Xweserî çareseriyeke unîversal e

 

DIHA: Di van rojên dawî de li Tirkiye û Kurdistanê yek ji mijarên herî girîng ku li ser nîqaş tê meşandin xweserî û xwerêvebirin e. Li cîhanê hin welat xwedî pergaleke xweser in. Li cîhanê li çend welatan xweserî heye?

Necat Ayaz:  Îro xweseri wekî parçeyeke demokratîk a dewletê û saziyên herêmî ku ji aliyê welatiyên wekhev tên hilbijartin, li cîhanê li 20 dewletan ji bo 62 herêman pêk hatiye. Em dikarin strûktûrên xweser ên li cîhanê têxin bin banê du kategoriyan: A yekemîn, di encama muzakereyên du alî yên di navbera dewleta navendî û rêxistineke ku herêmê temsîl dike de derdikeve holê. A duyemîn, li derveyê çareseriya ku welatên Rojava pêş xistine, derketiye holê. Ev, cureyeke xweseriyê ya fiîli ye ku li herêma Chiapas a Meksîkayê ji aliyê Zapatîstayan ve hatiye îlankirin û li ser bingeha demokrasiya radîkal a jêr hatiye damezrandin. Mirov dikare xweseriya kantonan a li Rojava ku li ser bingeha hêza xwe ya xwerû bilind dibe, têxe nava vê kategoriyê. 

Herêmên xweser li dijî netewe-dewletê çareseriyek e?

“Vê pêvajoya ku dikare wekî herêmîbûna demokrastiyê bê binavkirin, ji ber ku bi gelemperî bi awayekî dualî pêş dikeve, xwe dispêre parvekirina çanda hêzê ya demokratîk û di gelek mînakan de bûye çavkaniya demokratîkbûyina hemû welat, dikare wekî çareseriyeke li dijî netewe-dewletan bê dîtin.”

Herêmên xweser û daxwazên xweseriyê ne meseleya îroj e. Vê meseleyê di 60 salên dawî de derdikeve pêşiya me. Ev tespîteke rast e ku dema em bêjin daxwazên xweseriyê li dijî strûktûra navendî ya netewe-dewletan û polîtîkayên wan ên li dijî dînamîkên herêman wekî reaksiyonek derdikevin holê. Wekî ku min berê jî gotibû, civakên ku li herêmeke diyarkirî derketine holê û pişta xwe dane bingeheke hevpar a dîrokî, zimanî û aborî, bi taybetî naxwazin çanda komarger a dewletê ya ku çavên xwe li rastiyên etnîk û herêmî girtiye, qebûl bikin. Welatiyên ku li van herêmên ku xwedî nasnameyeke xurt in, daxwaza demokrasiyên herêmî yên ku bi riya entegrebûyina demokrasiya giştî ya li welat dixebite û bi hemû saziyên xwe pêş dikeve, dikin. Vê pêvajoya ku dikare wekî herêmîbûna demokrastiyê bê binavkirin, ji ber ku bi gelemperî bi awayekî dualî pêş dikeve, xwe dispêre parvekirina çanda hêzê ya demokratîk û di gelek mînakan de bûye çavkaniya demokratîkbûyina hemû welat, dikare wekî çareseriyeke li dijî netewe-dewletan bê dîtin.

Strûktûrên xweser li welatên Ewropayê berfireh dibin û îro jî di bin pêşengiya kurdan de, wekî alternatîfeke li dijî netewe-dewletên îflasbûyî yên Rojhilata Navîn daxwazên xweseriyê derketine holê. Bandora strûktûrên xweser li vê coxrafyayê çawa derdikeve pêşiya me? Xweserî bi karaktera Rojhilata Navîn a ku gel û baweriyên cuda lê dijîn, li hev dike?

Eger em Giravên Alandê ku mînaka xweseriyeke modern a pêşwext a ku di 1921’an de li Fînlandiyayê derketiye holê nehesibînin, em dikarin bêjin ku li Ewropayê pêvajoya xweseriyê bi awayekî berfireh piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li Îtalyayê dest pê kiriye. Piştî vê mînakê, di dawiya salên 1970’yan de heman pêvajo bi awayekî kûrtir li Îspanyayê pêk hatiye. Bi dûv transferkirineke bi sînor a hêzê ya di asta lokal de ya li Fransayê, vê pêvajoyê ber bi dawiya salên 1990’an de li bakur xwe gîhandiye Brîtanyayê. Vê pêvajoya ku çanda siyasî ya welatên Rojava demeke dirêj e hîn bûye, wekî hûn jî dibêjin li Rojhilata Navîn bi daxwazên kurdan ketiye rojevê. Lê bi rastî ne tenê kurd, li Îranê û Pakîstanê belûc, li Iraqê asûr, li Cezayirê gelên berber û hejmareke zêde civakên zimanî û etnîk ên li vê coxrafyayê dijîn jî pêdiviyê bi şêweyeke xwerêvebirinê dibînin û vê daxwazê bilêv dikin.

“Xweserî an bi wateyeke gelemperî herêmbûyîn ne girêdayê coxrafyayek e û divê bê gotin ku ew çareseriyeke unîversal a ku li her aliyê cîhanê derketiye holê ye.”

Xweserî an bi wateyeke gelemperî herêmbûyîn ne girêdayê coxrafyayek e û divê bê gotin ku ew çareseriyeke unîversal a ku li her aliyê cîhanê derketiye holê ye. Ji ber ku ew, bi taybetî bersiveke ji bo nasnameyên cuda yên ku li ser bingeha herêmekê derketine holê ye, mirov nikare bêje ew ji bo Rojhilata Navîn ne guncan e. Lê ji ber ku dewletên herêmê naxwazin li ser erdên xwe vê guherîna berfireh pêk bînin, ev yek li pêşiya çareseriyeke bi vî rengî astengiyekê pêk tîne.

Niha li Tirkiyeyê nîqaşeke li ser rejîmê heye. Serokomar Erdogan got ku “rejîm guherî ye.” Rejîmekê an rejîmeke çawa ya ku li ser xweseriyê hatiye damezrandin dikare ji probleman re bibe bersiv?

Bi rastî Tirkiye welatekî ku li ser herêmên xwedî nasnameyeke hevpar a ku di pêvajoyeke dirêj a dîrokî de derketine holê hatiye damezrandin e. Lê wekî ku em hemû kes dizanin, bi tedbîrên siyasî, çandî û aborî û herwiha bi riya mubadeleyê (pêvajoya transferkirina nifûsa tirk û yewnan a di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de) li piraniya herêman van nasnameyan hatin tunekirin an jî pir zêde hatin qelskirin. Em îro dibînin ku kurd ku qet nebe ji vê pêvajoyê bi riya parastina hebûna xwe ya fîzîkî rizgar bûne, li Tirkiyeyê bûne aktorê herî girîng a daxwaza xweseriyê. Bi sebeba ku li hember me hêzeke polîtîk a xwerêxistinkirî ku vê daxwazê îfade dike heye, tiştekî xwezayiye em li bendê bin ku meseleya ku wê li Tirkiyeyê modeleke îdarî ya çawa derkeve holê, wê di encama muzakereyên di navbera vê hêzê û dewletê de diyar bibe. Me dît ku li welatên cîhanê ku di vê pêvajoyê re bi awayekî serfiraz derbas bûne, pevçûn û îhtimala pevçûnê bi tevahî ji rojevê derdikeve û herêmên ku hêz transferê wan hatine kirin di warê sekinandina windabûna nasnameya siyasî û paşveçûna aboriyê de bi ser ketine. Sebebên ku em bifikirin ku heman pêşveçûyin ji bo Tirkiyeyê ne mimkûn e, tune ne.

Mirov dikare xwerêvebirina li Kurdistanê hatiye îlankirin di kîjan çarçoveyê de bibîne?

“Lê eger vê kiryarê ji çarçoveya bêîteetiya sivîl derbas bike û bi giranî veguhere veqetîneke hişk a ji dewletê wê rîska komkujiyê jî derkeve holê.”

Îro xwerêvebirina ku li navçeyên Mûşê, Amedê, Şirnexê, Mêrdînî û Culemêrgê derdikeve holê nêzîkî mînakên Chiapas û Rojava xuya dike. Lê wiha xuya dike ku li van deran kontrola dewletê berdewam dike. Dibe ku armanca li paş avêtina van gavan bi awayekî xurt vegera pêvajoya muzakereyê û eger dewlet vê qebûl neke, nîşandayîna kiryarên ku herêm bi tena serê xwe dikare bike be. Lê eger vê kiryarê ji çarçoveya bêîteetiya sivîl derbas bike û bi giranî veguhere veqetîneke hişk a ji dewletê wê rîska komkujiyê jî derkeve holê.

Ligel îhtîmala windabûnên giran ên însanî û madî, xetereya filîstînbûnê jî heye. Îsraîl demeke dirêj navendên bajaran û qadên stratejîk kontrol kir û di pratîkê de kontrola filîstîniyan a li ser taxên ji navendê dûr an kontrola li ser kampan qebûl kir. Di dawiyê de jî li dora herêmên ku filîstînî dijiyan dîwarekê lêkir û cîrantiya xwe ya bêdil a bi filîstîniyan re bi dawî kir. Divê li Tirkiyeyê neyê xwestin ku dewlet bi riya devjêberdana çewsandina li ser xwerêvebirinên van navendan, wekî Îsraîlê siyaseta dorpêçkirin û ambargoyê qebûl bike. Ji ber van sebeban, îhtimala bi awayekî yekalî li Tirkiyeyê damezrandina xweseriyê hinekî zor e û dûrî rastiyê xuya dike. Çareseriyeke du alî pêwîst e.

Taybetiyên ku xweseriya demokratîk ji xweseriyên din vediqetîne çi ne? Di nava dewleta heyî de damezrandina xweseriyekê mimkûn e?

Di xweseriya ku di bin banê lîberal a dewletê de derdikeve holê di serî de parastina nasnameya herêmê, mafên kolektîf ên curbecur ên herêmê tên qebûlkirin. Dewlet hebûna yekeyên jêr-dewletê yên ku bi van nasnameyan re bûne yek nasdike û ji bo xwerêvebirin li herêmê di qadên siyasî, civakî, çandî, aborî û di hemû qadên tê hişê mirov de bixebite, hêzên qanûnçêkirin û rêvebirinê transferê herêmê dike. Lê dewlet têkiliyên derve û parastina derve digire bin kontrola xwe û herwiha ewlehiya berdewamiya demokrasiya lîberal û aboriya lîberal pêk tîne.

“Lê ji ber ku qada ku tê xwestin ku çareseriya xweseriya demokratîk lê pêk were Tirkiyeya ku di nava sîstema kapîtalîst a Rojava de ye, divê xweseriya demokratîk bi çareseriyên ku vê sîstemê pêş xistine li hev bike û bibe xwedî formeke rasteqîn a di nava dewletê de.”

Qasî ku em fam dikin, bi xweseriya demokratîk li derveyê neteweperestiya netewe-dewletê û çareseriyên lîberal ên li welatên Rojava, pêdiviya pêkhatina xwerêvebiriyeke herêmî ya kurd tê îfadekirin. Tê xwestin ku naveroka xwerêvebirineke ku bi vî şeklî derdikeve holê, bi paradîgmayên demokrasiya rasterast (dîrekt), wekheviya zayendî û parastina ekolojiyê bê dagirtin. Di vê nêzîkbûna nû de aboriya kapîtalîst tê bisînorkirin û ji bo aboriya ne kapitalîst qadekê tê vekirin. Bi van aliyên xwe, ev, nêzîkbûneke ku dûrî çareseriyên xweseriyê yên demokrasiyên lîberal ên li welatên Rojava ne. Lê ji ber ku qada ku tê xwestin ku çareseriya xweseriya demokratîk lê pêk were Tirkiyeya ku di nava sîstema kapîtalîst a Rojava de ye, divê xweseriya demokratîk bi çareseriyên ku vê sîstemê pêş xistine li hev bike û bibe xwedî formeke rasteqîn a di nava dewletê de. Gelo wekî forma derve ya vê çareseriyê xweseriya lîberal tê dîtin û di nava vê çarçoveyê de demokrasiya radîkal dixwaze bê meşandin? Em niha bersiva vê pirsê nizanin.

Dema em bi zanîna van rastiyan li Tirkiyeyê binêrin, bêyî ku demokratîkbûyineke bingehîn a ku di nava wê de çanda transferkirina hêzê ya ji bo herêman jî heye pêk neyê, di nava strûktûra dewleta heyî ya îro de xweseriyeke polîtîk ne mimkûn e.

“Lê ji ber ku qada ku tê xwestin ku çareseriya xweseriya demokratîk lê pêk were Tirkiyeya ku di nava sîstema kapîtalîst a Rojava de ye, divê xweseriya demokratîk bi çareseriyên ku vê sîstemê pêş xistine li hev bike û bibe xwedî formeke rasteqîn a di nava dewletê de.”

Hûn bawer dikin ku xwerêvebirin çareseriya probleman e? Li welatên din, xwerêvebiriyên piştî pêvajoyên pevçûnê hatin îlankirin probleman çareser kirin?
Xwerêvebiriyên ji ber sebebên zimanî, dîrokî û aborî derketine holê, di gelek mînakan de pêvajoya pevçûnê bidawî kirine û bûne encama bikaranîna çavkaniyên însanî û madî ya ji bo feydeya welat. Di hin minakan de armanca xweseriyê piranî parastina nasnameya zimanî û dîrokî ye û di hin mînakên din de jî dixwaze aboriyê biparêze an jî ji ber van her sê sebeban derketiye holê. Li Kanadayê Quebec yek ji eyaletên xizan bû û zimanê herêmî fransî paş ve diçû. Piştî ku dewlet transfereke berfireh a hêzê qebûl kir, di demeke kurt de hem di warê aboriyê de hem jî di warê parastina ziman de pêşketinên pir mezin derketin holê. Wekî vê, li Îspanyayê herêmên herî xizan herêmên başûr bûn lê piştî xweseriyê, hiyerarşiya aboriyê ya di navbera herêman de kêm bû û koça ji başûr a ber bi bajarên endustriyê yên li bakur hema hema sekinî.

“Gavên pêş ên federal ên Kanadayê yên ji bo Quebecê, qebûlkirina xweseriya Katalonyayê ya ji aliyê Îspanyayê û xweseriya Tîrola Başûr a ji aliyê Îtalyayê pêşiya biçekbûna tevgerên cihêxwaz ên li van herêman biriye.”

Gavên pêş ên federal ên Kanadayê yên ji bo Quebecê, qebûlkirina xweseriya Katalonyayê ya ji aliyê Îspanyayê û xweseriya Tîrola Başûr a ji aliyê Îtalyayê pêşiya biçekbûna tevgerên cihêxwaz ên li van herêman biriye. Em dikarin bêjin ku sebeba herî girîng a çekberdana dereng a ETA’yê ya îro ji ber xweseriya li Welatê Bask e ku bi hemû saziyên xwe dixebite. Di dema ku di demokrasiyên lîberal ên li welatên Rojava meseleya xwerêvebirinê bi vî awayî tê çareserkirin, li Fîlîpînan qebûlkirina xweseriya herêma Moro ya misilman a ji aliyê dewletê ve piştî pêvajoyeke pevçûnê ya dirêj pêk hatiye. Dîsa wekî vê, qebûlkirina daxwazên xweseriyê û federalîzmê ya gelên li bakurêrojhilatê Hîndîstanê ya ji aliyê dewletê ve, di hin mînakan de piştî pêvajoyeke pevçûnê ya dirêj hatiye rojevê.

Wekî encam, dixwazî bila bi xweseriya çandî û siyasî an bi gavên pêşketî yên federal pêk were, bi riya parvekirina hêzê bersivdayina dewletê ya ji bo daxwazên xwerêvebirinê ya herêman, pêdiviya çandeke demokratîk e.
_____________

Vê hevpeyvînê cara pêşiyê di DIHA’yê de bi tirkî hatiye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …