“Zarokên ku bi zimanê kurdî perwerde dibin zêdetir xwebawerin”

 

 
Mamosteyên Dibistana Ferzad Kemanger serkeftina zarokan a sala borî û xebatên sala nû vegotin. Mamosteya bi navê Jana Çelîk diyar kir ku zarok sala borî bi avayekê serkefti derbasê xwendin û nivîsandinê bûn û got ku zarok bi perwerdeya zimanê dayikê hînî parvekirinê bûn.

Salnameya perwerdehiyê ya 2015-2016’an dê di rojên pêş de dest pê bike. Dibistanên kurdî jî ji bo sala perwerdê ya 2015-2016’an xwe amade kirine û li benda şagirtên xwe yên nû ne.

Di salnameya perwerdê ya nû de gelek guhertinên nû dê pêk werin. Dibistana Ferzad Kemanger a li Rezana Amedê ya zarokên Amedê perwerdê dike ji bo sala nû xebatên xwe bi dawî kirin û li benda roja destpêkirina dibistanane. Mamostayên Dibistana Perwerdeya Zimanê Kurdî ya Ferzad Kemanger serkeftina perwerdeya sala borî û xebatên sala nû vegotin.

Mufredata pola duyemîn amadeye

Mamosteyê Dibistana Ferzad Kemanger Salîh Altindag da zanîn ku qeydên şagirtan ên ji bo salnameya perwerdehiyê ya 2015-2016’an berdewam dike û wiha axivî: “Ji ber ku par sala me ya nû bû, hin kêmasiyên me derketin holê. Îsal me hin guhertin di mûfredata xwe de kir. Di hin pirtukên me de kêmasî hebûn, ev kêmasî hatin çareserkirin. Pirtuk û xebatên me yên sala par hemû di ber çav de hatin derbaskirin. Ji bilî wan şagirtên me derbasî pola duyemîn bûn. Ji ber vê jî pirtukên polên duyemîn hatin çapkirin. Mufredatê polên duyemîn hatin amadekirin. Îsal em ê bi şagirtên nû yên pola pêşdibistan û pola yekemîn dest bi perwerdehiyê bikin.”

Mamosteya wêneyê ya Dibistana Ferzad Kemanger Muazzez Fîlîz bi lêv kir ku rojê 6 dersan didin şagirtên xwe û wiha got: “Ev der wekî dibistanên tirkî ziman hînbun nîne. Li vir dersên matematîk, hînbûna jiyanê, xwendin, nivîsandin û dersên werzîşê tê dayîn. Serê sibehê em di saet 06.00’an de bi serwîsên rêwîtiya zarokan em wan ji malên wan digirin û piştî 6 dersan zarok saet 15.00’an de caridin bi serwîsan dibin malê. Liv ir perwerdehiyek taybet heye, zarok li vir ji polan û dersan fedî nakin.”

Filiz, diyar kir ku zarok ji dibistanê pir hes dikin û wiha berdewam kir: “Me salek vê karê meşand û me dît ku zarok pir ji dibistanê his dikin. Zarokên me bi awayekê serkeftî derbasê pola dûyemîn bûn. Em hêviya gelê xwe ne ku bila zarokên xwe bînin dibistanê. Bila dibistana xwe bibînin. Qeydên me vê hefte jî berdewam dike.”

Mamosteyê bi navê Jana Çelîk jî da zanîn ku zarokên sala borî hemû bi awayekê serkeftî derbasê xwendin û nivîsandinê bûn û axaftina xwe wiha domand: “Lê tiştek ku livir bala me kişand, perwerde bi zimanê dayikê bûn. Dema zarokatiya me de em diçûn dibistanên tirkî ji ber ku em di nava zimanê xwe de dijîn em ji xwe ne bawer bûn. Lê dibistana zimanê kurdî de ev yek nayê jiyîn. Zarok bi perwerdeya zimanê dayikê re parvekirinê hîn bûn.”

Jêder: Hawarnet

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …