Vahap Coşkun: Pêvajoyeke nû pêkan e, lê ne bi şêwaza berê

Vahap Coşkûn: Pêvajoyek bi şêwaza berê pêkan xuya nake, lê dibe ku bi şêwaz û rêbazek nû pêvajoyek nû dest pê bike. Pêvajoyên aştiyê tenê bi 2 aliyan nameşin. Divê gelek beşên cûda tê de beşdar bin û rêya diyalogê her dem vekirî be.”

Li Diyarbekirê derbarê cîbicîkirina aştiyê û îhtîmala pêvajoyeke nû ya çereseriyê de komcivînek hat li darxistin.

Li Diyarbekirê derbarê cîbicîkirina aştiyê û îhtîmala pêvajoyeke nû ya çereseriyê de komcivînek hat li darxistin. Di komcivînê de Dr. Vahap Coşkun anî zimên ku êdî ne pêkan e pêvajoyek weke berê dest pê bike, eger dest pê bike jî dê bi şêwazeke din bimeşe. Parlementerê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglû jî bal kişand ku pirsa Kurd dikare bi konsensusek civakî çareser bibe.

Vahap Coşkun

Proseya çareseriyê ya berê

Li Diyarbekirê ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê DÎTAMê ve bi pêşkerşkariya gotara Dr. Vahap Coşkun komcivînêk derbarê pêkanîna aştiyê de hat li dar xistin. Akademîsyenê Zaningeha Dîcleyê Doktor Vahap Coşkun di gotara xwe de bal kêşand ser sedemên destpêkirina pêvajoya çareseriyê û sedemên têkçûna pêvajoya çareseriyê ku amaje kir sedema destpêkirinê jî û sedema têkçûnê rewşa li Rojavayê Kurdistanê derketî holê bû. Doktor Vahap Coşkûn anî zimên ku ew bawer nake careke din bi heman şêwazê pêvajoyek çareseriyê ya wek rabirduyê dest pê bike û bal kêşand ku eger dest pê bike jî dê bi şêwazeke nû dest pê bike.

Vahap Coşkun diyar kir: “Gelek sedemên piştgiriya civakê ya ji bo pêvajoya çareseriyê hebûn. Pêvajo gelek girîng û hêja bû. Têkçûna pêvajoyê girîngî û hêjabûna wê ji holê ranake. Niha pêdiviya pêvajoyek nû heye. Pêvajoyek bi şêwaza berê pêkan xuya nake, lê dibe ku bi şêwaz û rêbazek nû pêvajoyek nû dest pê bike. Pêvajoyên aştiyê tenê bi 2 aliyan nameşin. Divê gelek beşên cûda tê de beşdar bin û rêya diyalogê her dem vekirî be.”

Qaydeyên proseyeke nû

Gergerlîoglû diyar kir: “Tehemmula me ji bo têkçûna pêvajoyek din a çareseriyê nemaye. Teqez divê pêvajoyek a çareseriyê hebe. Ji ber ku konsensusek civakî  çênabe pêvajoyên aştiyê bi ser nakevin.


Omer Farûk Gergerlîoglû

Di komcivînê de bal hate kişandin ku divê bêyî ku aştî ji dest were dayîn dahatû were avakirin û ji bo vê yekê jî girîngiya çareseriya pirsa Kurd mijara sereke bû.

Parlementerê HDPê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû di komcivînê de amaje kir ku ew jî di pêvajoya çareseriyê de di lijneya aqilmendan de bû û da zanîn kêmasiyên wê pêvajoyê hebûn û niha divê ders ji wê pêvajoyê were derxistin.

Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir: “Tehemmula me ji bo têkçûna pêvajoyek din a çareseriyê nemaye. Teqez divê pêvajoyek a çareseriyê hebe. Ji ber ku konsensusek civakî  çênabe pêvajoyên aştiyê bi ser nakevin. Eger pêvajoyek dest pê bike divê dewlet û desthilat piştgiriya civakî ya berfireh bo pêvajoyê dabîn bikin.”

Statuya zimanê kurdî

Ji beşdarên komcivînê Profesor Abdûllah Kiran jî bal kêşand ku divê Kurd bizanibin ew li Tirkiyeyê hêzek girîng û mezinin ku divê bi hemû hêza daxwaza statuya zimanê Kurdî bikin û ji bo ku Kurd bikaribin li zemînek baştir daxwaza statuya zimanê Kurdî bikin divê PKK jî li Tirkiyeyê dest ji şerê çekdarî berde.

Nivîs di malpera Kurdistan24ê de hatiye weşandin

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …