Xweciyên Kolombiyayê di xetereyê de ne

 

 

Rêxistina Neteweyî ya Xweciyan a Kolombiyayê (ONIC) ragihand ku şerê navxweyî yê li welat li dijî xweciyan xetereyekê pêk tîne. Rêxistinê eşkere kir ku bi tenê di sala 2012’an de 25 xwecî bûne qurbanê şerê naxweyî. Komîsyona Parêzerên Kolombiyayê (CCJ) jî da xuyakirin ku di navbera 2010-2012’an de 199 bûyerên şîdetê li dijî xweciyan pêk hatine ku di piraniya van bûyeran de xwecî hatine kuştin.

Di rapora 30 rûpelî ya CCJ’yê de piraniya êrîşên li dijî xweciyan li ser erda pêşiyên xweciyan, bi armanca bidestxistina çavkaniyên xwezayî pêk hatine. Raporê nîşan da ku gelek xwecî ji ser vê axê bi zorê tên koçberkirin an mercên jiyana wan a fîzîkî û çandî tê dijwarkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku komên xwecî destekeke xurt didin hevdîtinên aştiyê yên li Havanayê ku di navbera hikumeta Kolombiyayê û Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) de tên lidarxistin.

Jêder: Telesurtv.net

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …