“Zimanê Kirwatî Mîdî ye neku Sulavî ye”

Li welatê Kirwatiya bi awayekî berdewam behsa kok û riha gelê wî welatî tê kirin û heya niha jî ew behs berdewam e.
Di sala 1797an de, zanayê Kirwatî (Josip Mikocziy-Blumenthal), lêkolîna xwe ya Diktorayê li ser pirsa rih û koka gelê Kirwatiya amade kir û gihişte wê encamê, ku zimanê kevin yê gelê Kirwatiya beşek ji zimanên Impratoriya Mîdî bû û ti pêwendiya wan bi zimanê Sulavî re tine ye.

Vê yekê karvedaneke mezin di nav xelkê Kirwatiya de çêkir û ew bawerî li cem gelê wî welatî çêkir, ku ew bi koka xwe Kurd in.

Lê piştî cenga cîhanî ya yekem û hevgirtina hersê welatên Kirwatiya, Sirbiya û Silovîniya û bi taybet piştî sala 1918an, netewperestên Yûxislavî bûn destiltdarên wî welatê hevgirtî, wê demê lêkolîna Dr. Josip Mikocziy-Blumenthal di rewşa nezalal de hat jinavbirin û piştî wê bûyerê, her lêkolînek behsa pêwendiya Kirwatiya bi Impratoriya Mîdya re kiriba dihat jinavbirin û xwediyê wê jî dihat zindanîkirin, vê yekê hişt ku bawerî li cem welatiyên Kirwatiya çêbibe, ku netewperstên Yûxislafî ew lêkolîna Diktorayê jinav birine û ew bixwe jî rê nadin ku ti lêkolîn li ser rihên Kirwatan bê kirin.

Ev rewşa astengkirinê heya sala 1991ê berdewam kir, piştî wê dîrokê Kirwatiya serxwebûna xwe ragihand û careke din, lêkolînvanên Kirwatî pirsa rih û koka gelê xwe xistin ber behsê de gellek nimûne ji zimanên Sulavî anîn, bi riya wan tekez kirin, ku ti pêwendiya gelê Kirwatiya bi zimanên Sulavî re tine ye û zimanê kevin yê Kirwatiyan zimanê Impiratoriya Mîdya bû.

Herwiha di çend salên derbasbûyî de, hin berpirsên Herêma Kurdistanê serdana Kirwatiya kirin, di hevdîtinên xwe de, gellek berpirsên pile bilind yên Kirwatî ji şanda Herêma Kurdistanê re tekez kirin, ku gelê Kurwatiya bi koka xwe Kurd in û bapîrên wan ji berî zayinê ve, ji Kurdistanê berê xwe dane Kirwatiya û li wî welatî bicih bûne, li wir jî têkelî xelkên wê deverê bûn û hêdî hêdî fêrî zimanên Sulavî bûn û zimanê xwe yê Mîdî jibîr kirin.

Li aliyekî din jî, hunermendê navdar yê Kirwatiya (Darko Rundek) di sala 2010an de, stiranek bi navê Kurdistan berhem anî, ev jî wergerandina gotinên wê stiranê ye:

Di demekê de, ku stêrk li ezmanan çirûsk didan
Em li ser qeşayeke tenik birê ketibûn
Her yek ji me xewnek di çavên wî de bû
Lê ji ber tariyê me xewnên xwe nedît
Hîn jî ew keça min jê hez kiriye li pişt çiyayan dûr e
Û ew riya ku diçe mala wê, bi mayinan hatiye çandin
Piştî her rêbendekê li ser wan sînorên em derbas dikin, em siwarî tankerekê dibin
Û ew zilamên pîs yên ku rêberên me bûn (Qaçaxçî)
Mijûlî hejmartina wan pereyan bûn ku ji me stendibûn.
Li ser maseyan xweştir xwarin dixwarin û kurtêl ji me dihiştin.
Ev reftarên ez dibînim, ti carî bi min nayên qebûlkirin
Wê rojek bê û ezê li Kurdistanê vegerim
Ezê gerdeniyekê ji inciyan bi xwe re bînim da tu li ser sînga xwe ya sipî deyne
Herdu daneyên inciyan di nîvê wê gerdeniyê de
Ew herdu ez û tu ne.

Çavkanî: kurdistan24.net

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …