Xwecî dixwazin li derveyê xweseriya Bangsamoroyê bimînin

 

 

Gelên xwecî yên li girava Mîndanao ya li başûrê Fîlîpînê bi deklerasyonekê ji parlamentoyê daxwaz kirin ku erdên pêşiyên wan ku niha ew li ser dijîn derxe derveyê Herêma Xweser a Bangsamoroyê

. Rêberê xweciyan diyar kirin ku cîgirtina di nava vê herêmê de nasnameya wan a xwerû dihelîne û mafê wan ên diyarkirina qederê binpê dike.

Deklerasyona ku ji aliyê Erumanen Datu Al Sailing, Datu Roldan Babelon û Datu Ronaldo Ambangan ve ku her sê jî endamên Konseya Lîderên Erumanen ne Menuvu bûn hat îmzekirin destnîşan kir ku gelên erumanen bi salane bi sîstema rêvebirinê ya Gempa te Kelindaan ne Kamaal ve xwe bi rê ve dibin.

Yek ji rêberê xweciyan Erumanen Datu Ronaldo Ambangan di vê mijarê de nêrînên xwe wiha anî ziman: “Em nikarin Bangsamoroyê wekî nasnameya xwe qebûl bikin. Nasnameya me ya xwerû heye û ev jî Erumanen ne Menuvu ye.

mindanao indigenous

Li bajarê Davao Cityê jî Timuay Alim Bandarayê rêberê gelê Teduray jî di vê mijarê de wiha got: “Ez li vir bi taybetî dixwazim qala civakên ku di bin bandorê de mane bikim, ji ber ku ne tenê civaka Bangsamoro di bin bandora hemû şer, pevçûnên çekdarî, bêedaletî û nakokiyên li herêmê de mane. Ez qala civaka gelên xwecî bi taybetî jî qala teduray, lambangian û dulangan manobo yên li hin aliyên Maguindanaoya li Herêma Xweser a Mîndanaoya Misilman ku ji bo wan hukmên Qanûna Mafên Gelên Xwecî 17 salên derbasbûyî de  bi sebeba ku em di nava herêmeke xweser a berhema pêvajoya aştiyê bûn de bûn nehatin meşandin, dikim.” Bandaray got ku ji dema îmzekirina Peymana Çarçove ya Bangsamoroyê ya di 2012’an û heta niha gelên xwecî yên li herêmê di gelek forûmên biçûk û mezin de aciziya xwe ya ji bo vê peymanê anîne ziman.

Rêberên gelên erumanen bi deklarasyonê ji Komîsyona Neteweyî ya Gelên Xwecî ya Parlamentoya Fîlîpînê daxwaz kirin ku sînorên erdên gelên erumanen ne menuvu û gelên din ên xwecî yên ne moro  ku li ser erdên Bangsamoroyê dijîn diyar bike, ji bo vê pêvajoyê butçeyeke têr veqetîne û di mijara berfirehbûna erdên Bangsamoroyê de rêzê ji peymana di navbera hikumet û gelên xwecî de ku di warê biryarên di derbarê erdên wan de şêwirîna bi gelên xwecî re ferz dike, bigire.

Çavkanî: Newsinfo.inquirer.net

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …