Xizanên kolombiyayî erdên ji bo navenda leşkerî hatiye veqetandin dagir dikin

 

 

Domandina dagirkirinekê heta pênc mehan ne hêsan e. Tew pêkanîna vê yekê li Kolombiyayê pir dijwar e. Lê endamên civaka Hektor Alirio Martinez a li şaredariya Fortulê ku nêzîkî sînorê Venezûelayê ye, pir pêş de çûne: ew erdên di destê Wezareta Parastinê de dagir dikin. Axa qasî 100 hektarî ku niha xaniyên ji textan û plastîkê lê belav bûne, ji bo bibe navendeke mezin a leşkerî hatiye diyarkirin.

Welatiyên lokal dibêjin ku bi armanca ku kordînekirina parastina lûleyên petrolê yên nû ku çend sed metre dûrî vir diçin, vî erdî ji aliyê şîrketa Occidental Petroleum ve hatiye kirîn.

“Vî erdî di destê Wezareta Parastinê de ye, ew ji aliyê Oxy ve hatiye kirîn û lewma me wekî gelê ji Araucayê got ku tiştê herî baş amadekirina vê planê ye û li benda sekinandina ku gelo wê di nava pêvajoyê de Wezareta Parastinê vî erdî bide me an na ye. Ji ber ku pêdiviya gelek kesî bi vî erdî re heye,” got Jhon Carlos Ariza Aguilar ku Cîgirê Serokê ku ji vê civaka ji 2000 malbatî pêk tê. Wan di 26’ê Mijdara 2013’an de dest bi dagirkirinê kir.

Min rojekê germ ê Sibatê, piştî nîvro bi Jhon û endamekî din ê civakê re hevdîtinekê pêk anî. Hevdîtin çend hefte piştî ku herkes li bendê bû ku wê vê civakê bi zorê ji ser erd bê derxistin, pêk hat. Di 20’ê Çileyê de artêş bi tankekî ket wargeha ji beraqeyan pêk hatibû û ji bo valakirinê 4’ê Sibatê hat diyarkirin. Lê vê rojê tevlî bêdengiya nebiaram a endamên civakê ya di derbarê ku wê piştî vê rojê çi pêk bê de, hat û çû.

Fortul şaredariyeke di navbera çiya û deştên mezin de ye û Çemê Arauca ku sînorê bi Venezûelayê re diyar dike, ne dûrê wê ye. Lî ser vê herêma ku ji aliyê petrolê ve zengîn e, nayê lihevkirin. Li ser rê leşker li dora çend tankan kom bûne û li her derê leşker belav bûne. Gerîlayên ELN û FARC’ê jî li herêmê dewriye digerin û li dijî lûleya petrolê ya Cano Limon-Covenas ku ji qada petrolê ya Cano Limon a şîrketa Occidentalê ya nêzîkî vir tê, êrîşan pêk tînin. Di bin tava pir germ a piştî nîvro de komeke mêr di bin dareke ji çend darên heyî de diaxivin û jin di bin stargehên li ber wan, bêhna xwe vedidin. Beraqeyên ji palmiyeyan yên wekî hev ku ji aliyê qumaşê keskê li ser ban hatine parastin, herêmê nexşandine.

cauca-ayi_kolombiya

Dema em axivîn, texsiyekê hat. Doşekekê li ser wê hatibû pêçandin û di bagaja wê de mobîlya hebûn ku ev jî nîşan dida ku malbateke din li vir bi cî dibe. Ariza Aguilar got ku yek ji çar endamên civakê ku erdê dagirkirine ji ber şerê didome bi zorê ji wargehên xwe hatine derxistin.

“Oxy vî erdî kirî û 2010’an de da Wezareta Parastinê” nûnerê Fortulê yê li Wekfa Mafên Mirov ê Joel Sierra Jhonny Alexis Castro got. Oxy bersivê neda pirsa di derbarê vê mijarê de

Oleoducto Bicentenario ku lûleyeke petrolê yê metreyeke berfireh e û wê ji Casanareyê heta bendera Covenasê 960 km dirêj bibe, bi wesayitê 3 deqe ji ciyê dagirkirinê dûr e û li aliyê paş ê civakê di binê erdê de tê çêkirin. “Lewma ew dixwazin tabûreke leşker li vir bimîne lê dibistaneke pir nêzîkî vir heye. Hebûna tabûrekê li vir tê wateya hebûna nuqteyeke kontrolê li hember dibistanê,” got Castro.

Îro zarokên ji vê wargehê dikin biçin dibistanê. “Tiştê girîng ev e ku zarok diçin û perwerdeyê dibînin, hebûn an tunebûna elektrîka me ne girîng e, perwerdeya wan girîng e,” got Ariza Aguilar. Wî ji bo avjêniya di çemeke nêzîkî vir de ez vexwendim. Vî çemî ji bo civakê çavkaniya avê, şûştina kincan û serşûştinê ye.

Civaka Hector Alirio Martinez li Kolombiyayê yekemîn dagirkirina mayinde ya erdekê di destê Wezareta Parastinê de ye. Civak navê xwe ji aktîvîstekî gundî yê lokal ku di berbangê de ji xaniyê xwe hatiye derxistin û tevlî du kesên din di 4’ê Tebaxa 2004’an de hatiye kuştin, girtiye. “Problem ev e ku Arauca li Kolombiyayê wekî qadeke sor tê dîtin û rêberiya her lîderekî ya ji bo gel, heta bi tenê nîşandayina riya meclîsa bajêr ji aliyê hin kesan (ji bo dayin û girtina belgeyan) têr dike ku van kesan wekî gerîla bên dîtin û heta kuştina wan neçira wan bê kirin,” got Ariza Agulilar.

—————-

Vê nivîsê ji aliyê Dawn Paley ve hatiye nivîsandin di 11.05.2014’an de di Upsidedownworld.org de hatiye weşandin. Nivîs ji îngilîzî hatiye wergerandin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …