Zarokên şengalî spasname wergirtin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên şengalî ku bi malbatên xwe re li Wargeha Fîdanlixê ya Yenîşehrê dimînin, 15ê adarê “Dibistana Navenda Perwerdeyê ya Keftûleftên Jiyanê” vekiribû, 820 zarok beşdarî vê dewra perwerdeyê bûn.

Di vê dewrê de 730 zarokên navbera 8-14 salî û 90 ciwanên 15-20 salî di Dibistana Navenda Perwerdeyê ya Keftûleftên Jiyanê de bi kurdî, îngilizî dersên Êzdayetî, wênekêşî û wênesaziyê wergirtin. 6 jê êzdî 22 perwerdekaran bi dilxwazî di dibistanê de kar kir. Perwerdekar, xwendekarên zanîngehê, Egîtîm-Sen, Kurdî-Der û endamên Komeleya Şêwirmendî û Rêzaniya Psîkolojîk a Amedê bûn. Zarokan 5 rojên hefteyê 4 saetan ders dît.

Dibistan gelek girîng in

Xebatkarê Koordînasyona Wargeha Fîdanlixê ya Şaredariya Bajarê Mezin Bişar Îçlî, diyar kir ku zarokên şengalî hêdî hêdî travmaya koçberiyê bi ser xwe diavêjin û got, ji bo ew adapteyî jiyanê bibin wan ji wan re dibistan vekiriye. Îçlî aşkere kir ku meha adarê vê dewra perwerdeyê dest pê kiriye û di nav 3.5 mehan de perwerde kiriye û got, niha dewra duyem a perwerdeyê dest pê dike û tevahiya havînê jî didome. Îçlî destnîşan kir, perwerdeya zarokan bi şerê li Şengalê qut bûye û got, perwerde ji bo zarokan gelekî giring e û bi sedan zarok bi kêfxweşî beşdarî vê perwerdeyê bûne.

Beşdarî atolyeyan jî bûn

Îçlî anî ziman ku di vê perwerdeyê de Kurdî-Der û saziyên din binbariyeke mezin aniye cih û bi taybetî Komeleya Şêwirmendî û Rêzaniya Psîkolojîk a Amedê di warê psîko-sosyal de xebatên giring der barê van zarokan de pêk anîne. Îçlî bal kişand ku ligel mufredata perwerdeyê ya normal wan vê dewrê ji bo zarok heyameke xweş derbas bikin giranî daye şano û muzîkê û got, “Ev xebatên di bin banê Seroaktiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin ji bo zarokan gelek giring bûn. Wan ji hemû atolyeyên li Sumerparkê sûd wergirt.” Îçlî, bi bîr xist ku perwerde ji bo têkiliya civakî ya zarokan pêş bixe gelekî giring e û anî ziman ku serê perwerdeyê perwerdekarên wan kon bi kon li zarokan digeriyan û ew dianîn dersê. Destpêkê zarok û malbatên wan zêde bi vê perwerdeyê germ nebûn. Îçlî daxuyand ku bi demê re wan ev pirsgirêk çarese kir, ne tenê zarok, wan karî xwe bigihînin malbatên wan jî.

Zarok fêrî herdu alfabeyan bûn

Îçlî, da zanîn ku zarokên kurdên Êzdî li Şengalê bi tîpên erebî perwerde dibûn, di dibistana Şaredariyê de vê carê bi tîpên kurdiya latînî fêr bûn, destpêkê ji ber cudahiya alfabeyan hin kêşe peyda bûn. Îçlî diyar kir ku zarok fêrî alfabeya latînî ya kurdî bûn, ew ji bo pêşveçûna wan a şexsî gelekî giring e û got, bi vî awayî ew fêrî herdu alfabeyan bûn.

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …