Welatê Helen di 1829’an de bû serbixwe

25”ê Adarê salvegera rizgariya Yewnanîstanê ya ji serdestiya Osmanî ye. Gelê yewnan ê bindest di 25’ê Adara 1821’an de li hemberê Împaratoriya Osmanî dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama şerên giran de ku gel berdêlên giran dan, Yewnanîstan di 1829’an de serxwebûna xwe bi dest xist. Li Yewnanîstanê ji vê serhildanê re Elenika Epanastasi (Şoreşa Yewnan) tê gotin.

Yewnanîstan welatê yekemîn e ku ji bin serdestiya Osmanî derket û bi vî awayî bû mînak ji bo gelên din ên bindest ên xrîstiyan ên li Balkanan. Xebatên rêxistinkirina şerê serxwebûnê di 1814’an de bi damezrandina rêxistina bi navê Filiki Eteria (Komeleya Hevaltiyê) dest pê kir. Ev rêxistina îlegal dixwest li herêma Pelopones a li başûrê Yewnanîstanê, li Prensiyên Tûnayê yên xweser û li Stenbolê serhildaneke berfireh birêxistin bike. Rêxistin dixwest bi rizgarkirina hemû erdên Yewnan li dijîn carek din dewleta Bîzans vejîne û Stenbol bike paytexta wê. Di pêvajoya dirêj a serhildanê de aliyê neteweyî yê serhildanê bêtir derket pêş û armanca damezrandina împaratoriyek li ser bingeha ortodoksiyê paş ve çû.    

Alexander Ypsalintis Prûtê derbas dike

Filika Eteria plan kiribû kudi 25’ê Adarê de ku cejna xrîstiyanên Ortodoks bû serhildanê bide destpêkirin. Ji ber ku ev agahî ketibû destê rêvebiriya Osmanî, rêxistin mecbûr ma ku serhildanê di di 21’ê Sibatê de bide destpêkirin. Alexander Ypsalintis ê serokê Filiki Eteria di Nîsana 1820’an de tevlî hêzekê çemê Prûtê derbas kir û ket nava erdên Prensiyên Tûnayê. Wî dixwest hemû gelên xrîstiyan ên li Balkanan destekê bidin serhildanê û Osmanî ji Balkanan biqewirînin. Mixabin serhildan bi tenê li derdora çemê Tûnayê pêk hat û bi lez ji aliyê hêzên dagirker ên Osmanî hat hilweşandin.  

Paşê serhildan belavî başûr bû li wir berxwedan bi serfirazî hat birêxistinkirin. Pelopones ji berê de herêmeke serhildêr bû û tu caran bi dagirkeran re li hev nekiribû. Dema agahiya serhildana li Tûnayê gihîşt herêmê, hêzên welatparêz ên yewnan di bin fermandariya Maniots de serî hildan. Di hin çavkaniyên dîrokî de tên gotin ku Metropolîtan Germanos ê Patrasê di 25’ê Adarê de ala serhildanê tevlî xaçê li ser Manastira Agia Lavrayê çik kiriye û bi vî awayî serhildan dest pê kiriye. Pişt re serhildana yewnan belavî Makedonya, Tesalya û girava Gîrîtê bû. Li aliyekî din, hêza deryayî ya serhildêran li Deryaya Egeyê hêzên Osmanî têk birin û nehiştin biçin hawara artêşa Osmanî.  

Şervanên yewnan di ber xwe didin

Piştî têkçûna xwe ya li hember serhildêran, Osmanî ji Mehmed Alî Paşayê Misrê alîkarî xwestin û bi hatina hêzên Paşayê Misrê piraniya erdên rizgarkirî yên Peloponesê carek din ket bin kontrola Osmaniyan. Keleya Missolongî piştî berxwedaneke mezin ku salekê dom kir, di 1826’an de ket destê Osmaniyan. Piştî van bûyeran, Rûsya, Brîtanya û Fransa û ku sê mezin ên Ewrûpayê bûn biryar dan ku midaxeleyê pevçûna Yewnan-Osmanî bikin. Her sê dewlet hêzên xwe yên deryayî şandin herêma serhildêr a Morayê û li Navarîno hêzên deryayî yên hevbêş ên Osmanî-Misrî têk birin. Hêzeke fransî ya li Morayê di 1828’an de mecbûr hişt ku misrî paşve vekişin û di encama vê de garnîzona osmanî ya li Peloponesê teslîm bû. Ev pêşveçûn riya serxwebûna Yewnanîstanê heta dawiyê vekir û serxwebûna vî welatî kir realîteyek.

Bi Protolola Londonê ya di Sibata 1830’an Yewnanîstan wekî dewleteke serbixwe hat  naskirin. Di Konferansa Londonê ya 1832’an û Peymana Stenbolê ya di heman salê de sînorên dawî yên dewleta nû hatin diyarkirin. Di encama van hevdîtinan de Prens Ottoyê ji Baweryaya Almanyayê bû rêvebirê yekemîn ê Qraltiya Yewnanîstanê.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …