Zimanê maldîvan paş de diçe

 

 

Zimanê dîvehî yê li giravên Maldîvan tê axaftin demeke dirêje bi promlemên giran re rû bi rû dimîne. Vî zimanê ku bi sedan salane di nava civakê de tê axaftin, hêdî hêdî di nava civakê de paş de diçe. Tê diyarkirin ku ji ber tunebûna hewldanên bi rêk û pêk ên parastinê paşveçûyina dîvehî derketiye holê.

Akademiya Zimanê Divehî (Dîvehî Bahuge) çendekî berê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku tabelayên li ser taksiyan tên daleqandin divê bi zimanê dîvehî be. Serokê akademiyê Eşref Alî li ser vê mijarê dabû xuyakirin ku problem ne ev e ku “taxi” peyveke îngilîzî ye û wiha dom kiribû: “Ew bi kîjan zimanî dibe bila bibe lê qanûn dibêje ku eger peyveke ku bi dîvehî hevparê wê tunebe divê bi alfabeya thaana bê nivîsandin.” Lê li Maldîvan tê bawerkirin ku hewldanên bi rengî yên ji bo parastina ziman dereng mane û êdî têr nakin.

taxi

Digel ku dîvehî zimanê fermî yê giravên Maldîvan tê hesibandin, di qada perwerdeyê de xwedî ciyekî bisînor e. Materyalên ji bo perwerdeya ziman têr nakin û di dersan de aktîvîteyên cihêreng pêk nayên. Digel ku zaravaya male ji aliyê rêvebiriya Maldîvan ve wekî forma standart a ziman tê qebûlkirin, vê zaravayê baş nehatiye standardkirin. Tekane ferhenga heyî ya vê zaravayê Radheef  bi tenê bi awayekî online dikare bê dîtin. Lê aliyekî din, her mamoste li gorî zanebûn û şîroveya xwe dersên ziman dide û ev jî dibe sebaba tevlîhevbûnê. Ji ber ku mamoste li ser rêgezên ziman li hev nakin, serên xwendekaran tevlîhev dibe.

Zimanê dîvehî zimanekî hînd-aryan e ku ji aliyê li derdora 350,000 nişteciyên maldîvan ve tê axaftin. Dîvehî ku li Hîndîstana kevnar dihat axaftin, paşê di bin tesîra erebî, sînhaliya li Srî Lankayê û maharastriya li Hîndîstanê tê axaftin de pêşketiye. Divehiya ku li Maldîvan zimanê fermî ye, ji zaravayên wekî male, huvadhu, mulaku, addu, haddhunmathî û malîkû pêk tê.

Çavkanî: Hudhuhandhu.com / Minivannews.com

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …