Xweparastina asîmetrîk

Ehmed Pelda

Bersiva bi heman rêbazî û li ser bingehê avakirina xweparastinê ne watedar û ne jî pêkan e. Berî her tiştî ji aliyê balansa hêzê rewşeke newekhev heye

Êrişên sivîl-faşîst her ku diçe zêde dibin. Nasnameya kurd, alewî û ereb herdem rastî êrişan tê. Li hemberê vê jî gotinên tolhildanê zêde dibin. Nêzîkbûnên tolhildana bi heman rêbazî sîmetrîk in û wê bibin sebeba têkçûnê. Bersiva bi heman rêbazî û li ser bingehê avakirina xweparastinê ne watedar û ne jî pêkan e. Berî her tiştî ji aliyê balansa hêzê rewşeke newekhev heye. Komên nîjadperest destekê ji dewletê û saziyên wê werdigirin.  Li paş wan hêzên çekdar, mekanîzmayên burokratîk û organîzasyonên aboriyê ku wan êrişkariya wan teşwîk dikin hene.

Berî her tiştî, tu komên etnîk ne dijminê kurdan e. Tu milet rasterast êrişê miletekî din nake. Kesên dijminahiyê dikin bi armancên siyasî, zanebûn û bi rêxistinî tevdigerin. Dema mirov hemû koma ku ew endamê wê ne bike dijminê xwe û li hemberê wan reaksiyon nîşan bide, dibe ku zirareke mezin bibîne.

Lewma jî divê mirov bi zanebûn û bi plan tevbigere. Divê xweparastin ne tenê bi êrişan re bisînor be lê bibe şêweyeke jiyanê. Ji ber hejmara komên êrişkar ewqas zêdene ku hêzên mîîlter ên dewletê, mafya, komên nîjadperst, komên berjwendîparêz ên îdeolojîk û olî bi her awayî me dorpêç dikin. Ew hewl didin li ser bedena me û mejiyê me hukum bikin.

Berî her tiştî, tu komên etnîk ne dijminê kurdan e. Tu milet rasterast êrişê miletekî din nake. Kesên dijminahiyê dikin bi armancên siyasî, zanebûn û bi rêxistinî tevdigerin. Dema mirov hemû koma ku ew endamê wê ne bike dijminê xwe û li hemberê wan reaksiyon nîşan bide, dibe ku zirareke mezin bibîne. Hin kesên ji vê komê heman komê ji êrişkariya hin endamên nîjadperest ên komê aciz in. Divê bi herkesî re ji bo riya diyalogê hewldan bê dayîn, problem bên muzakerekirin û baweriya dualî bê avakirin. Divê li ser vê bingehî deryayeke gelan a  kûr bê damezrandin û êrişkar di vê deryayê de bên fetisandin.

Retorîka pir hişk û gefên qutkirina têkiliyên aboriyê wê bibin sebeba têkçûnê. Berevajiya vê, divê em alternatîfa vê ava bikin, têkiliyên nû yên bazirgan û aboriyê derxin holê û bi vî awayî jî van têkiliyan veguherînin qadeke piştgiriya civakî, rêxistinî.

Eger mirov pir paş de gav bavêje, ji bo teşhîr nebe zimanê xwe yê zikmakî bikar neyne, muzîka xwe guhdarî neke, taybetiyên xwe yên çandî û civakî veşêre wê di nava demê de paşçevûn heta têkçûn pêk were. Civakeke wisa nikare xwe jinûve zindî bike. Lê divê em cudahiyên xwe yên zimanî, çandî û olî jî zêde li ser mirovan din ferz nekin. Bo nimûne mirov dikare di otobêsekê de bi awayekî maqûl bi zimanê sohbetê bike. Lê dema ev ji bo xwenîşandanê bê kirin, bi ken û dengekî bilind bê kirin rewş cuda dibe. Dema komeke muzîkê li kolanekê bi rengekî maqul, bêyî ku welatiyan asteng bike muzîka xwe bike wê sempatiyê berhev bike. Dema berevajiya vê bê kirin û reaksiyonên li hember vê wekî êrişên li dijî ziman bê dîtin, rewş wê cuda be. Divê nêzîktêdayina me wiha be: Divê em ji bo ziman, muzîk, têkiliyên kar, çandî û civakî de kiryarên maqûl ku wê ji aliyê civakê bê qebûlkirin pêş bizin.

Retorîka pir hişk û gefên qutkirina têkiliyên aboriyê wê bibin sebeba têkçûnê. Berevajiya vê, divê em alternatîfa vê ava bikin, têkiliyên nû yên bazirgan û aboriyê derxin holê û bi vî awayî jî van têkiliyan veguherînin qadeke piştgiriya civakî, rêxistinî.

Eger kesek, komek, taxek an gundek hedefe be û ew rasterast bersivê bide êrişkariyê wê berdêleke giran bide. Lê dema ew nebe muhatab, baldar be û xwe biparêze û xwe ji xetereyê dûr bixe wê baştir be. Lê divê alternatîfa vê hebe. Di dewsa wan de divê kesên din ku ji aliyê êrişkaran nayên naskirin bersivê bidin. Ji ber ku nîjadperestên dijber van kesan nasnakin û wê nikaribin xwe biparêzin. Rêxistinbûneke bi vî rengî pêwîst e.

Gotar di 26’ê tîrmeha 2021’an de di rojnameya Yenî Yaşamê de bi tirkî hatiye weşandin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …