”Xweşî li Kurdistanê nîne”

 

 

 

Di nav koçberên îsal têne Swêd de gelek kurdên başûr hene. Hevpeyvîn bi Zîrek û Hawar re bê ji bo çi wan Kurdistan terikandiye.

Tu caran bi qasî îsal koçber nehatine Swêdê. Tenê di vê meha dehê, cotmehê de heftiyê 9000 kesan li Swêdê daxwaza penaberiyê kirine. Yanî tê texmîn kirin ku di nava 2015ê de nêzîkê 190 hezar kes li Swêdê daxwaza penaberiyê bike.

Îcar piraniya van kesên ku tên ji pênc welatan; Sûriye, Efxanistan, Îraq, Erîtreya û Somaliya ne.

Yek ji wan welatên rêjeya koçberên jê tên herî bilind e Îraq e. Statîstîk nîşan dide ku li gor salek berê hejmara penaxwazên ji Îraqê ji %205 zêde bûye. Heman statîstîk ji bo Sûriyê ji %13 e.

Û gelek koçberên ji Îraqê tên kurd in. Çi wextî mirov here navendeke ciyên nûhatiyan mirov pêrgî kurdistaniyan tê.

Rojekê ji van ez çûme navenda stasyona trênê ya Stockholmê – Centralstationen ciyê ku dilxwaz alîkariyê didine koçberên nû tên. Li ber maseya ku îlac û dermên didine xelkê min du kes dîtin û ji wan pirsî bê ew kî ne, ji kû ne û çima hatine.

Jêder: Sverige Radio

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sîstema fransî pêşî li pêşniyazqanûna Macron girt

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji yekan sêyê vê belgeyê ango ji 35 xalên ji …