Arşîvên Tag: xwecî

Amerîka toponomiya xweciyan diparêze

Li Amerîkayê tabelayên li ser riyên bejahî êdî bi zimanên xwecî jî tên nivîsandin. Ev jî riyeke parastina sembolîk e ji bo van zimanên di bin xetereya tunebûnê de ne. Ev pratîka duzimaniya navên ciyan bi xebata parazvanên zimanên xwecî pêk tê. Li Amerîkayê îşaretên li ser riyên bejahî êdî …

Bêtir »

Aborîgîn di referandûmê de têk çûn

Aborîcînên Awustralyayê firsenda naskirina polîtîk bi referendûmekê winda kirin. Zêdetirî 5 milyon kes ango 40 ji % welatiyan dengên xwe dan pêşniyaza mafên polîtîk ên Aborîcanan. Ji bo pêşniyaza naskirinê bê qebûlkirin divê piraniya dengên hilbijêran û piraniya dengên 4 ji 6 eyaletên Awustralyayê bigirtana. Aborîcînên Awusralyayê firsenda naskirina polîtîk …

Bêtir »

Kanada tazmînatê dide miletên xwecî

Hukumeta federal a Kanadayê û gelên xwecî li ser peymaneke din a tazmînatê li hev kirin. Ottowa qebûl kir, ji bo zirara gihîştiye zarokên xwecî foneke 17.35 milyar dolarî amade bike. Ev peyman wê rasterast bandorê li 300,000 zarokên xweciyan û malbatên wan bike. Hukumeta federal a Kanadayê û gelên …

Bêtir »

Li Kanadayê bernameya parastina ziman

Ji bo parastina zimanê inuktitut, li Kanadayê bernameyeke taybet a bi navê Nuna tê meşandin. Nuna di zimanê inuktitut de tê wateya “erd” û xwendekar di nava jingeha xwe ya etnîk de perwerde dibin. Li Kanadayê zimanê inuktitut hewl dide bi riya perwerdeyê zindî bimîne. Ji bo ev pêk were, …

Bêtir »

Li Brazîlê xwecî ji bo hilbijartinê amade ne

Cara yekem ji 45 komên xwecîhî yên ji 24 eyaletan di hilbijartinê de namzetiya xwe ragihandin Nûnerên xweci bi taybetî dixwazin li dijî siyaseta serokê rastgir Jair Bolsonaro helwestê bigirin Xweciyên Brazîlê îsal bi awayek nedîtî berê xwe dan qada siyasetê. Cara yekem ji 45 komên xwecîhî yên ji 24 …

Bêtir »

Papa ji xweciyên Kanadayê lêborîn xwest

Papa bi xweciyên li dibistanên asîmîlasyonê re hevdîtinekê li dar xist Mezinê alema katolîk, di hevdîtînê de li ser navê dêrê ji xweciyan lêborînê xwest Dêra Katolîk dawiya dawî li sûcên xwe yên li dijî xweciyên Kanadayê mukur hat. Papa li eyaleta Alberta ya Kanadayê çû serdana xweciyên rastî zilm …

Bêtir »

Inuit li dûv fermîbûna zimanê xwe ne

A.Rahman Çelîk Zimanê Inuktitut li herêma Nunavutê ya li Bakurê Kanadayê tê axaftin. Nunavut di sala 1999’an de di bin navê statuya “herêm”de (territory) statuyeke lawaz a otonomiyê wergirt. Ji bo zindîkirina zimanên xwecî yên li ser dinyayê ku Kanada serkêşiya wan dike, Neteweyên Yekbûyî bi dehan salane xebateke daye …

Bêtir »

Kostarîka: Mafên xweciyan heye lê hukumet pratîze nake

Li Kosta Rîkayê ku yek ji welatê Amerîkaya Latîn e, di demên dawî de êrişên li dijî xweciyan zêde bûne. Komên çete yên girêdayî kesên dewlemend, bi armanca ew terka erdên xwe bikin, êrişê xweciyan dikin û gelek caran di van êrişan de xwecî tên kuştin. Serokê Kosta Rîkayê Karlos …

Bêtir »

Xweciyên li Brezîlyayê bi qirbûnê re rû bi rû ne

Rêvebiriya rastgir a Bolsonaro ku bûye alavek kêrhatî ya sîstema neolîberalîzmê,  ji bo pêşîgirtina li şewbê tevdîrên pêwîst  nagire. Gelê xwecî yên li Brezîlyayê koma herî jar e ku wê zirarê ji ber vê xemsariya mezin bibîne. Pisporên tenduristiyê li ser vê meseleyê li zengila xetereyê didin û didin zanîn, …

Bêtir »

Japonya hebûna gelê ainu qebûl kir

Japonya qanûnek ku pê hebûna gelê xwecî yê ainu nas dike qebûl kir. Di qanûnê de tê destnîşankirin ku divê Japonya çanda gelê ainu ku li girava Hokkaidoyê dijîn.  biparêze. Nûnerên ainu diyar dikin ku qanûn mafê diyarkirina qederê (mafê çaresenûsiyê) û mafê xwedîbûna erd qebûl nake û lewma jî …

Bêtir »

Jinek xwecî ji bo Parlamentoya Brezîlyayê hat hilbijartin

Brezîlya ji damezrandina xwe û heta aniha bi binpêkirinên mafên gelên xwecî tê naskirin. Dewlet û şîrketên mezin ên neteyî û navneteweyî bi mebesta bidestxistina dewlemendiya binerdê û sererdê her dem li ser axa xwecî kolonîzasyoneke berfireh meşandine. Lê îcar gelên xwecî yên ku piraniya wan li herêmên Amazonê dijîn, …

Bêtir »

UNESCO: Divê zimanên xwecî bên parastin

UNESCO (Rêxistina Perwerdeyê, Zanistê û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî) bi armanca bîranîna xwendekarên “Şehîdên Ziman” ên Bangladeşê, di 1999’an de 21 Sibatê Dîroka Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî diyar kir. Çar xwendekarên ku di xwepêşandanên di 21 Sibata 1952’an de hatibû lidarxistin de ji aliyê hêzên dagirker ên Pakîstanê ve …

Bêtir »

Bi dûblajê xizmetê ji zimanê xwe re dike

Zimanên gelên xwecî yên Kanadayê li hember belavbûna îngîlîzî û fransî demeke dirêje bingeha xwe ya di civakê de winda dikin. Bi mebesta parastina van zimanan, di asta lokal de gelek hewldan tên kirin. Hin ji van hewldanan dûblaja fîlman e ku ji bo parastina ziman girîng tê hesibandin. Xortekî …

Bêtir »

Parlamentoya Ewrûpayê biryarekê li ser mafên xweciyan girt

Di demên dawî de rewşa gelên xwecî yên cîhanê bêtir dikeve rojeva welatên Rojava. Cara dawiyê mijara gelên xwecî di Parlamentoya Ewrûpayê (PE) de bû. Parlamentoyê di 3’yê Tîrmehê de bi biryarekê qebûl kir ku gelên xwecî yên cîhanê rastî binpêkirinên mafan dibin. Biryara ku ji aliyê endamê parlamentoyê raportor …

Bêtir »

Xwecî civîna serokwezîrê Kanadayê boykot kirin

Berpirsên rêxistinên xwecî yên li Kanadayê îsal jî beşdarê civîna salane ya Serokwezîrê Kanadayê ya li New Brunswickê tê lidarxistin nabin. Berpirs dan xuyakirin ku sebeba ku ew vê civînê boykot dikin ev e ku hikumet di dewsa ew wekî serokên xweciyan bibinîn, wan wekî “rêxistin” bi nav kiriye”. Berpirsên …

Bêtir »

Facebook bi zimanê înûktîtut xizmetê dide

Di Roja Nunavut’de ku cejna xweciyên li bakurê Kanadayê ye hat diyarkirin ku wê sala bê Facebook bi zaravayên zimanê înûktîtût xizmetê bide. Ji bo pêkanîna vê xizmetê Facebook ji niha ve bo wergera peyvên di malpera xwe de bi axêverên van zaravayan re têkilî datîne. Berpirsên civaka nûnavût ên …

Bêtir »

Xwecî ji serokê nû yê Meksîkayê bi hêvî ne

Serokê nû yê welat Lopez Obrador sozên girîng dabûn xweciyên welat. Di nava van sozan de naskirina mafê xwedîtiya erdên xweciyan jî heye. Eyaletên herî xizan ên Meksîkaya federal li başûrê welat cî digirin û nifûsa piraniya van eyaletan ji xweciyan pêk tê. Eyaletên xwecî yên xizan ev in: Oaxaca, …

Bêtir »

Serokê Taywanê ji bo xweciyan soza xweseriyê da

Xwecî ji % 2’yê nifûsa Taywanê pêk tînin û di dîrokê de rastî cudaxwaziya rêvebiriyên Taywanê hatine. Di serokatiya Tsai Ing-wen de (endamê DPP’yê ku alîgirê serxwebûna girava Taywanê dike) kurtedemek berê diyar kir ku wê di 1’ê Tebaxê de merasîmekê bê lidarxistin û di vê bernameyê de ew ê …

Bêtir »

Aktîvîstê xwecî 40 sal in di girtîgehê de ye

  Aktîvîstê xweciyê amerîkî Leonard Peltier di girtîgehên Amerîkayê de 40 salên xwe bi dawî kir. Komîteya Navneteweyî ya Parastina Leonard Peltier (ILPDC) nameyeke Peltier weşand. Di nameyê de têkoşerê azadiya xweciyan Peltier wiha nivîsî: “Di 6’ê Sibatê de wê 40 salên min ên di girtîgehê de bi dawî bibe! …

Bêtir »

Endonezya mafê xweciyan nas dike

        Serokê Endonezyayê Joko “Jokowi” Widodo soz da ku qanûna li ser mafên xweciyan a demeke dirêje hatiye sekinandin, wê bê qebûlkirin. Jokowi vê teahuda xwe di civîna xwe ya bi Tifaqa Gelên Komegiravan (AMAN) re eşkere kir. Jokowî di heman deme de diyar kir ku ew …

Bêtir »

AFN: Divê li Kanadayê 60 ziman bibin fermî

      Li Kanadayê serokê Meclîsa Neteweyên Yekemîn bi armanca rizgariya zimanên xwe, ji hikumetê daxwaza zêdekirina fonan kir. Perry Bellegard ku serokê Meclîsa Neteweyên Yekemîn (AFN) e, da xuyakirin ku divê statuya fermî ji bo 60 zimanên xwecî yên li Kanadayê “armanca dawî” ya hikumetê be û ji …

Bêtir »