UNPO destekê da Kurdistana Îranê

 

 

Asambleya Giştî ya XII. a UNPO’yê (Rêxistina Netewe û Gelên NayênTemsîlkirin) pêşniyazbiryara nûnerê PDKI (Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê) Elî Abdelzadeh ya di derbarê binpêkirinên giran ên mafên mirov ên li Îranê qebûl kir. Bi vî awayî rêxistinê destek da têkoşîna ji bo demokrasî û mafên neteweyî ya Kurdistana Îranê.

Di biryara UNPO’yê de hat destnîşankirin ku di salên dawî de zilma li ser gelên ne-fars zêde bûye û ji ber vê yekê rêxistin Îranê bi tundî şermezar kir.

Di biryarê de hin binpêkirinên mafên mirov ên li Kurdistanê û Îranê wiha hatin nîşandayîn:

  • Di 2014’an de herî kêm 700 kes hatin dardekirin ku ev ji hejmara 2013’an zêdetir e.
  • Li gorî rêxistinên mafên mirov, ji Çileya 2015’an û vir ve 340 kes hatine dardekirin lê hejmarên ne-fermî ji vê zêdetir e
  • Divê bê gotin ku piraniya girtiyên hatine dardekirin kurd in
  • Di 14’yê Hezîranê de dardekirina girtiyê siyasî yê kurd Mansûr Arvand a di girtîgeha Mîandoabê de yek ji hovîtiya rejîma Îranê nîşan dide.
  • Nimûneyeke din jî ku bala cîhanê kişand, mirina jina kurd Farînaz Xosravanî bû ku ji bo ji tecawiza rêvebirekî Îranî xelas bibe ji qata çaran a otelekê ketibû.
  • Di du salên dawî de artêş û hêzên cuda yên paramîlîter hebûna xwe li bajar û herêmên sînor ên Kurdistanê zêde kirin.
  • Ligel mîlîtarîzasyona Kurdistan û herêmên ne-fars, li van ciyan zilm jî bi awayekî domdar didome.
  • eli2Ji ber van sebebên li jor, Asambleya Giştî ya XII. a UNPO’yê di dawiya biryara xwe de gihişt hin encaman ku hin ji wan wiha ne:
  • Rêxistin desteka xwe ya domdar ji bo têkoşîna gelê Kurdistana Îranê ya ji bo mafê self determînasyonê, demokrasî, azadî û mafên neteweyî îfade dike.
  • Bi awayekî tund dardekirina girtiyên siyasî yên kurd, aktîvîstên mafên mirov, rojnameger û girtinên din ên siyasî ya ji aliyê rejîma Îranê şermezar dike.
  • Bang li rejîmê dike ku bilez dardekirinan bisekinîne û di çarçoveya teahudên navneteweyî ya ji bo girtiyên siyasî tevbigere.
  • Rêxistin ji ber binpêkirinên mafên mirov û mafên neteweyên ne-fars ên li îranê yên ji aliyê rejîmê ve pir bi fikar e.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …