UNCHR: 4 milyon kes ji Sûriyeyê koç kirine

 

 

 

Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Penaberan (UNHCR) da xuyakirin ku heta niha çar milyon sûriyeyî ji şer reviyane welatên cîran û vê yekê kiriye ku şerê navxweyî yê li vî welatî bibe krîza herî mezin ku 25 salên dawî de cîhan nas kiriye.

Komîserê UNHCR’ê Antonio Guterres di daxuyaniyê de got ku herî kêm 7.6 milyon mirov di nava Sûriyeyê de ji wargehên xwe derketine û gihîştina van kesan pir dijwar e.

Rêxistinê destnîşan kir ku ji koçber bi rêjeya ji % 45’î herî zêde hatine Tirkiyeyê û cara dawî 24,000 koçberê ji Tel Abyadê (Girê Spî) reviyane Tirkiyeyê. Hejmara çar milyonî ji 1,805,255 koçberên li Tirkiyeyê, 249,726 ên li Iraqê, 629,128 ên li Urdunê, 132,375 ên li Misirê 1,172,753 ên li Lubnanê û 24,055 ên welatên cuda yên bakurê Afrîkayê pêk tê.

Syria

UNCHR da zanîn ku fînansekirina alîkariya ji bo koçberan jî problemeke mezin e û di 2015’an de hevparên rêxistinê 5.5. milyar dolar peyde kirine. Li gorî hesabê rêxistinê vî pereyî bi tenê têra ji çaran yekê lêçûyinên koçberan dike.

Di raporê de mercên jiyanê ên ji bo koçberên li derveyê welat jî cî girtin. Li gorî vê, ji % 86’ê koçberên li kampên li Urdunê di bin asta xizaniyê de ku bi 3.2 dolarî te pîvandin, dijîn û ji % 55’ê koçberên li Lubnanê di wargehên ku di bin standardan de ne dijîn.

Rapor hin problemên din ku koçber rû bi rû dimînin wiha rêz kir: Xebata zarokan, parsekî, zewicandina zarokan, reqabeta ji bo dîtina kar, kêmasiya av û enerjiyê.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …