Zimanê bretonî wê li Amerîkayê bê fêrkirin

Zimanê bretonî, brezhoneg, ku li herêma Bretonya ya li Fransayê tê axaftin, wê li Amerikayê bê fêrkirin. Zanîngeha navdar a amerîkî Harvard ji bo fêrkirina bretonî bi zanîngeha Rennes II re li hev kir.

Li gorî peymana her du zanîngehan, wê li Departmana Ziman û Çandên Seltîk a li Harvardê kursên zimanê bretonî û semînerên bi rêk û pêk ên li ser xebatên breton bên li dar xistin. Xwendekarên lîsansa bilind û doktorayê yên li departmana navborî wê bikaribin kursên zimanê bretonî werbigirin.

Di heman demê de tê hêvîkirin ku hevkariya di navbera departmanên lêkolînê yên her du zanîngehan de pêş bikeve.

Zanîngeha Rennes II li bajarê Rennesê ya li Bretonyayê hatiye damezrandin û hejmara xwendekarên li Departmana Xebatên Seltîk digihîje 300’î.

Herêma Bretonyayê li bakurêrojavayê Fransayê ye û ev der ciyê dawî yê li Fransayê ye ku ji aliyê romiyan hatiye zeftkirin. Herwiha, herêm heta sedsala 15’an xweseriya xwe domandiye û paşê ji aliyê dewleta Fransa ve hatiye dagirkirin.

Ziman û çanda seltîk ê herêmê bi armanca avakirina dewleteke navendî û yekgirtî, ji aliyê dewletê bi zextan re rû bi rû maye.

Bretonî zimanekî di xetereyê de ye û ji bo hebûna xwe di ber xwe dide. Li gorî encamên anketa TMO-Regions a 2009’an, li Bretonyayê ji 200,000’i kêmtir kes bretonî diaxivin. Di navbera 1997-2007’an de hejmara kesên vî zimanî diaxivîn % 30 kêm bû û temenê axêveran jî derket ser 60’î. Lêkolîn nîşan da ku bi tenê 12,000 kesên di navbera temên 15 û 40’î de dikarin bretonî biaxivin.

Herêma Bretonyayê fêrkirina bretonî girîng dibîne û di vî warî de mesrefê dike. Di salên 2009-2010’an de 2,5 milyon Euro ji bo perwerdeyê li herêmê hat veqetandin. Îro li Bretonyayê 30 dibistanên seretayî yên duzimanî hene.

Di çarçoveya polîtîkaya çandî ya bêtir lîberal a dewletê de, ji bilî departmana xebatên seltîk, li herêmê  qenaleke televîzyonê ya bi navê  TV Breizh shatiye damezrandin.

Çavkanî:

www.english.rfi.fr

www.thelocal.fr

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …