Zarokên asîmîlasyonê tazmînatê dixwazin

Rizgar Botan

Sala 1948… Mêtîngerên berê yên Denmarkî, li ser gelê Greendlandê projeyeke taybet guftugo kirin.

Welatê serma û qeşayê Greendland metîngeha wan bû. Lê ev têr nedikir û ji bo bikaribin xwe wek xwedîyê gelê Înuît û welatê wan nîşan bidin diviya gelê xwecih bibûna alîgirê wan.

Biryar hatibû girtin ku 22 zarokên Înuitî bibin Denmarkê û wan li wir li gor çanda xwe perwerde bikin.

Hesab ew bû, zimanê denmarkî fêrî van zarokan bikin û paşê bi riya wan bingeheke çand û zimanê denmarkî li Greendlandê ava bikin. Lê belê siyaseta Kopenhagê piştî demekê ji projeyê sar bû û paşê proje bi tevahî hat sekinandin.

Greendland bi 2 milyon qaremêtro berfirehiya xwe girava herî mezin a cîhanê ye.

Di 1953’an de, hebûna nasnameya Greendlandê hat naskirin û dawî li statuya mêtingeriyê hat anîn.

Projeya asîmîlasyonê betal bû

Bi wî awayî, rêvebiriya Denmarkê nema xwest xwedî li wan 22 zarokan derkeve û terka zarokên belengaz kir.

Zarok êdî bo wan bêqîmet bûn, lewma jî bi tena serê xwe hatin hiştin.

Ji zarokan yên li Grendlandê hatin vegerandin li mala sêwiyan hatin bicihkirin.

Piraniya zarokên stûxwar heta dawiya jiyana xwe malbatên xwe nedîtin.

6 ji wan qurbanan ku hîn jî dijîn, bi dehan salan xebat meşandin da ku hikumeta îro ya Denmarkê ji ber wê dîroka rûreş lêborîn bixwaze.

Lêborîn hat xwestin

Lêborîna ku bi salan li her 22 kes li bendîbûn, di destpêka vê salê de pêk hat lê dayîna tazmînateke nehat nîqaşkirin.

Qurbanên înuitî dawiya dawî doz li hemberî hikumetê vekirin û bi vê ji hukumetê tazmînatekê dixwazin.

Tazmînata tê daxwazkirin serê her yek ji wan bi qasî 34 hezar Euro ye.

Welatiyên înuitî yên li hemberê Denmarkê doz vekirine didin zanîn, bi riya bi kotekî şandina Denmarkê jiyana wan a malbatî û çandî ji wan hatiye girtin ku dewsa vê bi tu awayî êdî nikare bê tijekirin.

Kralîçeya Denmarkê ya wê demê çûbû serdana zarokên înûîtî

Kurteagahiyên derbarê Greenlandê de 

Greendland (bi zimanê inuit Kalaallit Nunaat) gîrava herî mezin a cîhanê ye dû  navbera Deryaya Arktîk û Okyanûsa Atlantîk de ye. Firehiya erdên welat ji ji 2 milyon km2   zêdetir e û piraniya erdan ji qeşayê pêk tê. Nifûsa giravê bi tenê56,000’e. Înûît  89 ji %  nifûsê pêk tînin û welatiyên mayî ewrûpî ne.  Greendland ji aliyê siyasî ve bi ser Denmarkê ve ye û ji 1979’an û vir ve xwedî mafê otonomî ye ye. Di referandûma di 2008’an de ji % 75’ê welatiyên giravê di lehê berfirehkirina xweseriyê de dengên xwe dan.  Piştî vê jî, Denmark di 2009’an de mafê self-determînasyonê (diyarkirina qederê) ya giravê naskir.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Aland: Otonomîya ewil a Ewrûpayê

Amadekar: Necat Ayaz Li ser daxwaza Swêdê, Yekitiya Neteweyan di 1920an de nakokiya di navbera …