Welatê Gal daxwaza otonomiyeke berfireh dike

Hukumeta herêmî ya Galê ji Londonê dixwaze rêvebiriya sîstema edaletê dewrê wê bike.

Hukumet diyar dike, ew dikare sîstema edaletê ya navxweyî ji Brîtanyayê baştir bi rê ve bibe.

Welatê Gal ku ev 23 sal in xwedî otonomiyê ye, dixwaze kontrola xwe ya li ser meseleyên navwelat xurtir bike.

Hukumeta herêmî bi raporeke dawî daxwaza reforma sîstema edaletê kir.

Hukumeta Cardîffê bi vê raporê ji Londonê daxwaz kir erkên derbarê sîstema edaletê de dewrê wê bike.

Di çarçoveya daxwazên nû de hukumeta Galê balê dikişîne ser hin aliyên antî-demokratîk a sîstema edaletê ya Brîtanî.

Gal ku navê wê yê esil “Cymru” ye herêmeke dîrokî ye ku li rovajayê Brîtanyayê ye.

Brîtanya di 1999’an de otonomiya Galê nas kir û mafê temsîliyeta siyasî da parlemena herêmî ku wekî Senedd tê binavkirin.

Bi vê re jî hukumeta otonom îdîa dike eger erkên wê yên di vê mijarê de bên zêdekirin, wê Welatê Gal sîstema xwe ya edaletê ji Brîtanyayê baştir bi rê ve bibe.

Hêjayî gotinê ye parlemena herêmî di 2017’an de Komîsyona Edaletê ya Galê avakiribû û cara ewilî transferkirina erka sîstema edaletê ji aliyê vê komîsyonê hatibû pêşniyazkirin.

Otonomiya Welatê Galê

Welatê Gal tevlî Skotland û Îrlandaya Bakur yek ji sê herêmên xweser a bi ser Brîtanyayê ve ye.

Gal ku navê wê yê esil “Cymru” ye herêmeke dîrokî ye ku li rovajayê Brîtanyayê ye.

Nifûsa herêmê di ser 3 milyonî re ye û berfirehbûna wê bi qasî 20 hezar qaramêtro ye.

Brîtanya di 1999’an de otonomiya Galê nas kir û mafê temsîliyeta siyasî da parlemena herêmî ku wekî Senedd tê binavkirin.

Gal, ligel parlemenê, xwedî hukumetê û saziyên din ên otonomiyê ye û li welêt ligel îngilîzî zimanê galî jî fermî ye.

Li gorî anketeke 2021’an, ji sedî 35’ê civaka Galê otonomiyeke berfireh dixwazin.

Heman anket nîşan dide, alîgirên serxwebûna welêt sedî 14’ê civakê ne.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …