UNESCO: Divê zimanên xwecî bên parastin

UNESCO (Rêxistina Perwerdeyê, Zanistê û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî) bi armanca bîranîna xwendekarên Şehîdên Ziman ên Bangladeşê, di 1999’an de 21 Sibatê Dîroka Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî diyar kir. Çar xwendekarên ku di xwepêşandanên di 21 Sibata 1952’an de hatibû lidarxistin de ji aliyê hêzên dagirker ên Pakîstanê ve hatibûn kuştin.

UNESCO wekî her sal îsal jî di Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de bale dikişîne ser parastina cihêrengiya ziman. Rêxistina navneteweyî bawer dike ku ji bo civakên jiyandinbar cihêrengiya çandî û zimanî xwedî roleke girîng e.

Mixabin li gorî UNESCO’yê, cihêrengiya çandî û zimanî her ku diçe li seranserê cîhanê dikeve nava xetereyê. Rêxistin diyar dike ku îro ji % 40’ê nifûsa cîhanê ne xwedî derfeta perwerdeya bi zimanê xwe yên dayikêye. Lê li aliyekî din jî di ware pêdiviya perwerdeya bi zimanê dayikê de hişmendî pêş dikeve.

Îsal bo boneya roja ziman berpirsê giştî yê UNESCO’yê Audrey Azoulay vê peyamê weşand.

Gelên xwecî herdem daxwaza xwe ya ji bo perwerdeya bi zimanên xwe ku di Danezana Mafên Gelên Xwecî ya Neteweyên Yekbûyî de jî hatiye diyarkirin, Îfade kirine. Ji ber ku 2019 sala Navneteweyî ya Zimanên Xwecî ye, temaya Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî wê bibe rola zimanên xwecî ya di ware pêşketin, aştî û lihevkirinê de. Hejmara gelên xwecî li derdora 370 milyonî ye û zimanên wan piraniya 7000 zimanên zindî yên li cîhanê pêk tînin. Gelek gelên xwecî hîn jî ji marjînalîzasyon, cudaxwazî û xizaniya pir zêde eşê dikişînin û ew, qurbanên binpêkirinên mafên mirovan e. (…).Di vê Roja Zimanê Dayikê ya Navteweyî de, ez bang li hemû Dewletên Endam ên UNESCO’yê, hevparên me û hevalbendên me yên perwerdeyê dikim ku mafên gelên xwecî nasbikin û bihêztir bikin. “

Audrey Azoulay, Berpirsê Giştî yê UNESCO’yê

Dîroka Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî

UNESCO (Rêxistina Perwerdeyê, Zanistê û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî) bi armanca bîranîna xwendekarên Şehîdên Ziman ên Bangladeşê, di 1999’an de 21 Sibatê Dîroka Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî diyar kir. Çar xwendekarên ku di xwepêşandanên di 21 Sibata 1952’an de hatibû lidarxistin de ji aliyê hêzên dagirker ên Pakîstanê ve hatibûn kuştin. UNESCO her çar xwendekaran ji ber wêrekiya wan a ji bo parastina ziman û pirçandiyê şehîd îlan kir.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …