Welatiyên Kurdistanê PDK’ê protesto dikin

 

 

 

Nerazîbûnên li dijî PDK’ê dageriya bûyerên şîdetê. Li gelek bajarokên bi ser Silêmaniyê ve êrîşên li dijî nûnergehên PDK’ê hatin kirin. 

Bi taybetî li herêma Soran a li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî PDK’ê dageriya protestoyên girseyî. Li Seyîd Sadiq û Kelarê 2 kes hatin kuştin 97 kes birîndar bûn

Duh li bajarokên Kelar û Seyîd Sadiq xwepêşandan û çalakiyên ji ber nerazîbûna nedayina meaşan (mûçe) dest pê kir lê kurtedemek şûn de xwepêşander berê xwe dan nûnergehên PDK’ê. Di encama êrîşa xwepêşanderan a li ser baregehê PDK’ê ya li navçe Kelarê 2 kes hatin kuştin û bêhtirî 10 kes birîndar bûn.

Li Seyîd Sadiq jî xwepêşander bi keviran êrişî alîgirên PDKê kirin û xwestin avahiya PDKê bişewitînin lê alîgirên PDK’ê çekan xwe êrîş kirin û rê nedan avahî bên şewitandin. Hat ragihandin ku xwepêşanderan jî bi çekan bersiva alîgirên PDKê dan. Di vê bûyerê de herî kêm 87 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku hemû kesên brîndar bi keviran hatine birîndarkirin.

Şarezûr daket qadan

Li navçeya Silêmaniye Şarezûrê, gel duh û îro daket qadan. Girseya gel êrîşî avahiyên partiyên siyasî û saziyên hikûmetê kir.

Hat ragihandin ku xwepêşanderên li navçeyê bi taybetî bi keviran êrîşî avahiyên Partiya Yekîtiya Îslamî û gelek avahiyên hikûmetê kiriye.

şarezur

PDK nûnergehên xwe yên li Silêmaniyê digire

Di xwepêşandanên li Hacî Ava û Jaraweyê  xwepêşander êrişî nûnergehên rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kirin û şewitandin. Piştî van bûyerani PDK biryar da ku nûnergehên xwe yên li bajarê Silêmaniyê û li derdora wê bigire. Berdevkê PDK’ê yê Silêmaniyê Faris Nevrolî ji AA’yê da xuyakirin ku navenda partiya wî biryara girtina nûnergên li Silêmaniyê daye.

Kosret Resul piştîvanî li mafên xwepêşanderan kir

Di wê peyama xwe ya di derbarê bûyeran de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî  yê YNK’ê (Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê) Kosret Resûl Elî got ku “xwepêşandan û derbirînda ji bo maf û azadiyan, ew mafê hemû kesekî ye û em piştîvaniyê lê dikin, digel wê bikaranîna tundûtîjiyê de nînin û ew şêwaz kêşe û aloziyan çareser nake û em baş dizanin jî ku xelkê kurd êdî baweriya xwe bi hêzên siyasî nemaye.”

Serokatiya Barzanî hatibû dirêjkirin

Li Herêma Kurdistanê ya Iraqê nerazîbûnên li dijî PDK’ê û siyaseta hikumetê herêmî di Tebaxê de gur bûbû. Di 20’ê Tebaxê de dema serokatiya Mesût Barzanî bi dawî bûbû lê digel nerazîbûnên partiyên din ên siyasî careke din dema Barzanî hatibû dirêjkirin. Li gorî biryara vê, Barzanî wê heta 2017’an li ser kar be.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …