Arşîvên Tag: asîmîlasyon

Tuncer Bakirhan rolmodelekî çawa ye?

Recep Dildar Bêdengîya ji bo ziman mirin e. Heke rexne hebin divê niha bên kirin. Piştî Kurdî pûç bibe û derbasî nifşên li dû me nebe, girîna ji bo wî bêfeyde ye. Gotineke me heye dibêje, “Bi gur re dixwe, bi xwedî re digirî.” Asîmîlasyona ku em bi destê xwe …

Bêtir »

Siyaset divê ji bo kurdî qadên azad biafirîne

Hevpeyvîn: Necat Ayaz Madem em dibêjin ziman tiştekî polîtîk e, wê demê divê zimanê polîtîkayê kurdî be. Lê mixabin siyasetmedarê me vê nakin û bi israr polîtîkayê bi tirkî dimeşînin. Dema siyaset ji bo kurdî qadên azad neafirîne, hêza parastina kurdî jî pêk nayê. Dema ev hêz dernekeve holê, bi …

Bêtir »

Dem ne dema zimanê kurdî ye!

Bi damezrandina DEM Partiyê re hêvîya a ji bo xeteke bêtir kurd û kurdîstanî bilind bû. Ji vê partiyê dihat hêvîkirin, kampanyaya ji bo hilbijartinên 31ê adarê li Kurdistanê bi kurdî bimeşîne. Mixabin ev hêvî bi destpêka kampanyaya hevserokê partiyê Tuncer Bakirhan ji holê rabû. Bakirhan kampanyaya xwe ya li …

Bêtir »

Li malbatên Amedê tirkî serdest e

Di serî de li Amedê, li 3 bajarên mezin zanîna kurdî daketiye astekeke bi xetere. Dayikên li Amedê ragihandine, bi tenê %8,8 axaftina wan a bi zarokan bi kurdî pêk tê. Nûçeyeke dawî ya di medyaya kurd de hat weşandin, ji bo asta asîmîlasyonê îşaretên alarmê dide. Di nûçeya ji …

Bêtir »

Têkoşîna ziman û dibistanên binerdî

 Mîrza Ronî Heke îro dayîkên Kurd ji bo zimanên xwe nikaribin ji balafirgehan derbikevin, heke îro şanoya kurdî were qedexekirin, heke li Îranê stranên kurdî were qedexekirin û heke îro zimanê kurdî ne zimanê perwerdê be, wî demî hewceye carekdin wekî pêşiyên me gotine; ”Em kumê xwe deynin ber serê …

Bêtir »

“Türkiyelileştiremediklerimizden misiniz?”

Divê em bipirsin ka çima xema pirdengî ya ku li ser van civakan nayê ferzkirin ji bo me ferz e. Niha dema afirandina dîskûrekê ye ku aîdî me û organîk e. Bila tirk Tirkiyeyê û faris jî Îranê demokratîk bikin. Werin em bala xwe bidin ser tiştên ku aîdê me …

Bêtir »

Kongreya samîyan di 1917an de civîya

Samiyên norwêcê ji têkoşîna neteweyî re pêşengiyê kirin û di 6êsibata 1917’an de li Trondheimê Kongreya Yekemîn kom kirin. Ji hemû erdên samî lê dijîn 150 nûner tevlî vê kongreyê bûn. Di kongreyê de di meseleyên çêrandina pezkoviyan, têkoşîna hiqûqî, perwerde û birêxistinkirina civakê de biryar hatin girtin. Miletê samî …

Bêtir »

Kesayeta tirkmanc

Rênas JIYAN  Ji bo tirkmancan kurdbûn ne hebûn e, “henek”ek e. Çawa mirov carna ji acizî ji xwe re henekekê dike û sebra xwe pê tîne, kurdbûn jî wiha, henekek e. Nostaljiyek e kurdbûn ji bo tirkmancan, ne realîte ye ew, çûye, miriye; ax, kurdbûn ax! Tirkmancbûn biyanîbûnek e. Kesayeta …

Bêtir »

Namzetê DEMê yê Cizîrê bi tirkî diaxive

Namzetê DEM Partiyê yê Cizîrê Abdurrahim Durmuş di kampanyaya hilbijartinê de gelek caran tirkî bi kar tîne. Durmuş bi vîdyoyeyek ku di 3ê kanûna paşîn de di Facebookê de weşand, bi tirkî xîtabî Cizîriyan kir. Rêxistina Bajarê Şirnexê ya HDPê  di kampanyaya hilbijartinê de piranî tirkî-kurdî bi kar tîne. Rêxistinê …

Bêtir »

Medyaya Kurd û asîmîlasyon

Ji çandê û ziman bigre heta nirxên civaka Kurd ên resen derbeyek giran xwarin û ket bin xetereyeke mezin. Lê yên herî zêde ji vê guhertina şaş re pêşengtiyê kirin û bask li hev xistin da ku qewmê xwe bînin ser dahfikê, bê guman medyaya “Kurd” bû. Bi dîlgirtina birêz …

Bêtir »

Salvegera PKKê û self-asîmîlasyona dîjîtal

Serfiraziyên partiyê, pêdiviya wê ya ji bo gelê Kurd, Rojhilata Navîn û cîhanê ligel propagandayeke mezin, di çalakiyan de derket pêş. Herwiha kanalên televîzyonan bi propagandayeke standard bernameyên xwe weşandin. PKK 45. salvegera damezrandina xwe bi bernameyên wekî kampanyayekê pîroz kir. Bername wekî salên berê bi rojeveke fermî yê navendî …

Bêtir »

Rapora asîmîlasyona li Swêdê hat weşandin

Komîsyona Heqîqet û Lihevhatinê ya Swêdê daxwaz  kir ji ber asîmîlasyonê ji Tornedaliyan lêborînê bixwaze. Komîsyonê di raporê de ji bilî lêborînê “ji bo çareseriyê telafîkirina zirarên pêk hatine” pêşniyazê dewletê kir. Dewleta Swêdê û Dêra Swêdê divê ji civaka Tornedaliyan lêborînê bixwaze. Ev tespît di rapora Komîsyona Heqîqet û …

Bêtir »

Çîn polîtîkaya asîmîlasyonê girantir dike

Çîn li herêmeke Tîbetiyan perwerdeya zimanê dayikê qedexe kir. Mijara gotina qedexeya ziman, li du parêzgehên Kardze û Ngaba ya li  eyalata Sichuanê pêk hat. Li dibistanên seretayî û navîn yên li herêma ku piraniya nifûsê ji Tîbetiyan pêk tê, ji 2025’an û pê ve wê Mandarîn bibe zimanê perwerdeyê. …

Bêtir »

Ka pêşî Kurdî bikin zimanê xwe yê fermî

Dewleteke sondxwarî ku te qir bike, wê çima zimanê te bike zimanekî fermî? Heger tu zorê bidiyê û tu nîşan bidî, ew nikare te qir bike, hingê ew ê ji bêgavî ber bi aliyê te ve gavan biavêje. Wekî din ti rêya din li ber te nîne! Doh li Mexmûrê …

Bêtir »

Pêwîstî bi polîtîkayeke ziman a netewî heye

Îro xetereya li pêşiya zimanê kurdî li metropolan û li diyasporayê di rêjeyeke pir bilind de ye. Asîmîlasyon pir bi lezûbez didome. Proje û programên dagirkeran berfireh û dewlemend in. Li aliyekî înkar û îmha, li aliyê din qedexe û astengî nahêle ziman bêhna xwe vede. Serokê Înstitûta Kurdî ji …

Bêtir »

Qanûna Paşnav destpêka Tirkkirinê ye

Qanûna Paşnav ku yek ji kodên damezrandinê yên dewleta Tirk e, di 21’ê Hezîrana 1934’an de hate qebûlkirin. Dewleta Tirk wê hemû pênaseyên Kurdan û gelên din ên li Tirkiyeyê tune bikira, bi rêya paşnavan wê têkiliya wan bi Tirkbûnê daniya. Bi Qanûna Paşnav re ku piştî damezrandina komarê kete …

Bêtir »

Zimanê Korsîkayê li meclîsa giravê qedexe ye

Dadgeha li bajarê Bastiayê ya li Korsîka di biryara xwe de ragihand, tekane zimanê fermî yê Korsîkayê Fransî ye. Dadgehê bi biryara ku xwe spart Destûra Bingehîn a Fransayê, di Meclîsa Korsîkayê de bikaranîna zimanê Korsîkî qedexe kir. Dadgeheke Fransî bikaranîna zimanê Korsîkî ya di Meclîsa Korsîkayê de qedexe kir. …

Bêtir »

Estonya polîtîkaya asîmîlasyonê didomîne

Piştî serxwebûnê, Estonya, Lîtwanya û Latwiya bi hêza qanûnê marjînalkirina welatiyên rûs kirin polîtîkayeke bingehîn. Ji destpêka sala 2024’an û şûn ve li hemû pêşdibistan û dibistanên seretayî yên li Estonyayê perwerdeya bi zimanê estonî dest pê bike. Statuya kêmarên rûs a li welatên Baltik ji destpêka salên 1990’an û vir ve herdem …

Bêtir »

Netewe bê ziman nabe demokratîk

Divê parastina ziman wekî wekheviya zayendî, bibe yek ji stûnên paradîgmaya tevgera Kurd. Yanî divê hedef civakeke demokratîk, ekolojîk ya xwedî wekheviya zayendî û zimanê Kurdî be. Bêyî hilweşandina serdestiya Tirkî li Kurdistanê û hiyerarşiya civakî û zimanê ya li ser vê bilind dibe, “neteweya demokratîk” pêk nayê. Tekane sînorên …

Bêtir »

Fransa û wekheviya zimanan

Li Parisê, saziyên hêzdar ên wekî Wezareta Perwerdeyê, Konseya Makeqanûnê, Konseya Dewletê hîn jî zimanên herêmî ji bo yekitiya neteweyî û fêrbûna fransî wekî xetere qebûl dikin. Em hêvî bikin rastiyên heyî wê rojekê ew kesan bikin xwedî fikreke maqûl da ku maqûl bifikirin. Ji aliyê pedagojiyê ve perwerdeya îmersiyonê …

Bêtir »

Tirkî heye lê kurdî tune ye

“Malpera Demirtaş bi 4 zimanen e. Welatî ji şerq û xerbê cîhanê dikarin bi tirkî, îngilîzî, almanî û fransî şîrove û nêrînên xwe ji bo Demirtaş bişînin. Lê tiştê balkêş ev e: Zimanê kurdî di malpera wî de nîne.” Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş  ji bo pêşniyazan ji welatiyan …

Bêtir »