare bi zimanê …

Bêtir »

Danezana Bazîdê pengaveke dîrokî ye

Hevpeyvîn: Necat Ayaz Kurdên ku pêşengiya neteweya kurd û têkoşîna azadiya gelê kurd dikin, li ser navê kurdan siyasetê dikin divê bi awayekî wêrek û şoreşger hişê xwe yê kurdîtiyê bînin serê xwe û li gor wê tevbigerin. Divê kurdî hîn bibin, divê siyaseta xwe bi kurdî bikin, bi kurdî …

Bêtir »

Destekê di berdêla parastina ziman de dan

Encama hilbijartinê çi be bila bibe, divê DEM Partî wek ku di danezana xwe de jî destnîşan kiribû, ji niha û pê ve hem wek partî, hem jî hemû şaredarî, hem di nava xwe de, hem jî di nava gel de, bi awayekî stratejîk, birêkûpêk, şênber û domdar ji bo …

Bêtir »

Bajarên pirzimanî yên cîhanê

Ji aliyê pîvana parastina ziman ve bajarê herî zêde xwedî cigêrengîya zimanî Toronto ye. Her yek ji koma axêverên ziman ên ji vî bajarî zêdetirî % 1ê nifûsê pêk tînin. Bajarên Ewrûpa û bakurê Amerîkayê her ku diçe zêdetir dibin bajarên pirzimanî. Axêverên zimanên ji parzemînên din ên cîhanê koçî …

Bêtir »

Ji bo zimanê baskî dimeşin

Bernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj didome wê di 24ê adarê de li  bajarê Bayonayê ya li Fransayê bi dawî bibe. Bernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî hat ragihandin. Piştî vê, di 14ê adarê de beza Korrikayê ji …

Bêtir »

DEM Partî Wan soza parastina kurdî da

Şaxa Wanê ya DEM Partîyê proseya hilbijartinê veguherand firsendeke ji bo gotûbêja parastina ziman. Partîyê  di 3yê adarê de bi tevlîbûna 14 namzetên jin, serokên parêzgeh û navçeyên Wanê komxebatekê li dar xist. Di komxebatê de zirarên polîtîkayên asîmîlasyonê û pratîka qeyûmên dewletê hatin gotûbêjkirin û ji bo parastina kurdî …

Bêtir »

Skotland butçeya saziya ziman kêm dike

Hukumeta Skotlandê biryar girt, butçeya ji bo Desteya Zimanê Galîkî kêm bike. Aktîvîst di wê baweriyê de ne, biryara hukumeta Skotlandê wê bandoreke xerab li parastina ziman bike. Meseleya parastina zimanê galîkî bi biryareke hukumetê ket rojeva Skotlandê. Hukumeta Skotlandê biryar girt, butçeya ji bo Desteya Zimanê Galîkî (Bòrd na …

Bêtir »

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket rojevê. Wezîra Perwerdeyê ya Îspanyayê Pilar Alegria got, “heta ku zimanê astûrî nebe zimanê fermî, ne pêkane bibe xwedî derfetên fermî yên ji bo parastinê.” Daxwaza fermîbûna ziman careke din li Asturyasê bilind dibe. Ev …

Bêtir »

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên çandî” pêşî li pêşketina îngilîzî bigire. Welatê Gal (Cymru) ji bo parastina zimanê xwe di nava hewldanan de ye. Hukumeta herêmî bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Pengava ji bo zimanê galî, bi …

Bêtir »

Mozambîk heye Kurdistan tune ye

Dîrektora-Giştî yê UNESCOyê Audrey Azoulayê di Roja Zimanê Dayikê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Giringiya perwerdeya bi zimanê dayikê peyama sereke ya vê daxuyaniyê bû. Azouleyê got, % 40 ji niştecîhên li seranserê cîhanê ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) …

Bêtir »

Li malbatên Amedê tirkî serdest e

Di serî de li Amedê, li 3 bajarên mezin zanîna kurdî daketiye astekeke bi xetere. Dayikên li Amedê ragihandine, bi tenê %8,8 axaftina wan a bi zarokan bi kurdî pêk tê. Nûçeyeke dawî ya di medyaya kurd de hat weşandin, ji bo asta asîmîlasyonê îşaretên alarmê dide. Di nûçeya ji …

Bêtir »

Zextên li ser kurdî hatin protestokirin

Divê hemû tevger, partî, sazî, dezgeh û derdorên kurd stratejî, polîtîka û xebatên xwe yên ji bo Kurdî bi rengekî şênber diyar bikin, ji bo zimanê Kurdî budçe, xebatkar û hemû derfetên pêwîst veqetînin û ji bo statu, perwerdehî, serbestî û azadiya Kurdî her dem têbikoşin. 21 sibatê ya Roja …

Bêtir »

Dema zimanekî dimire

Anîmasyona bi navê Ihcuac thalhtolli ye miqui (Dema zimanekî dimire), bi zimanê nahuatl a li Meksîkayê hatiye weşandin. Helbest ji aliyê Migeul Leon Portilla ve di 2017an de hatiye nivîsandin. Anîmasyona bi navê “Ihcuac thalhtolli ye miq” (Dema zimanekî dimire) bi zimanê nahuatl a Huastecayê yê li Meksîkayê hatiye weşandin.  …

Bêtir »

Têkoşîna ziman û dibistanên binerdî

 Mîrza Ronî Heke îro dayîkên Kurd ji bo zimanên xwe nikaribin ji balafirgehan derbikevin, heke îro şanoya kurdî were qedexekirin, heke li Îranê stranên kurdî were qedexekirin û heke îro zimanê kurdî ne zimanê perwerdê be, wî demî hewceye carekdin wekî pêşiyên me gotine; ”Em kumê xwe deynin ber serê …

Bêtir »

Valencia ji bo katalanî meşiya

Li herêmên Valencia û Murciayê yên li rojhilatê Îspanyayê çalakiyên ji bo zimanê valensî hatin lidarxistin. Di çalakiyên li bajarên Valencia, Castello de la Plana, Alicante û Gandiayê daxwaza parastina zimanê valensî hat kirin. Di daxuyaniyan de bang li hukumet rastgir a Valenciayê hat kirin, “mafên ziman ên welatiyan misoger …

Bêtir »

Kevirê mezin elameta neavêtinê ye

Receb Dildar Mirov hinek tiştan gav bi gav bi dest dixe. Di nav şert û mercên îro de, hêz û qeweta me tune ye ku em di carekê de zimanê xwe bikin fermî û xwedî statu; lê em dikarin her derfetê bi kar bînin û pêlikek bi jor bikevin.  Gotineke …

Bêtir »

Mirov parçe parçe rizgar dibe

Samî Hêzil Helwesta hin saziyên ku piştgiriyê nadin xebata ji bo dersên bijarî jî tê nîqaşkirin. Ev sazî li gor prensîba mafê perwerdehiyê yê bi zimanê dayîkê tevdigerin, lewre jî ew daxwaza mafê gaspkirî yê perwerdehîyê bi tevahî dikin û qîma xwe bi tavîzên biçûk naynin. Ew helwest wekî prensîbeke …

Bêtir »

Dersa Kurdî prestîja ziman bilind dike

Netîce Altûn Bi hilbijartina van dersan em hem vê mebestê eşkere dikin û vala derdixin, hem jî ‘prestîj’a zimanê xwe di çavên zarokên xwe de bilindtir dikin û terorîzekirina dewletê ya zimanê xwe pûç dikin. Dixwazim bejim ku prestîja ziman her tişt nebe jî ‘pir tişt’ e. Di serî de …

Bêtir »