Dekolonîzasyon

Di vê kategoriyê de nûçeyên pêvajoya rizgariya koloniyên hêzên mezin ên ewrûpî tê weşandin.

Xweciyên li Brezîlyayê bi qirbûnê re rû bi rû ne

Rêvebiriya rastgir a Bolsonaro ku bûye alavek kêrhatî ya sîstema neolîberalîzmê,  ji bo pêşîgirtina li şewbê tevdîrên pêwîst  nagire. Gelê xwecî yên li Brezîlyayê koma herî jar e ku wê zirarê ji ber vê xemsariya mezin bibîne. Pisporên tenduristiyê li ser vê meseleyê li zengila xetereyê didin û didin zanîn, …

Bêtir »

Bouganville ber bi serxwebûnê ve gaveke girîng avêt

Li başûrê Okyanûsa Pasîfîkê çend girav mane ku hîn ji nîrê kolonyalîzmê rizgar nebûne. Yek ji wan, Bouganville e ku di 40 salên dawî de di bin dagirkirina Papûa Nîw Gîneyê (PNG) de ye. Bi mebesta diyarkirina qederê, di 23’yê Mijdarê de li vê giravê referandûma serxwebûnê hat lidarxistin. 260 …

Bêtir »

Tîmora Rojhilat bi berdêlên giran gihîşt serxwebûnê

Nifûs: 1.167,242 (2015) Berfirehbûn: 15,410 km2 Paytext: Dili Zimanên fermî: Portekîzî, tetûm Serxwebûn: 2002 Yek rastiyek ku li ser serfiraziya têkoşîna ji bo serxwebûnê tesîr kiriye bê guman karên di qada dîplomasiyê de hatine kirin e. Tê qebûlkirin ku dewleteke wekî Endonezyayê mezin ê xwedî artêşek xurt ne di encama …

Bêtir »

Partiyên serxwebûnxwaz li Kaledonya’ya Nû xurt dibin

Partiyên siyasî yên daxwaza serxwebûna Kaledonya’ya Nû dikin ji 54 kursiyên di Kongreya Kaledonya’ya Nû de 26 kursiyan bi dest xistin. Di encama hilbijartina 12’yê Gulanê de hat lidarxistin de bi tenê 2 kursî man ku partiyên serxwebûnxwaz piraniyê bi dest bixin. Partiyên alîgiriya yekitiya bi Fransayê re dikirin di …

Bêtir »

Rizgarkirina Hiş ji Mêtingeriyê hat weşandin

Nivîskarê kenyayî Thiong’o di xebata xwe de rizgarkirina ziman ji mêtingeriya ewrûpî pêşniyazê gelên Afrîkayê dike. Thiong’o di pirtûkê de hewl dide ku “meseleya ziman” wekî teoriyekê di nava xebatên post-kolonyal de bi cî bike. Wergereke hêja ya bi navê Rizgarkirina Hiş ji Mêtingeriyê: Di Siyaseta Afrîkî de Siyaseta Zimên …

Bêtir »

Banga ji bo referandûma serxwebûna Papûaya Rojava

Parlamenter û hiqûqnasên ji her aliyê cîhanê û lîderên doza serxwebûna Papûaya Rojava bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin ku ji bo lidarxistina referandûma serxwebûna Papûaya Rojava ya ji aliyê Endonezyayê hatiye dagirkirin, tedbîrên pêwîst bigire. Beriya vê bangê hêzên Endonezyayê 1,700 xwepêşanderên papûayî girtin. Parlamenterên Navneteweyî yên ji bo …

Bêtir »

Kampanyaya “Papûaya Rojava ya Azad” berfireh dibe

Li Papûaya Rojava ku herêmeke Endonezyayê ye,  tevgera gel serxwebûnê dixwaze. Bi vê armancê, kampanyayeke medyaya sosyal hat destpêkirin. Beşdarên kampanyayê bi hashtaga  #LetWestPapuaVote  (Papûaya Rojava deng dide) li her aliyê cîhanê piştgiriya xwe ji bo serxwebûna herêmê tînin ziman. Di 3’yê Gulanê de Parlamenterên Navneteweyî yên ji bo Papûaya …

Bêtir »

Sahraya Rojava 40 sal in li benda self-determînasyonê ye

    Koloniya kevn a Îspanyayê hîn jî di bin dagirkeriya Fasê de ye û vê dewletê heta niha nehiştiye referandûma self-determînasyonê bê lidarxistin. Peymana Sêalî ya Madrîdê ku di 14’ê Mijdara 1976’an hatibû îmzekirin, îsal 40 salan li dûv xwe dihêle. Bi vê peymanê, Îspanya ji Sahraya Rojava vekişiya …

Bêtir »

Artêşa Endonezyayê lêborînê ji Papûayê xwest

      Fermandarekî payebilind ê artêşa Endonezyayê yê li Papûaya Rojava ji ber îhlalkirina mafên mirov ji gelê Papûaya Rojava lêborînê xwest. Papûaya Rojava nêzîkî 60 sal in ji aliyê Endonezyayê hatiye dagirkirin. Fermandarê Herêma Cenderawasih General Hinsa Siburian di merasîma ku bi minasebeta 70. damezrandina artêşa Endonezyayê ya di …

Bêtir »

Serkeftina dîplomatîk a Papûaya Rojava

  Gava yekemîn a naskirina polîtîk a Papûaya Rojava hat avêtin   Têkoşîna 53 salan a ji bo serxwebûna Papûaya Rojava serkeftineke dîplomatîk bi dest xist. Koma Pêşeng a Melanezyayê (MSG) statuya çavdêriyê da tevgera serxwebûnxwaz a Papûaya Rojava. Ji bo endamtiya tevgera Papûayê kurtedemek berê 150,000 daxwazname pêşkêşî MSG’yê …

Bêtir »

Însîyatîfa welatiyên Papûaya Rojava

      Nûnerê Tevgera Rizgariyê ya Yekgirtî ya Papûaya Rojava (ULMWP) yê Koma Pêşeng a Melanezyayê Amatus Douw 150,000 daxwaznameyan pêşkêşî Serokwezîrê Vanuatuyê kir. Welatiyên Papûaya Rojava dixwazin ji bo endamtiya tam a rêxistina wan a di Koma Pêşeng a Melanezyayê de Vanuatu destekê bide wan. Serokwezîrê Vanuatuyê wê …

Bêtir »

Papûaya Rojava dixwaze qedera xwe diyar bike

    Parazvanên mafê diyarkirina qederê ya Papûaya Rojava ji Komîteya Dekolonîzasyonê ya NY’ê daxwaz kirin ku welatê wan têxe lîsteya koloniyan a komîteyê. Heman derdor bang li komîteyê kir ku ji bo dîtina rewşa li Papûaya Rojava heyetekê bişîne. Endamê Komeleya Papûaya Rojava ya Awistralyayê Joe Collins da xuyakirin …

Bêtir »

Komîteya Dekolonîzasyonê ya NY’yê dicive

    Civîna Pasîfîkê ya Komîteya Taybet a Dekolonîzasyonê ya girêdayê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Fîjiyê dest pê kir. Di civîna ku wê di navbera 21-23’ê Gulanê bê lidarxistin de li ser meşandina biryara Dehsala Sêyemîn a ji bo Hilweşandina Kolonyalîzmê (2011-2020) nîqaş bên kirin. Di civînê de wê li …

Bêtir »

Brahîm Dahane: ‘Mirin ji jiyana bi tirs çêtir e’

    Sibeheke xweş a Duşemê li Pirtûkxaneya Brîtanî ya li Londonê min bi Brahim Dahaneyê ku parazvanê mafên mirov ên Sahrawî yê peyv şêrîn e ye re hevdîtinek pêk anî. Wî bi riya wergêrekî di derbarê azadiya çûnûhatina Sahrayê, lîdertîya sahrawî û Mîsyona Neteweyen Yekbûyî ya ji bo Referandûma …

Bêtir »