Zapatîsta 10’emîn salvegera xweseriya xwe pîroz dikin

Li pênc Caracole ên di destê Zapatîstayan de şahiyên ji bo 10’emîn salvegera damezrandina komîteyên hikumeta baş (JBG) hat pîrozkirin. Li Oventic’a li herêma Los Altos’ê 3,000 mirov ji bo pîrozkirina xweseriyê û şermezarkirina plana hikumeta Meksîkayê ya bi navê Fetha Neteweyî ya li hember Birçîbûnê kom bûn.

Di şahiya di 9’ê Tebaxê de hat li dar xistin de endameke jin a ji JBG’ya navendî ku hikumeta xweser a Zapatîstayan e, daxuyaniyekê xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber kêmasiyên tecrûbe û amadekariyê, pratîk û avakirina 10 salan a xweseriyê, forma jiyan û ramanê ya Zapatîstayan û xwerêxistinbûn ne hêsan bû ye. Endama komîteyê di mesaja xwe de destnîşan kir ku ev pratîk ji bo wan pir girîng bûye, ji ber ku li hember hemû xerabiyan fêrî berxwedanê bûne û hîn jî ev fêrbûn berdewam dike.

chiapas

Berdevkê hikumeta Zapatîsta di berdewama daxuyaniya xwe de bi tundî plana Fetha Neteweyî ya li hember Birçîbûnê rexne kir û got ku plana navborî bi armanca “ jiheveqetandin, provoqekirina pevçûnan di nava wargehan de û hilweşandina berxwedana gelên Zapatîstayan” hatiye amadekirin û anî ziman ku plan di eslê xwe de “’êrîşeke aborî, siyasî, îdeolojîk û çandî ya li hemberê avakirina xweseriya gelên esil” ên welatê Chipasê ye. Berdevk di dirêjahiya daxuyaniyê de diyar kir ku ji ber ku  mîlîtarîzasyon û paramîlîtarîzasyona erdên xweciyên Chiapasê wê bêtir encamên wekî bêewlekariyê, teror, tirs û bearamiyê ji bo gelê herême derxîne holê, plana neteweyî ya Serokê Meksîkayê Peña Nieto wê bi tenê zêdetir birçîbûn, nexweşî û mirin bi xwe re bîne.

Di dawiya daxuyaniya xwe de berdevkê hikumeta Zapatîstayan got ku ewê hewl bidin ku xweseriya xwe bidomînin û ji bo jiyaneke bi edalet, serbilind û bêtir însanî xebata xwe berdewam bikin.

escuelita

Dibistana Biçûk a Azadiyê

Di çarçoveya salvegera 10 saliya xweseriyê de, ji bo ji tecrûbeya wan fêr bibin, ji seranserê cîhanê 1500 kes ji aliyê Zapatîstayan hatin vexwendin. Vexwendin di 8’ê Tebaxê de ji aliyê Zapatîstayan hat kirin û hat diyar kirin ku kesên beşdar wê di maweya sê rojan de di Dibistana Biçûk a Azadiyê de ji tecrûbeya wan a li Chiapasê fêr bibin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Zapatîstayan hatine girtin beşdar wê 40’î zêdetir welatan bên. 30 ji beşdarên di qadên cûrbecûr de doktorayê kirine û 50 ji wan di hin zanîngehan de profesor an lêkolîner in. Li gorî heman çavkaniyan, wê mamosteyên dibistanê endamên civaka Zapatîsta bin ku wê di heman demê de ji beşdaran re mazûvaniyê jî bikin.

Kurtedîroka xweseriya Zapatîsta

Artêşa Zapatîsta ya Rizgariya Neteweyî (EZLN) di sala 1994’an de li hemberê dewleta Meksîkayê şer dabû destpêkirin û di demeke kurt de erdeke mezin a Eyaleta Chiapasê bi dest xistibû. Piştî hevdîtinên bê encam ên bi hikumeta Meksîkayê re, berxwedêr di sersala 2003’an de biryar dan ku dev ji siyaseta daxwazkirinê û hemû diyaloga bi hikumetê re berdin. Di dewsa siyaseta kevn de wan li herêma di destê xwe de dest bi avakirina rêvebiriyek xweser a ne hiyerarşîk kirin.

Di 9’ê Tebaxa 2003’an Zapatîsta deklere kirin ku wan  forma îdarî ya bingehîn ji holê rakirine û di dewsa wan de Caracole’yan ava kirine.  Di heman demê de pênc Caracole’yên ku her yek ji wan xwedî komîteya xwe ya JBG’ê bû, hatin damezrandin.

Wargehên li Chiapasê ne tenê ji aliyê cografî ji hev vediqetin lê çêkirina sînorên wan de pîvanên kompozîsyona etnîk û dûrbûna wan a ji Caracole’yan jî li ber çav tên girtin. Di her Caracole’yê de navendeke tenduristiyê û dibistaneke seretayî yan a navîn heye. Caracole di heman demê de beşdarî yek ji projeyên tenduristî, perwerde, agro-ekolojî, siyaset û teknolojiya enformasyonê dibin.

Çavkanî:

http://roarmag.org/2013/08/escuelita-zapatista-10-year-autonomy/

http://www.jornada.unam.mx/2013/08/11/politica/011n1pol

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …