Yemen derbasî sîstema federal dibe

 

Konferansa Diyaloga Neteweyî biryarê da ku Yemenê veguherîne dewleteke federal. Encama federalkirina Yemenê piştî nîqaşên di navbera nûnerên hêzên siyasî yên Yemenê de ku bi mehan dom kir, derket holê.

Sekreterê Konferansa Neteweyî General Ahmed Awad bin Mubarak di derbarê vê mijarê de daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Mubarak di daxuyaniyê de diyar kir ku bi armanca çareserkirina problema Yemena Başûr, ji aliyê hêzên siyasî ve 16 pêşniyaz hatine kirin û ji bo nîqaşkirina van mijaran 16 jêr-komîteyan hatine damezrandin.

Şêwirmendê Taybet ê Yemenê yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Cemal Benomar jî diyarkir ku dokûmana li ser wê hatiye lihevkirin, ji bo çareserkirina problema Başûr serkeftineke. Benomar di konferansa ku li paytexta Yemenê Sanayê lidarxist de got ku dokûman li ser însîyatîfa welatên Kendava Basrayê hatiye damezrandin û bi pejirandina wê, di nava dewleta federal de bi awayekî adil meseleya Başûr tê çareser kirin.

logo_ndc

Di derbarê dirêjbûna pêvajoya derbasbûna sîstema federal de jî Benomar axivî û destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî diyar kiriye ku piştî avêtina gavên ku di bin însîyatîfa welatên Kendavê de hatine diyarkirin, wê dawî li vê pêvajoyê bê û lewma ji bo vê mijarê demekê nehatiye diyarkirin.

Wekheviya Bakur û Başûr

Li gorî vê lihevhatinê, piştî pejirandina destûra bingehîn a Yemenê, wê ji % 50’yê mewkiyên rêvebirin, parlamento, daraz, artêş û polîs têkeve destê Başûr. Bi armanca meşandina vê lihevhatinê, wê di bin rêvebiriya serokê Yemenê de komîteyek bê damezrandin. Heman komîte wê di derbarê hejmara herêmên di çarçoveya welatê federal de bê damezrandin jî biryarê bide.

Ji bo diyarkirina hejmara herêman du opsiyon hene. Li gorî opsiyona yekemîn, wê bi navê Bakur û Başûr du yekeyên federal bên damezrandin. Nûnerên başûrî piranî vê opsîyonê qebûl dikin. Li gorî opsiyona duyemîn jî wê pênc an şeş herêmên federal bên damezrandin û ev jî ji aliyê hêzên bakurî tê tercîhkirin.

Lê hêzên serxwebûnxwaz ên Yemena Bakur îmzekirina vê dokûmanê redkirin. Cihêxwazên bakurî diyar kirin ku ew serxwebûna bakur diparêzin û di dewsa serxwebûnê de incax ew ê federasyoneke pir sist ku mafê serxwebûna Başûr qebûl dike, tercîh bikin.

Çavkanî: Nationalia.org / Sabanews.net  / Ndc.ye

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …