Ûkrayna polîtîkaya asîmîlasyonê kûrtir dike

Qanûna nû  rasterast bandorê li rojnameyên Rûsî dike û zemîna hiqûqî ya weşana wan ji holê radike.

Rojnameyên neteweyî yên li Ûkraynayê wê ji 2024’an û bi şûn ve wê bi tenê bi zimanê ûkraynî weşanê bikin.

Ûkrayna di demên dawî de herdem bi aloziya leşkerî ya di navbera wê û Rûsyayê de derdike pêş.

Hukumeta Kîewê hebûna leşkerên Rûs ên li ser sînor wekî xetere nîşan dide û ji bo parastina wê bang li NATO’yê dike.

Lê li aliyekî in jî, rêvebiriyên Ûkraynî li hember kêmara bi Rûsî diaxivin polîtîkayeke asîmîlasyonê dimeşîne û bi salane mafên wan ên ziman ji holê radike.

Qanûna ziman a duh hat qebûlkirin, yek ji mînakên vê polîtîkaya netewperest e ku zirarê dide aştiya civakî ya li nava welêt.

Qanûna nû ya medyayê 

Parlemana Ûkraynî di rûniştina xwe ya dawî de bi piraniya dengan vê qanûna nîqaşbar a li ser zimanê çapemeniyê qebûl kir.

Medya û dibistan ji bo polîtîkayên asîmîlasyonê du qadên sereke ne. Hukumeta Ûkraynayê ji 2004’an û pê ve bi riya qanûn û biryarên din dixwaze hebûna zimanê rûsî ya li her du qadan qels bike.

Li gorî vê, rojnameyên neteweyî yên li Ûkraynayê wê ji îro pê ve bi tenê bi zimanê Ûkraynî weşanê bikin.

Qanûna nû ku rasterast bandorê li rojnameyên Rûsî dike û zemîna hiqûqî ya weşana wan ji holê radike, wê di 2024’an de têkeve meriyetê.

Bi vî awayî jî mafên kêmara Rûsîaxêf ku piranî li rojhilatê welêt dijîn, bi eşkereyî tê binpêkirin.

Bi vê qanûnê Ûkrayna careke din nîşan dide ew ê xeta xwe ya netewperestiya çavkor bidomîne û lige kûrkirina bêaramiyê ya li nava mala xwe, wê krîza bi Rûsyayê re bidomîne.

Qanûna ziman a 2019’an

Rêvebiriya beriya niha di 2019’an de, bi qanûneke ziman, ji bo bikaranîna zimanê Rûsî di çapemeniyê de, hin şertan danîbû lê ziman qedexe nekiribû.

Di çarçoveya qanûna berê de, bi şertê ku wersiyonên wan ên bi Ûkraynî jî hebe, çapkirina rojnameyên bi zimanê Rûsî serbest bû.

Digel vê jî rêvebiriya Moskowê reaksiyonên hişk nîşanî qanûna medyayê ya 2019’an dabû û hukumeta Kîewê bi asîmîlasyoneke xedar tometbar kiribû.

Rêjeya nifûsa rûsîaxêv ên li Ûkraynayê li gorî wîlayetan. Piştî zext û asîmîlasyona 20 salên dawî, hîn jî herî kêm 30 ji % nifûsa welêt bi zimanê rûsî diavin.

Kesên bi zimanê Rûsî diaxivin ji sedî 30’ê nifûsa Ûkraynayê pêk tînin û hejmara wan ji 8 milyonî derbastir dike.

Lê digel vê jî, di serî de di perwerdeyê de piştî salên 2000’î gav bi gav mafên vê kêmarê hat bisînorkirin.

Li gorî qanûna ziman a 2019‘an, dibistanên li herêmên rûsîaxêf jî tê de, li hemû dibistanên welêt ji pola 5’an şûn de ûkraynî zimanê perwerdeyê ye.

Destûr tê dayîn, zimanê Rûsî bi tenê li pêşdibistan û dibistanên seretayî de bên bikaranîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di dawiya salên Sovyetê de (beriya 1991) bi tenê ji % 47’ê dibistanên li Ûkraynayê perwerdeya bi zimanê ûkraynî dihat dayîn. Ev rêje piştî di 2004’an de bû ji % 74 û di 2013’an de gihîşt ji % 86’an.

Binpêkirina mafên zimanên kesên bi Rûsî diaxibin û bi taybetî jî qanûna zimanê medyayê, wê hîn bêtir aloziya Ûkraynayê zêdetir bike.

Bi vê qanûnê Ûkrayna careke din nîşan dide ew ê xeta xwe ya netewperestiya çavkor bidomîne û lige kûrkirina bêaramiyê ya li nava mala xwe, wê krîza bi Rûsyayê re bidomîne.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …