Xewna kanak a serxwebûnê pêk nehat

 

Proseya dekolonîzasyona Kaledonyayê ku 30 sal berê destpêkiribû, her car rastî astengiyekê tê.

Duh li giravê referandûmeke din a serxwebûnê hebû û gelek welatî hêviya xwe bi vê dengdanê ve girêdabûn.

Lê beriya dengdan pêk were, Eniya Kanak û Sosyalîst a Rizgariya Neteweyî FLNKS’ê banga boykotê li alîgirên xwe kir.

Rêxistinê belavbûna vîrusa koronayê ya li giravê sebeb nîşan da û got di van şert û mercan de ew ê nikaribe kampanyayê bimeşîne.

Alîgirên yekitiya bi Fransayê re vê rewşê bi kar anîn û tena serê xwe kampanyaya hilbijartinê meşandin.

Alîgirên yekitiya bi Fransayê kampanyeke li dijî serxwebûnê meşandin. Ji 24 ji %’ê nifûsa giravê ji ewrûpiyan pêk tê.

Helbet di van şert û mercên neadil de hêzên siyasî yên yekitîparêz bi ser ketin û encamên ji sindoqê derketin Parîsê kêfxweş kirin.

Boykot û encamên referandûmê

Li gorî daneyên fermî ji sedê 96’ê hilbijêran ji bo serxwebûna Kaledonyaya Nû re got na.

Hêjayê gotinê ye, ji ber boykota tevgera serxwebûnxwaz bi tenê sedî 41’ê hilbijêran tevlî dengdanê bûn.

Ev jî bû sebeba pirsên derbarê rewabûna referandûmê de ku careke din hêza tevgera ji bo serxwebûnê nîşan da.

Herçî rêvebiriya Fransayê bû, hîç serê xwe bi vê mijarê re neêşand û bi kêfxweşiyek bêpayan encamên referandûmê pêşwazî kir.

Serokê Fransî Makron got “îşev Fransa delaltir bûye ji ber ku Kaledonyaya Nû biryarê da bibe parçeyeke wê.”

Bi van gotinên xwe Makron boykotê ji nedîtî ve hat û bandora siyaseta serxwebûnxwaz înkar kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji ber polîtîkayên kolonyalîst ên Fransayê niha piraniya nifûsa giravê ji Fransî û Ewrûpiyên din pêk tê.

Lewma jî di referandûmên 2018 û 2020’an de tevgera serxwebûnxwaz têk çû û alîgirên Fransayê bi ser ketin.

Kaledonyaya Nû giraveke li rojavayê Pasîfîkê ye. Fransa dixwaze bi saya kontrola xwe ya li giravê bandora xwe ya li Pasîfîkê bidomîne.

Eniya serxwebûnxwaz

Berevajiya alîgirên yekitiya bi Parîsê re, tevgera serxwebûnxwaz FLNKS’ê dixwaze li giravê bêedaletiyên etnîk, aborî û sosyal bi dawî bibin û sîstemeke demokratîk bê avakirin.

Di referandûmên dawî de biserneketi be jî, tevgera serxwebûnxwaz îsal du serkeftinên mezin bi dest xistin.

Di meha sibatê de tevgerê piştî dengdaneke parlemenê hêza xwe ya siyasî zêde kiribû û hukumeta koalîsyonê ava kiribû.

Di havîna borî de jî hukumeta nû civiyabû bû û Louis Mapouyê xwecî (Lûî Mapû) wekî serokê giravê hatibû hilbijartibin.

Bi vî awayî, piştî 40 salan siyasetmedarekî serxwebûnxwaz a endamê gelê Kanak bûbû serokê Kaledonyaya Nû.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …