Yemeniyên başûrî yekitiya bi bakur re protesto kirin

 

 

Di salvegara yekitiya Yemenê de wekî her sal li Yemena Başûr xwepêşandan hatin lidarxistin û hikumeta navendî hat protestokirin.

Hikumeta Yemenê îsal xwest serfiraziya leşkerî ya li dijî El-Qaîdeyê veguherîne hestên welatparêziya Yemenê û li ser vê bingehê pîrozbahiyên xurt ên ji bo yekitiyê li dar bixe. Lê van daxwazên hikumetê ji aliyê hêzên siyasî û şopgerên wan ên Yemena Başûr nehatin parvekirin. Rojekê beriya salvegera yekitiya Yemenê ya di 22’yê Gulanê de li paytexta kevn a Yemena Başûr Adenê bi hezaran alîgirên serxwebûnê daketin qadan û bi slogana “Çewsandin û berxwedana 20 salan” daxwaza serxwebûna welat kirin.

Protestoyên îsal qasî mehekê berê bi meşa li Mukallaye dest pê kirin. Di 29’ê Nîsanê de jî bi hezaran çalakgerên başûrî yên ji Aden, Lahj, Şabwa, Hadramût, Abyan û El-Dhaleyê hatibûn li bajarê Mukallayê civîyabûn û planên desentralîzasyon û federalîzmê yên hikumeta navendî red kiribûn.

Partiyen siyasî yên li Yemenê di bin Konferansa Diyaloga Neteweyî ku di 2013’an de dest bi kar kiribû û 10 meh dom kiribû de hatibûn cem hev. Di encama civînên vê konferansê de biryara damezrandina sîstema federal hatibû wergirtin. Li gorî vê, wê li welat bakurê welat çar û li başûrê welat du eyalet bihatana damezrandin.

Ji bo amadekirina destûreke bingehîn a demokratîk qasî 1,800 pêşniyaz gihîştîbûn ber destên konferansa navborî û van pêşniyazan ji komîteyeke ku ji bo amadekirina destûra bingehîn hatibû peywirdakirin re hatibûn şandin. Çav li rêye ku destûra bingehîn di navbera çend mehan de bê amadekirin û ji bo qebûlkirina wê di 2015’an de referandûmekê bê lidarxistin.

Yemena Başûr û Yemena Bakur di 1990’î de bûbûn yek lê hêzên li dijî yekitiyê yên başûrî di 1994’an de ji bo veqetîna ji yekitiyê serhildaneke çekdarî dabûn destpêkirin. Şerê di navbera hêzên hikumeta navendî û hêzên başûrî de çend meh dom kiribûn de hêzên başûrî hatibûn têkbirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …