Yekitiya Sovyetê 30 sal berê hilweşiya

 

Di 26’ê kanûna 1991’an de ala sor a Yekitiya Sovyetan  ji ser Qesra Kremlînê hat daxistin.

Bi vî awayî dawî hebûna dewleta ku xwe wekî komunîst bi nav dikir hat anîn.

Rojek beriya vê, serokê Sovyetaan Mîkhaîl Gorbaçov bi daxuyaniyeke dîrokî biryara bidawîanîna Yekitiya Sovyetê ragihandibû.


Mîkhaîl Gorbaçov. Serokê dawî ya Yekitiya Sovyetê. Ew, di navbera 1985-1991’an de li ser kar ma.

Gorbaçov sebeba jiholêrakirina vê dewleta hêzdar a cîhanê wiha îzeh dikir:

Ji ber ku me Yekitiya Dewletên Serbixwe damezrand, ez êdî seroktiya xwe ya ji bo Yekitiya Komarên Sovyetê yên Sosyalîst bi dawî dikim. Ji îstifayê pê ve êdî tiştekî din ez bikaribim bikim tune ye.

Glasnost û Perestroyka

Mîkhaîl Gorbaçov wekî kesekî ji serokên berê ciwantir û dînamîktir di sala 1985’an de hat ser kar.

Wî di destpêka rêvebiriya xwe de xwest ji bo çêkirina çekan butçeyeke biçûk veqetîne û di dewsa wê de giraniyê bide pêşxistina aboriya welêt.

Boris Yeltsin (1931-2007). Serokê yekemîn ê Federasyona Rûsyayê ya serbixwe. Di navbera 1991-1999’an de seroktiya xwe domand. Di provokirina netewperestiya rûs, di proseya hilweşîna Sovyetê de roleke sereke list.

Bi taybetî jî wî hewl da hilberîna çekên nukleer bi qasî ji sedî 50 kêmtir bike û tevş Amerîkayê dawî li pêşbirka van çekan bîne.

Paşê lîderê Sovyetê bi bernameyên xwe yên Prestroyka û Glasnost hem xwest aboriyê ji nû ve dîzayn bike hem jî qedexeyên Partiya Komunîst ên li ser jiyana siyasî û civakî kêmtir bike.

Armanc ew bû ku bû êdî meseleyên aborî û civakî bi riya sîstemeke hîn bêtir demokratîk bên çareserkirin û bi vî awayî hegemonyaya partiya komunîst bê nermkirin.

Lê reformên Gorbaçov dereng mabûn û êdî ji bo vê dewleta di sikratê de zûde bi kêr nedihatin.

Lewma jî bi biryara lîderên her 15 komarên sovyetê dawî li hebûna vê dewletê hat anîn û serokê sovyetê jî îstifaya xwe ragihand.

Bi vî awayî, di 26ê kanûna 1991’an de dewleta bi heybet Yekitiya Sovyetê tevlî rûpelên dîrokê bû.

Gorbaçov: Berpirsê hilweşînê ne ez im!

Mîkaîl Gorbaçov çend roj berê di derbarê vê dîroka ku tê de aktoreke sereke bû, bi Televîzyona Rûs Russia Today RT re axivî.

Gorbaçov got, eger sovyeta berê ji komarên serbixwe pêk bihatana û ev komar bi serbestî karibûna sîstema xwe ya siyasî hilbijartina, wê Yekitiya Sovyetê hebûna xwe bidomanda.

Hevdîtina M.Gorbaçov û George.H.W Bush a di 1989. Di vê hevtîna li Maltayê her du alî dawî li Şerê Sar anîn. Beriya vê, Gorbaçov di 1986 û 1987’an de bi serokê amerîkî Ronald Reagan re hevdîtinan pêk anîbû. Di hevdîtina dawî ya li Washingtonê Peymana Çekên Menzîl-Navîn ên Nukleer hatibû îmzekirin. Ev peymanên ku pêşbirka leşkerî û bi taybetî jî ya nukleer kêm kirin bandorê li proseya hilweşîna Sovyetê nekirin. Piraniya pisporan di wê baweriyê de ne êdî ji bo rizgarkirina dewleta Sovyetê dereng bû û tiştekî din bikaribûna bihatana kirin tune bû.

 

Lîderê Sovyeta berê rexneyên derbarê xwe de qebûl nekir û da zanîn wî di dema xwe de xwestiye dewletê ji hilweşînê rizgar bike.

Di dawiya hevpeyvînê de Gorbaçov got, ji bo parastina Sovyetê ya ku ji dest hat min kir lê ez bi ser neketim.

 

About infowelat.com

Check Also

Gustavo Petro dest bi serokatiyê kir

Li Kolombiyayê serokê nû Gustavo Petro dest bi kar kir Petro endamê berê yê rêxistineke …