Welatiyê bi kurdî axivî hat kuştin

 

 

 

Ciwanekî kurd ji ber ku bi telefona destan bi kurdî axivî li Stenbolê hat kuştin.

Sedat Akbaşê 21 yeksalî dema li navçeya Kagithaneyê ya li Stenbolê li benda otobosê bû, rastî êrîşa komekê hat. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Akbaş duh bi şev saet di 23:00’an de dema li rawestgeheke otobosên a li Kagithaneyê bi malbata xwe re bi telefonê diaxivî,  ji aliyê 6 kesan hat kêrkirin.

sedat-akbaş2

Polîsên hatin ciyê bûyerê, Akbaş rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Okmeydaniyê. Mixabin digel midaxaleya li vir Akbaş jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya rojnameya Evrenselê, Sûat Akbaş ku xizmê Sedat Aktaş e, gotiye ku polîs agahî daye bavê wî û gotiye ku ji ber ku Serdar bi kurdî axivî ye hatiye kuştin.

Sedat Akbaş ji Batmanê bû û ji bo dîtina karekî hatibû Stenbolê.

Înfowelat

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …