XII. Asambleya Giştî yê UNPO’yê hat lidarxistin

 

 

Bi hevkariya Rêxistina Netewe û Gelên NayênTemsîlkirin (UNPO), Hevgirtina Azad Ewropayê (EFA) û Navenda Maurits Coppiters (CMC) di 2’yê Tîrmehê de li Parlamentoya Ewropayê Asambleya Giştî ya rêxstinê bi konferanseke li ser demokrasî û mafê diyarkirina qederê li dar xist. Pisporên li ser mijarê, aktîvîstên mafên mirov û siyasetmedar ligel nûnerên sazî û rêxistinên navborî beşdarê vê bernameyê bûn.

Konferans ji çar rûniştinên li ser aliyên cuda yên mafê diyarkirina qederê disekinî, pêk hat. Di rûniştina pêşiyê ya ku li ser zindîbûna pêvajoya diyarkirina qederê disekinî de serokê Partiya Neteweyî ya Skotî (SNP) Ian Hudghton li ser pêşketinên deh salên dawî yên li Skotlandê sekinî. Hudghton got ku referandûma 2014’an serfiraziya herî mezin a vê pêvajoya ji bo diyarkirina siberoja Skotlandê bû.

Sekreterê Giştî yê EFA’yê û wekîlê katalan Jordi Sole i Ferrando li ser rewşa dawî ya Katalonyayê nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku serxwebûn û pêşketinên sosyo-aboriyê xwedî heman wateyê ne û her du jî ji bo serfiraziya herêmê pir girîng in.

3365_2

Zsolt Sylagyi ju nûnerê Civaka Macar a li Transîlwanyayê ye jî got ku Yekitiya Ewropayê dikare kêmara neteweyî ya macar a li Romanyayê bihêztir bike. Herwiha Sylagyi li ser navendîbûna  pergala Romanyayê jî hin agahî dan û got ku kêmarên etnîk ji aliyê rêxistina sixuriyê ya welatê wî wekî mijareke ewlekariya neteweyî tên dîtin.

Di rûniştina duyemîn a bi sernavê Axaftina li ser pere: Di Sedsala 21.de Qelskirina Diyarkirina Qederê û Demokrasiyê de Fiona McConnell ku Zanîngeha li Oxfordê profesor e, got ku dîplomasiya fermî gelên nayên temsîlkirin li derve dihêle û ji bo dagirtina vê valahiyê divê paradîplomasî bê pêşxistin.

Lorena Lopez de Lacalleya Sekreterê Têkiliyên Navneteweyî yê Eusko Alkartasunaya (EA) ya li Baskê ye, di derbarê têkoşîna Baskê ya ji bo diyarkirina qederê de û dijwariyên ku Îspanya û Fransayê li pêşiya vê têkoşînê derdixin agahî dan û got ku incax bi serxwebûna tam û bi riya dîplomasiyeke rastîn Bask dikare di qada navneteweyî de bibe xwedî gotin.

Di rûniştina sêyemîn a bi sernavê Rehîngirtina Mafên Mirov: Diyarkirina Qederê, Demokrasî û Toleransê de berdevkê Partiya Gelê Belûcîstanê Nasser Boladaî axaftinekê kir. Berdevk got ku qedera erdên Belûcîstanê bi berjewendiyên jeo-polîtîk ên hin dewletan ve hatiye girêdan û ji ber çavkaniyên komir û gazê berjewendiyên Pakîstan û Îranê gelê Belûcîstanê ji hemû mafan bêpar hiştine.

Rûniştina dawî ya konferansê bi sernavê Xebata ber bi Serfiraziyê ve? Çîrokên ji Ewropa û Derveyê wê de edîtorê sereke yê Koha Ditore Agron Bajrami axaftinekî kir. Bajrami got ku di destpêkê de civaka navneteweyî bala xwe neda tevgera serxwebûnxwaz a Kosovayê ku bi awayekî aştîxwaz xebatê dikir. Bajrami diyar kir ku dema ku pevçûn dest pê kir aktorên mezin ên navneweyî dest avêtin mijarê û alîkariya pêkhatina emcamê kirin.

 

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …