Yûnanîstan penaberên ji Tirkiyeyê dersînor kir

Rojnamegerek tirk û îltîcaxwaz: “Li ser sînorê Tirkiye-Yûnanîstanê kesên bi maske li me xistin û me dersînor kirin.”

Komeke welatiyên ji Tirkiyeyê ku ji zilmê direviyan ji aliyê Yûnanîstanê ve paş ve hatin şandin. Piraniya kesên hatin şandin, ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatin girtin. Bi vê nûçeyê derket holê ku hêzên ewlekariyê yên Yûnanîstanê ne tenê welatiyên ji welatên sêyemîn lê car caran welatiyên ji Tirkiyeyê jî paş ve dişîne.  

Tugba Ozkan ku rojnamegerek di koma 15 kesên îltîcaxwazan de bûye ji IPA Newsê re diyar kiriye ku wan êvara roja înê ji çemê Evros (Merîç) ya di navbera Tirkiyeyê û Yûnanîstanê re derbas kirine lê li ser axa yûnan rastî hêzên ewlekariyê hatine. Ozkan daye zanîn ku hêzê ewlekariyê yên ku rûyên xwe bi maskeyan veşartine bi jopên di destê wan de li wan xistine û wan paş ve şandine Tirkiyeyê. Piştî paşveşandinê, malbateke ji çar kesan pêk hatine winda bûne û çar kesên din jî ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatine girtin.

Rojnameger Ozkan û 10 kesên din ên mayî careke din çemê Evros derbas kirine lê vê carê ji aliyê polêsên yûnan ve hatine girtin û hatine binçavkirin. Konseya Penaberan a Yûnan (GCR) di vî warî de agahî daye û girtina penaberan a ji aliyê polês ve tesdîq kiriye.

Tê ragihandin ku di navbera 23’ê Nîsan û 3’ê Gulanê de li derdora 60 penaberên ji Tirkiyeyê ji aliyê hêzên yûnan ve bi zorê hatine vegerandin. Ji nav van kesan 4 kes penaberên polîtîk ên ji Bakurê Kurdistanê bûne. Di nava van penaberan de 11 kesî zarok, jinek ducanî, jinek seqet, jinek parêzer hebûye.

Di Îlona 2018’an de 6 îltîcaxwazên ji Tirkiyeyê ku du malbatan pêk dianîn, piştî Çemê Evrosê derbas kiribûn hatibûn girtin û piştî serîlêdana îltîcayê ji aliyê polêsên yûnan ve bi zorê ji Tirkiyeyê re hatibûn şandin.  

Di sala 2017’an de jî rojnameger Murat Çapanê ji Tirkiyeyê ku di kovara Noktayê de dixebitî û malbateke tirk a xwedî sê zarok ji aliyê hêzên ewlekariyê yên yûnan ve li Tirkiyeyê hatibû vegerandin. Ev kesên paş ve hatibûn vegerandin penaberên polîtîk bûn û ji Tirkiyeyê ji zilmê reviyabûn.   

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …