Arşîvên Tag: polîtîka

Almanya qerta pereyan wê bide penaxwazan

Fatoş Demirtaş  Almanya wê êdî di dewsa pereyan de qertekê bide penaberan. Hikumet radigihîne, bi vê tedbîrê ew dixwaze pêşî li ber şandina pereyan ji bo derveyî welêt bigire. Almanya wê êdî di dewsa pereyan de qertekê bide penaxwazan. Biryara derbarê mijarê de ji aliyê Parlamentoya Almanyayê Bundestagê ve hat …

Bêtir »

Ewrûpa peymana penaberîyê qebûl kir

Parlamentoya Ewrûpayê pêşnûmeya reforma derbarê polîtîkayên penaberî û koçberiyê de qebûl kir. Esasên vê peymanê li ser kontrola hişk a sînoran û hevkarîya welatên ewrûpî bilind dibe. 160 rêxistinên mafên mirov ku di nava wan de Amnesty International (Efûya Navneteweyî) jî heye rexneyên giran li vê peymanê dikin. Parlamentoya Ewrûpayê …

Bêtir »

Barbarîzm li Kurdistanê li ser kar bû

Ayşegul Dogan got li 31 deverên Kurdistanê bi rêya hilbijêrên veguhestî midaxale hatîye kirin. Bi giştî li 31 navendan 46 hezar û 901 hilbijêrên veguhestî (leşker û karmendên dewleta tirk) hatine tespîtkirin. Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê derbarê hilbijartinên xwecîhî de civîneke çapemeniyê li …

Bêtir »

Kurdistan bersiveke sîyasî da kolonyalîzmê

DEM Partîya ku kurdan temsîl dike, li bakurê Kurdistanê serkeftineka sîyasî bi dest xist. Tevî hemû zilm û zora siyasî û leşkerî ya dewleta tirk, partiyê li Bakur bû hêza sîyasî ya yekemîn. Namzetên welatparêz ên vê partîyê li 3 bajarên mezin, 7 bajar, 58 navçe û 7 bajarokan hatin …

Bêtir »

DEM Partî li Çêrmûgê yekemîn e

Şaredariya bajêr ji 1999an û vir ve herdem bûye para partiyên sîstemê yên dewleta tirk. Vê carê DEM Partîyê dixwaze li Çêrmûgê were ser kar û dawî li sîstema talanê bîne. Îhtimala ku partîyê dikare di hilbijartinê de bi ser bikeve bi lêkolîneka qadê tê piştrastkirin. Çêrmûg yek ji navçeyên …

Bêtir »

Îspanya efûya katalanan qebûl kir

Parlamentoya Îspanyayê pêşnûmaya efûya serxwebûnxwazên katalan qebûl kir. Piştî parlamentoyê wê pêşnûma biçe Senatoya Îspanyayê. Çavkaniyên nêzîkî hukumetê radigihînin, ji qanûna efûyê wê 400 serxwebûnxwazên katalan sûdê werbigirin. Saziya sivîl a katalan Omnium diyar dike, hejmara kesên wê ji qanûnê sûdê werbigirin li derdora 1,500 ye. Parlamentoya Îspanyayê pêşnûmaya efûya …

Bêtir »

Tuncer Bakirhan rolmodelekî çawa ye?

Recep Dildar Bêdengîya ji bo ziman mirin e. Heke rexne hebin divê niha bên kirin. Piştî Kurdî pûç bibe û derbasî nifşên li dû me nebe, girîna ji bo wî bêfeyde ye. Gotineke me heye dibêje, “Bi gur re dixwe, bi xwedî re digirî.” Asîmîlasyona ku em bi destê xwe …

Bêtir »

Swîsre û tedbîra 24 saetan a ji bo penaberan

Fatoş Demirtaş Swîsre dixwaze  di 24 saetan de bersivê bide daxwazên penaxwaziyê yên ji 4 welatên li Afrîkayê. Saziyên sivîl ên mafên penaberan diparêzin fikarên xwe yên derbarê mijarê de radigihînin. Swîsre meseleya tundkirina sîstema ji bo penaberan nîqaş dike. Saziyên sivîl ên mafên penaberan diparêzin fikarên xwe yên derbarê …

Bêtir »

Albanya peymana bi Îtalyayê re erê kir

Cengiz Demirtaş Parlamentoya Albanyayê peymana koçberiyê ya bi Îtalyayê re erê kir. Peyman destûrê dide hikûmeta Îtalyayê bi hezaran koçberên ji Deryaya Spî hatine rizgarkirin li Albanyayê li kampeka li Albanyayê bi cî bike. Albanya peymana koçberiyê ya bi Îtalyayê re erê kir. Parlamentoya Albanyayê li servê vê mijarê civînekê …

Bêtir »

Weimar qonaxeke giring a dîroka Almanyayê ye

Komara Weimarê yek ji qonaxeke girîng a di riya Almanyaya demokratîk û federal de ye. Meclîsa Weimarê di nava vê bê bêaramiyê de kom bû û xwest bi riya hin reforman dewleta heyî biparêze. Bingehên Komara Weimarê bi destûra bingehîn a ji aliyê sosyologê navdar Max Weber, akademîsyen Hugo Preuss …

Bêtir »

DEM Partî namzetên Kurdistanê eşkere kirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) namzetên xwe yên ji bo hilbijartinên 31ê adarê eşkere kirin. DEM Partî xwestibû bi riya dengdana gel namzetên xwe hilbijêre û ji bo vê, li 90 navendên bi ser 10 bajarên Kurdistanê pêşhilbijartin hatibûn lidarxistin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) …

Bêtir »

Sîstema fransî pêşî li pêşniyazqanûna Macron girt

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji yekan sêyê vê belgeyê ango ji 35 xalên ji 86 xalan red kirin. Xalên ku herî zêde endamên konseyê helwest nîşan dan, yên derbarê kêmkirina alîkariyên civakî û pêkvejiyana malbatan de bû. Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji bo pêşniyazqanûna nîqaşbar a hukumeta Macron …

Bêtir »

Îran û Tirkiye 10 peymanên nû îmze kirin

Serokên her du dagirkerên gewre yên Kurdistanê Îran û Tirkiye duh hevdîtineke din lidarxistin. Her du dewletên dagirker digel nakokiyên xwe yên mezin jî li ser bingeha pêşîgirtina gelê kurd bi hev re hevkariyê dikin. Serokên her du dagirkerên gewre yên Kurdistanê duh hevdîtineke din lidarxistin. Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî …

Bêtir »

Sanchez û Puigdemont wê hevdîtinê bikin?

Partiya katalan Juntsê ragihand, Pedro Sanchez û Carles Puigdemont wê hevdîtinekê bikin. Lêbelê berdevka hukumeta îspanyol got, “Haya wê ji vê hevdîtinê tune ye.” Pedro Sanchez bi desteka partiya serxwebûnxwaz a Katalan Juntsê hukumetê damezrandibû. Siyaset katalan diyar kir, Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez û Serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont wê …

Bêtir »

Îspanya efûya serxwebûnxwazan gotûbêj dike

Parlamentoya Îspanyayê  îro dest bi gotûbêja li ser qanûna efûya katalanan dike. Ku ev qanûn bê qebûlkirin wê 300 katalanên serxwebûnxwaz bên efûkirin. Parlamentoya Îspanyayê efûya serxwebûnxwazên katalan gotûbêj dike. Hukumeta Sanchez wekî soz dabû, pêşniyaza efûyê çar hefte berê pêşkêşî parlamentoyê kiribû. Wekîlên parlamentoya navendî îro dest bi gotûbêja …

Bêtir »

PE Konferansa Kurd li dar xist

18. Konferansa Kurd a li Parlamentoya Ewrûpayê ye di 6 û 7ê kanûnê de hat lidarxistin, bi dawî bû. Beşdarên ji Kurdistan, Tirkiye û cîhanê di konferansê de li ser aliyên cuda yên meseleya kurd gotûbêjan kirin. Meseleya self-determînasyonê di rojeva bernameyê de cî negirt û pisporên vê mijarê ji …

Bêtir »

Aloziya Hûngarya-Ewrûpayê kûr dibe

Victor Orban got, ew dikare hevdîtinên endamtiyê yên ji bo Ukraynayê asteng bike. Nuqteya herî girîng a vê meseleyê xwe dispêre fonên Yekitiya Ewrûpayê yên ji bo Hûngaryayê. Bruksel ji ber polîtîkayê hukumeta Orban dest daniye ser 13 milyar euroyên Hûngaryayê. Aloziya di navbera Hûngarya û Yekitiya Ewrûpayê (YE) de …

Bêtir »

Geert Wilders wê bikaribe hukumetê ava bike?

Serfiraziya lîderê Partiya Azadiyê (PVV) Geert Wilders pêlên şokê belavî Ewrûpayê dike. Partî bi eşkereyî li dijî mafên penaberiyê helwest digire û dixwaze dawî li sîstema penaberiyê bîne. PVV bi mebesta Holanda ji Yekitiya Ewrûpayê derkeve dixwaze referandûmekê li dar bixe. Nîqaşên li ser encamên hilbijartina giştî yên li Holandayê …

Bêtir »

Norwêc dewleta Filistînê nas dike

Parlamenyoya Norwêcê biryara naskirina dewleta Filistînê qebûl kir. Heşt partiyên li welêt ji bo naskirina dewleta Filistînê dengên xwe bi kar anîn. Siyaseta Norwêcê di wê baweriyê de ye, naskirina serxwebûna Filistînê wê bandoreke erênî li ser proseya aştiyê bike. Norwêc xwe amade dike dewleta Filistînê nas bike. Parlamentoya Norwêcê …

Bêtir »

Benazîr Butto ji malbateke Sîndî û Kurd bû

Benazîr Butto di dîrokê de jina ewilî ye ku bû rêvebera welatekî misilman. Lîdera Pakîstanî wekî zarokek ji malbateke Sîndî û Kurd li Karaçiyê hat dinyê. Butto 16’ê Mijdara 1988’an de bû serokwezîra Pakîstanê. Lîdera Pakîstanî wekî zarokek ji malbateke Sîndî û Kurd li Karaçiyê hat dinyê. Malbata wê ya …

Bêtir »

Portugal skandala hiqûqê nîqaş dike

Dozgeriya lêpirsîna gendeliyê dimeşîne ragihand, di warê operasyona li dijî serokwezîr Costa şaşî hatiye kirin. Hat diyarkirin, dozgerî navê serokwezîr Antonio Costa û Wezîrê Aboriyê Antonio Costa Silva tevlihev kiriye. Ev daxuyanî li welêt bû sebeba rexne û nîqaşên berfireh. Civaka Portugalê ji duh ve ye daxuyaniya dozgeriya welêt nîqaş …

Bêtir »