Xwendekarên Kurdolojiyê ji Artûklûyê mezûn bûn

Di dîroka Komara Tirkiyeyê de cara pêşî ji beşa kurdî ya zanîngehekê xwendekar dîploma girtin. Xwendekarên Enstîtuya Kurdolojî ya Zanîngeha Artûklûyê ya li Mêrdînê ku bûn xwedî dilşadiya qedandina beşa kurdî, bi merasîmekê dîplomayên xwe girtin.

Merasîma ji bo 500 xwendekarên ku ji bernameya Lîsansa Bilind a Bê Têz mezûn, bi beşdariya gelek mêvanan 30’ê Hezîranê li avahiya zanîngehê hate li dar xistin. Wezîrê Perwerdeyê ya Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê Îsmet Xalid, Wezîrê Çandê yê kevn ê Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê Felekeddin Kakeyî, nivîskar Cengiz Çandar, Oral Çalışlar, Bejan Matûr, kordînatorê Enstîtuya Kurdolojiyê Prof. Dr. Kadri Yıldırım, akademîsyenên enstîtuyê, xwendekar û malbatên xwendekaran beşdarê roja mezûniyetê bûn.

Berpirsê Enstîtuya Kurdolojiyê Kadrî Yildirim di axaftina xwe de da zanîn ku di enstîtuyê de ji aliyê 3 profesor, doçentek, 6 doçentên alîgir û 10 mamoste bi tevahî 20 akademîsyenan salekê dersên lîsansa bilind hatine dayîn û ew ji ber mezûnên pêşiyê yên kurdolojiyê pir dilxweş in. Yildirim got ku ew ji niha ve ji bo polên 7’emîn û 8 ‘emîn yên sala 2014’an pirtûkên kurdî dest amadekariyan kirine û axaftina xwe domand:

“Me 500 namzetên mamostetiyê di çarçoveya lîsansa bilind de salekê perwerde kir, di warê zimanê kurdî, wêje û çandê de derxist astekê û ji 30’ê Hezîranê û pê ve em ê wan mezûn bikin. Ji niha û pê ve, peywirdakirina namzetên mamostetiyê di dibistanên ku wê di meha Îlonê de vebin de karê Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya me ye”.

Piştî axaftinan, xelatên xwendekarên kurdolojiyê yên derenceyên herî baş girtibûn ji aliyê Cengiz Çandar, Oral Çalişlar û Bejan Matûr hate dayîn û xwendekar dîplomayên xwe girtin.

Serokwezîr Recep Tayip Erdogan, gelek endamên hikumeta AKP’yê û hin rêvebirin BDP’ê jî jib o roja mezûniyetê telgrafên pîrozbahiyê şandin.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Piranîya ciwanan fêrî zimanê baskî dibin

% 70 ji ciwanên di navbera 16 û 24an de dikarin bi baskî biaxivin. Di …